Serokê Şaredariya navçeya Bucayê ya Îzmîrê Gorkem Duman hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya navçeya Bucayê ya Îzmîrê de, gelek kes bi serokê şaredariyê re hatin binçavkirin. Di encama lêpirsînê de polîsan avête ser şaredariya Bûcayê. Di serdegirtina ku ji aliyê tîmên sûcên rêxistinkirî û Şaxa Maliyê ve hatibû kirin de, Serokê Şaredariyê Gorkem Duman, serokê berê yê şaredariyê Erhan Kiliç û serokê berê yê Rêxistina CHPê ya Navçeya Bucayê û kesên din hatin binçavkirin.













