Li ÇandAmedê di stand-upê de sînorên ramanê bi rêya kenê hatin nîqaşkirin. Di çalakiyê de mijarên wekî azadî û aştiya civakî bi perspektîfeke mîzahî hatin pêşkêşkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernameyeke perwerdeyê ya bi navê “Atolyeya Stand-upê – Sûbendo û Azadî: Sînorên ramanê bi bişirînê keşf kirin” di navbera 12-15’ê gulanê de li dar xist. Ev atolye di roja dawî de li Salona Mehmet Emîn Yalçinkaya bi şanoyekê bi dawî bû.
Derhêner Aram Dildar û komedyen Guli Yakan pêşengiya atolyeyê kirin. Beşdarên ku çar rojan perwerdeya teorîk û pratîk dîtin, ezmûnên xwe li ser dikê nîşan dan. Gelek beşdarên ku cara yekemîn derketin ser dikê, bi performansên xwe bal kişandin.
Di dawiya bernmayê de hat destnîşankirin ku çalakiyên bi vî rengî qadeke azad a nîqaşê diafirînin û rê didin ku pirsên civakî bi rêya mîzahê ji nû ve werin nirxandin.

















