Stenbol – Rojnameger Azîz Oruç derbarê pirtûka xwe ya bi navê “Di navbera sînoran de rojnamegerek” axiviye, destnîşan kir ku pirtûk li ser çîroka wî hatiye nivîsandin û wiha got: “Heman tişt hatiye serê gelek kesan. Gelê Kurd li ser sînoran gelek êş kişandiye û hêj jî dikişîne. Ev çîrok çîroka gelê Kurd e.”
Azîz Oruç rojnamegereke 42 salî û bavê 2 zarokan e. Ji sala 2012an vir ve di nava çapemeniya azad de cih digire. Azîz Oruç di sala 2017an de ji ber zext û zordariyê koçî Başur dike û li wir jî karê xwe dike. Piştî 3 salan dema derbasî Ermenîstanê dibe tê girtin, bi awayekî bêhiqûqî wî radestî Îranê dikin. Îran jî wî radestî li Tirkiyeyê dike û li Tirkiyeyê tê girtin. Di sala 2022an de dîsa hat girtin û 13 meh girtî ma. Azîz Oruç îro li Rojnameya Yenî Yaşamê karê xwe yê rojnamegeriyê berdewam dike.
Azîz Oruç têkildarî pirtûka xwe ya bi Tirkî ya bi navê “Di navbera sînoran de rojnamegerek” (Sinirlar arasinda bir gazetecî) ji ajansa me re axivî.

‘Pirtûk jî hinek qala zextên li ser rojnamegeriyê dike’
Azîz Oruç diyar kir ku ew ji bo rojnamegertî kiriye gelek caran hatiye binçavkirin û dehan doz jê re hatiye vekirin û wiha axivî: “Pirtûk jî hinek qala zextên li ser rojnamegeriyê dike. Li Tirkiyeyê rojnamegerî zehmet e, lê li Kurdistanê hê zehmettir e. Di sala 2012an de li Denîzliyê dema ez xwendekar bûm hatin girtin. Piştî zindanê derketim li DÎHAyê min dest bi karê rojnamegeriyê kir. Wê deme pêvajoya aştiyê hebû. Gelek bajaran ez xebitîm. Lê piştî hilbijartina 7ê Hezîran 2015an pêvajo ber bi xilasbûnê ve çû û zext û zordarî li her qadê zêde bû. Karên me yên rojnamegeriyê jî wekî doz ji me re vegeriya. Gelek rojnameger hatin girtin, ez jî yek ji wan bûm. Gelek caran min îşkence dît. Di dawiya 2016an de hevsera min ducanî bû. Pirsa ku ‘em ê çi bikin’ di nava serê me de bû. Di sedema vê pirsê de ez derketim koçberiyê. Qedexekirina min a derketina ji welat hebû. Ez jî derbasî Başur bûm. Li Başur jî min karê rojnamegeriyê kir.”
‘Ev çîrok çîroka gelê Kurd e’
Di berdewamiya axaftina xwe de Azîz Oruç anî ziman ku ev çîrok ne tenê çîroka wî ye û got: “Vê çîrokê min wekî şexsiyet nivîsandiye lê ev çîrok çîroka gelê Kurd e. Di sînora Bakûr, Başur, Rojava û Rojhilatê de derbas dibe, jixwe li van sînoran gelê Kurd dijî. Her çar sînor jî ev sed sal e gelê Kurd parçe dike. Di derbasbûyîna min a sînoran de jî heman tişt pêk hat. Li ser sînoran de çawa ku gelê Kurd rastî bêhiqûqiyê maye, wekî rojnameger heman tişt hatin serê min. Li Îran û Ermenîstanê di binçav de îşkence li min kirin. Li Sînora Ermenîstanê ez hatim girtin, serlêdana min a koçbertiyê nehat qebûlkirin û bi awayekî bêhiqûqî min radestî Îranê kirin. Li Îranê jî gefa îdamê ji min xwarin. Dema ku ev tişt hatin serê min tiştên ku hatine li serê Kurdan hatin hişê min. Bi hezaran kes wekî kujer ne diyare hatine kuştin, dibûya ku heman tişt li Îranê hatiba li serê min. Ji min re digotin ‘tu endamê PKKyî.’ Li Îranê leşkeran min anîn li ser sînorên Maku û Bazidê û bi awayekî nefermî ji min re gotin sînorê derbas bike. Maku jî Bazid jî bajarê Kurdan e, li wir rojnamegerekî Kurd bêhiqûqiyê re rûbirû ma. Li ser sînor leşkerekî Kurd a Îranê ji min re got ‘di vê rêyê de herî tê derbasî Tirkiyeyê bibî.’ Ez derbasî Tirkiyeyê bûm lê belê li wir ez dîsa bêhiqûqî hatim girtin. Wezîrê Karên Navxweyî ya wê demê Suleyman Soylu û hin parlamenterên AKP min hedef nîşan dan. Ji min re gotin, ‘Me Azîz Oruçê ê terorîst girtiye.’ 11 meh ez girtî mam. Pirtûk jî li ser van sînoran çi hat li serê rojnamegerekî min nivîsand. Ev çîroka gelê Kurd e.”
‘Dema ku kesek pirtûkê bixwîne dê di xwe pirtûkê de bibîne’
Azîz Oruç destnîşan kir ku ew li ser navê pirtûkê gelek fikiriye, sînor ji bo gelê Kurd bêwate ye lê belê ji ber ku tiştên hatine serê wan wateya wê cuda ye û wiha zêdehî da axaftina xwe: “Li ser sînor gelek êş hatiye serê gelê Kurd. Em ji sînor re dibêjin serxet û binxet. Di navbera gundekî de sînorek heye û malbatan du kat kiriye. Ev hişmendiya desthilatdar û netewperestan e. Ev pirtûk li ser çîroka min hatiye nivîsandin lê belê heman tişt hatiye serê gelek kesan. Gelê Kurd gelek êş li ser sînoran kişandiye û hê jî dikişîne. Desthilatdar bi sînoran dixwazin gelê Kurd ji hevdu qût bikin. Min ji bi navê pirtûkê balê kişand li ser vê yekê. Rojnamegerekî çawa ku dixwaze van sînoran ji holê rake ev tişt di pirtûkê de ye. Ev pirtûk ji bo min destpêk e, ez ê hê jî li ser vê mijarê binivîsînim. Ji bo pirtûkê bertekên baş tên. Çîrok tiştên ku hatine li serê min e lê, dema ku kesek pirtûkê bixwîne dê di xwe pirtûkê de bibîne.”
‘Ev pirtûk pirtûka rêya heqîqetê ye’
Di dawiyê de Azîz Oruç diyar kir ku karê rojnamegeriyê karêkî pîroz e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser van sînoran gelek tişt hatine li serê me. Çapemeniya azad kêda hevalên me hatiye vê rojê. Em îro xwedî vê kêdê derdikevin. Nazim, Cîhan, Azîz, Nagîhan, Hero û Gulîstan ev hevalên me ji bo dengê Kurdan û heqîqetê canê xwe dan. Dewletên desthilatdar ev hevalên me qetil kirin. Ez jî Azîz Oruç li ser vê heqîqetê dimeşim. Ev pirtûk pirtûka rêya heqîqetê ye. Ev pirtûkan wan e. Mîrateyê ku ji wan ma ye, em ê xwedî wan derkevin. Vê pirtîkê jî diyarî wan dikim.”












