Pêngava 1ê Hezîranê di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de bû serdem û werçerxek nû. Ji guherîna felsefî, îdeolojî û rêxistinî bigire heta Şerê Gel ê Şoreşgerî, serhildanên gel, berxwedanên li Heftanîn, Zap û Metînayê xeteke têkoşînê ya domdar a li gorî şert û mercên demê dikare xwe nû bike, afirand.
Pêngava 1ê Hezîrana 2004an, di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji pêngaveke leşkerî wêdetir; ji aliyê felsefî, stratejîk û îdeolojîk ve tê wateya qonaxeke nû. Ev pêngava ku piştî agirbesta yekalî ya pênc salan bi daxuyaniya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) hate ragihandin, li dijî pêvajoya tasfiyekirinê ya piştî komploya navneteweyî ya sala 1999an hatibû destpêkirin, bersiveke berfireh û plankirî bû. Nûçegihanê ANFê Denîz Amed girîngî û encamên Pêngava 1ê Hezîranê derxistî holê nivîsand.
Bersiva wêrek a li dijî dorpêça tasfiyeyê
Di navbera salên 1999 û 2004an de hêzên serdest û dewleta Tirk bi fikra ku tevger bi awayekî fîîlî ‘qediyaye’, stratejiyeke berfireh a tasfiyekirinê xistin meriyetê. Agirbestên yekalî, vekişîn û bangên aştiyê ji aliyê Enqereyê ve bi awayekî sîstematîk hatin redkirin. Di heman demê de polîtîkayên qirkirina çandî, valakirina gundan û zextên siyasî bênavber dewam kirin.
Veguherandin da destpêkirin
Di nava tevgerê de meylên lîberal û tasfiyekar binesaziya rêxistinî qels dikirin û li qada navneteweyî jî hewldanên ku gelê Kurd wekî îradeyeke pasîf û teslîmbûyî pênase dikin, zêde dibûn. 1ê Hezîrana 2004an, li hemberî vê dorpêça dijwar gava herî wêrek û diyarker bû. Vê gava dîrokî, tevger veguherand, girêdana bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parast û serdemeke nû ya têkoşînê da destpêkirin.
Serdema konfederalîzma demokratîk
Bi vê pêngavê re, feraseta şoreşê ya klasîk a desthilatdariyê esas digire bi temamî hate terikandin. Di sala 2005an de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi awayekî fermî kete pratîkê. Gerîla, armanca avakirina dewletê da aliyekî, bal kişand ser bihêzkirina xwerêveberiya civakê û avakirina konfederalîzma demokratîk a ji jêr ber bi jor ve.
Şoreşa jinê li cîhanê belav kir
Yek ji encamên herî mayînde û radîkal ên pêngavê jî şoreşa jinê bû. Jinên gerîla ne tenê di çeperên şer de, ji qademeyên fermandariyê heta perwerdeya îdeolojîk û plansaziya taktîkî bûn pêşeng. Bi vê yekê re pergala hevserokatiyê xurt bû û li Rojhilata Navîn li dijî zîhniyeta baviksalarî û feodal pêngaveke mezin a azadiya civakî hate avêtin.
Ji şerê gel ê şoreşgerî heta şoreşa Rojava
Ji sala 2004an heta 2012an, ruhê 1ê Hezîranê gav bi gav xurt bû. Di sala 2010an de bi derbasbûna qonaxa Şerê Gel ê Şoreşgerî re, berxwedan tenê li çiyayan sînordar nema û veguherî xweparastineke topyekûn a bi tevlîbûna gel. Di sala 2012an de bi pêngava li herêmên Şemzînan û Çelê, gerîla serdestiya qadê ya mayînde ava kir û kontrola leşkerî ya dewletê ya li Botan, Amed û Dêrsimê bi giranî hejand. Ev yek bû sedem ku rêveberiya Enqereyê neçar bimîne li Îmraliyê dest bi diyalogê bike.
Têkoşîna gelê Kurd vegeriya xeta parastina gerdûnî
Piştî ku di sala 2015an de dewletê pêvajoya çareseriyê yekalî bi dawî kir û konsepta qirkirinê xist dewrê, berxwedan derbasî bajaran bû. Berxwedanên Xwerêveberiyê yên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê, di dîrokê de bûn mînakên herî fedaî yên parastina vîna gel. Vê pêvajoyê û berhevkirina dîrokî, ji sala 2011an û pê ve deriyên Şoreşa Rojava vekirin û ev tecrubeya berxwedanê li Kobanê û Şengalê li dijî DAIŞê veguherî xeteke parastinê ya gerdûnî.
Li dijî teknîkê gerîlatiya serdema nû
Li hemberî êrişên asîmetrîk ên dewletê yên ku xwe dispêrin serdestiya hewayî, balafirên bêmirov (BÎHA), sîstemên îstîxbaratê û çekên kîmyewî, gerîla jî veguherîneke taktîkî û binesaziyek mezin pêk anî. Ev guhertina ku li Heftanînê bi ‘Cenga Xantûrê’ dest pê kir, li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi hemleyên ‘Cenga Xabûrê’ û ‘Bazên Zagrosê’ gihişt asta herî bilind. Sîstemên tunelên binerdê, tîmên bi tevger ên kamuflekirî û dîsîplîneke xurt a vînê, standardên nû yên gerîlatiya modern li hemberî şerê teknîkî ava kirin.
Vîna azad îro vegeriyaye hêviya gelan
Di encamê de Pêngava 1ê Hezîrana 2004an, gelê Kurd ji hêmaneke pasîf a projeyên dîzaynkirina herêmî derxist û ew kir aktorekî sereke û rêxistinkirî yê siyaseta Rojhilata Navîn. Bû bingeha siyaseta Rêya Sêyemîn ku bû alternatîfa pergala emperyal. Ev xeta têkoşînê li gorî şert û mercan xwe nû dike û li dijî her cure hewldanên îmhayê li ber xwe dide, îro jî wekî çavkaniya îlhama jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelên Rojhilata Navîn dewam dike.







