• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
06 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya Kobanê: Divê hêzên Şamê ji gundên Kobanê derkevin

    Şandeya Kobanê: Divê hêzên Şamê ji gundên Kobanê derkevin

    Li Hezexê piştî 10 salan 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hat birîn

    Li Hezexê piştî 10 salan 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hat birîn

    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li gel Mesûd Barzanî civiya

    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li gel Mesûd Barzanî civiya

    Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

    Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

    Soz bûn toz: Zêdetirî 200 hezar mexdûrê erdhejê bêxanî ne

    KCKê qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê bi bîr anî

    40 binçavkiriyên din ên ESPyî sewqî edliyeyê hatin kirin

    40 binçavkiriyên din ên ESPyî sewqî edliyeyê hatin kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya Kobanê: Divê hêzên Şamê ji gundên Kobanê derkevin

    Şandeya Kobanê: Divê hêzên Şamê ji gundên Kobanê derkevin

    Li Hezexê piştî 10 salan 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hat birîn

    Li Hezexê piştî 10 salan 96 sal ceza li 13 siyasetmedaran hat birîn

    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li gel Mesûd Barzanî civiya

    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li gel Mesûd Barzanî civiya

    Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

    Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

    Soz bûn toz: Zêdetirî 200 hezar mexdûrê erdhejê bêxanî ne

    KCKê qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê bi bîr anî

    40 binçavkiriyên din ên ESPyî sewqî edliyeyê hatin kirin

    40 binçavkiriyên din ên ESPyî sewqî edliyeyê hatin kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Piştperdeya hewldanên Abdullah Ocalan ji bo lihevhatina li Sûrî

Serdar Altan / AW

6 SIBAT 2026 - 11:26
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Peymana li Sûrî pêk hat bi temamî ne bi dilê aliyan be jî ji ber ku pêşî li şereke mezin girt weke çareseriyek baş hate pêşwazîkirin. Helbet her kes meraq dikir gelo ev çareserî çawa pêk hat. Gelek gotin li ser hatin kirin û her derdor dixwest ji xwe re payekê jê derxe. Lê belê ev çareserî bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Dîplomasiya di navbera Girava Îmraliyê, Enqereyê, Rojava, Şam, Hewlêr, Londra, Parîs û Washîngtonê de meşiyaye, hêza Ocalan careke din dide xuyakirin.

Li Sûrî peymanek di navbera HSDê û Hikumeta Demkî a Sûriyê de hate îmzekirin. Berî ev Peyman bê îmzekirin şerê giran li Helebê destpê kir. Roja 6ê Çile hêzên girêdayî HTŞê û komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişeke giran birin ser taxên Halebê Şêx Maqsût û Eşrefiyê. Piştî şereke çend rojan hêzên asayişa taxan xwe ji herdu taxan vekişandin û Heleb bi temamî kete destê hêzen êrîşkar. Paşî êriş li ser herêmên din yên Rojava berdewam kirin. Piştî HSDê hêzên xwe ji Tebqa û Reqayê vekişand, HTŞê êrîşê ser herêmên din yên Rojava kir. Heta ber deriyê Kobanê, Hesekê û Qamişlo hatin. Rêveberiya Xweser a Rojava biryara seferberiyê da û berxwedaneke xurt destpê kir. Her wiha li çar perçê Kurdistanê û li tevahiya cîhanê Kurd û dostên wan rabûn ser piyan. Hate fêmkirin ku ev êrîşkarî bi erêkirina hêzên navdewletî û bi hevkariya Tirkiyê hatiye kirin. HTŞ li Parisê di bin çavdêriya Amerîkayê de bi Îsraîlê re runiştibû û di encama peymana di navbera wan de ji bo êrîşa li ser Rojava bêdengiyek hatibû sazkirin.

Kurd rabûne ser piya

Piştî ev plana navdewletî û hewldanên qirkirina Kurdan deşîfre bû gelê Kurd rabû ser piyan hêrsa xwe li tevahiya cîhanê anî ziman. Bertekek mezin li hember hêzên navdewletî derketibû holê. Her wiha nêzîkatiya şoven a Tirk û Ereban jî hêrsa Kurdan zêdetir dikir. Mirov dikare bêje cara yekem Kurd li qadan yekîtiya xwe sazkirin. Çar perçe Kurdistan bibû yek dil û ew dil li Rojava davêt.

Rola Ocalan a ku xwestin veşêrin

Helbet di heman demê de çavên civakê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Gelo ew vê rewşa dawî çawa dinirxîne, pir dihat meraqkirin. Ji ber ku Ocalan di her fersendê de digot; “Rojava xeta min î sor e.” Her wiha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyek aştiyê birêve diçû. Rewşa dawî a li Sûrî dê yekser bandor li vê pêvajoyê jî bikira.

Ji ber ku demek dirêj deng ji girava Îmralî nehatibû, nedihat zanîn ka Ocalan li ser vê rewşa dawî çî gotiye. Derdorên xêrnexwaz û dijberên Tevgêra Azadiyê jî ev yek weke fersend bikar anîn û êrîşên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan zêde kirin. Qaşo dihat gotin ku rewşa xeter ya li Rojava rûdaye di encama polîtîkayên Ocalan û tevgêra wî de pêk hatiye. Ev derdorên dijber xwestin vê nêrînê di nava gelê ku rabûye serhildanê de jî belav bikin. Lê belê rastiya mijarê paşê hat fêmkirin. Ji ber hin fikarên ewlehiyê rewşa rastî ne dihat eşkere kirin. Helbet ev yek jî hêjayê rexneyê ye lê mirov dikare bêje ku di rewşên wiha de car caran pirsgirêkên ragihandinê yên bi vê renge derdikevin holê.

Piştperdeya trafîka dîplomasiyê ya li Îmraliyê

Êrîşên li ser Helebê di 6ê Çile de dest pê kiribû. Hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Ocalan re 17ê Çile pêk hat. Dema hevdîtin pêk hat êrîşên li ser herêmen din yên Rojava bi berfirehî dest pê nekiribû. Lê belê ji bo em vê pêvajoyê fêmbikin divê em demjimêrê hinekî din bi paş de bibin û rola Ocalan ya di vê pêvajoyê de bidin xuyakirin. Her wiha dîplomasiya di navbera girava Îmralî, Enqere, Rojava, Şam, Hewlêr, Londra, Parîs û Washîngtonê de meşiyaye bi zanyariyên nehatine diyarkirin rave bikin. Em bi bîr bêxin ku ev agahiyên ku emê bi we re parve bikin me ji çavkaniyên li Rojava, Başûr û rayedarên DEM Partiyê, di encama lêkolînek birfireh de bidest xistiye. Ango agahî ji çavkaniyên saxlem yên di nava pêvajoyê de hatine girtin.

Hişyariyên Ocalan ji bo Rojava

Di eslê xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di dawiya sala 2025an de ji bo rewşa Rojava dest bi hişyariyên xwe dike. Em bidin bîra xwe, di vê demê de zextên Tirkiyeyê di derbarê hêza leşkerî ya Rêveberiya Xweser zêde bibûn. Li ser van zext û hin geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya di meha Kanûnê de hişyarî dide rêveberiya Rojava da ku destê xwe lez bigrin û li ser peymana 10ê Adarê bi Şamê re lihevhatinê pêk bînin. Li gorî agahiyên me bi dest xistine Ocalan dibêje ku sê xalên esasî ji xwe re bikin armanc û di vê çarçoveyê de hevdîtin pêk bînin. Ev xalên ha rêvebirina deriyên sînor, yên balefirgehan û dahata aborî ye. Yanî Ocalan dibêje ku li ser van xalan lihev bikin û destkeftiyên xwe ya di derbarê hêza leşkerî û rêveberiya herêmî biparêzin. Her wiha li vir Ocalan nirxandineke gelekî balkêş dike û ev agahî dide: “Xuyaye hêzên hegemon dê mudaxaleyê Sûrî bikin, ji bo pêşîgirtina vê yekê destê xwe lez bigrin.” Tê gotin ku Ocalan bi awayekî vekirî dibêje ku aliyê Kurd bi kîjan hêzê re peymaneke stratejîk pêk tîne bila bi wê re tevbigere.

Di hevdîtina 4ê Çileyê çi pêk hat?

Li ser van pêşniyaran Rêveberiya Xweser hewldanên xwe ji bo rêkeftineke domdar zêde dike. Li aliyê din di 21ê Kanuna 2025an de rêveberiya Şamê metneke fermî ji bo lihevhatinê pêşniyarê Rêveberiya Xweser dike. Li ser van hewldanan biryara hevdîtinek berfireh ji bo 4ê Çileyê 2026an tê girtin. Di 4ê Çileyê de ev hevdîtin bi çavdêriya dîplomatên Amerîkî û Fransî li Şamê pêk hat. Nîqaşeke berfireh hate meşandin û yek bi yek li ser xalên ku dê di peymana lihevhatinê de cih bigirin hate sekinandin. Di encamê de metneke lihevhatinê derkete holê. Aliyan lihev kiribûn û ev yek dê bi daxuyaniyekî ji raya giştî re bihata eşkerekirin. Hêj li ser hurgiliyên daxuyaniyê giftûguh dihata kirin tiştek balkêş pêk tê. Ji Wezîrê Karên Derve Esad Hesen Şeybanî yê ku bi heyeta Rojava re di civînê de ye nîşeyek tê û ew ji civînê derdikeve. Piştî vedigere dibêje, “em niha peymanê îmze nekin û daxuyaniyê rawestînin” û beyî ku sedema vê yekê ji mûxatabên xwe re bêje civîn bi dawî dibe.

Di xirabûna peymanê de rola Ingilîzan

Paşî derket holê ku roja 4ê Çileyê agahî ji rayedarên HTŞê re tê ku dê di 5-6ê Çileyê bi Îsralîl re hevdîtinek pêk were. Ji xwe ev hevdîtina ku li Parîsê di bin çavdêriya Amerîkayê de pêk hat, paşî eşkere bû. Hevdîtin her çiqas di navbera Îsralîl û HTŞê de pêk hatibe jî hate fêmkirin ku ev hevdîtin lihevhatinek di navbera Îsraîl û Tirkiyê de bû.

Li gorî hin çavkaniyên diplomatîk, em dikarin vekirî bêjin ku ev hevdîtin bi daxwaza Îngîltere pek hatiye. Ev agahî jî em dikarin bêjin ku cara yekem tê rojevê. Heta niha rola Ingilîzan ya di vê pêvajoyê de bi awayekî sergirtî dihat gotin lê tê gotin ku Londra yekser di vê peymana qirêj de cih girtiye. Em li vir agahiyeke veşartî jî dikarin bidin. Li gor hin çavkaniyên saxlem tê gotin ku Îngilîzan yekser ji rayedarên HSDê re gotine “em destûr nadin ku peymana Sykes Picot têk biçe” û nêrînên xwe yên di vê derbarê de vekirî anîne ziman.

Golan ji bo Îsraîlê, Bakurê Sûriyê ji bo Tirkiyê

Îsraîl û HTŞ (li piştperdeyê Tirkiye) li ser hin xalên girîng lihev kiribûn. Di serî de veqetandina girên Golanê ji bo Îsraîl, gelek mijar hatibûn rojevê û yek ji van mijaran jî destûra ketina HTŞê ji bo herêmên Rojava bû. Piştî nûçeya Rautersê ku ev plan deşîfre dikir Balyozê Îsraîlê a Amerîkayê Yechîel Leîter ev îdia red kir û got me biryarek wisa nedaye. Lê di derbarê bêdengiya dewleta xwe ya li ser ve planê tiştek negot.

Komployeke nû ya navdewletî!

Mirov dikare bêje ku ev careke din komployeke navnetewî bû li dijî Kurdan. Di serî de jî komployek li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû ku di serî de ji bo çareseriyeke demokratîk li Sûrî pêk were hewldanên girîng dimeşandin. Ji xwe Ocalan di hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re vê yekî vekirî tîne ziman: “Ev komployek mezin e ku ji komploya 15 Sibatê jî berfirehtir e.” Helbet ev yek destpêkê baş nehate fêmkirin. Gelo Kurd bi planeke çawa re rû bi rû bûn? Ocalan ji bo çi dibêje ev komployeke pir mezin e?

Ocalan ji dewletê daxwaza hevdîtinê dike

Piştî peymana li Parîsê di 6ê Çile de êrîşa li ser taxên Kurdan yên li Helebê destpê kir. Erîş berfireh bû û bi armanca qirkirinê pêk dihat. Li gorî agahiyên me bi dest xistin Ocalan daxwaza hevdîtinê ji rayedarên dewletê dike û dixwaze mijarê fêm bike. Ev hevdîtin di heyama ku taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê ketibûn destê HTŞê û êrîşa li ser Dêr Hefirê destpêkiribû pêk tê. Di vê hevdîtinê de Ocalan nerazîbûnên xwe bi awayekî tund nîşanî rayedaran dide. Her wiha peyamek ji bo Rêveberiya Xweser birêdike. Ocalan di peyama xwe de dibêje ku ev planeke pir mezin e li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn û diyar dike ku dê ev êrîş berdewam bike. Hetta dibêje; dibe ku piştî Rojava bidest xistin êrîş ber bi Şengal, herêmên Başûr û heta Qendîlê biçe. Ocalan ji Rêveberiya Xweser dixwaze ku tevdîrên xwe bigrin û xwe ji bo berxwedaneke mezin amade bikin.

Plana tunekirinê Ocalan aciz dike

Di vê navberê de Ocalan bi rayedarên dewletê re jî ji bo çareseriyê hevdîtinên xwe berdewam dike. Di hevdîtinek de rayedarên dewletê teklîfek ku ji 6 xalan pêk tê pêşkêşî Ocalan dikin. Vê teklîfê weke nameyek ji Colanî hatiye, didin xuyakirin. Tê gotin ku di vê nameyê de ji bo çareseriyê pêşniyarên aliyê hikumeta Şamê hene ku weke metneke teslîmgirtinê hatiye sazkirin. Li gorî çavkaniyên me ev metin a di 18ê Çile de ji hêla Şamê ve hatiye ragihandin e. Ocalan yekser vê metnê red dike. Xalên di teklîfê de weke tunekirina Kurdan pênase dike û aciziya xwe wiha tîne ziman: “Gelo hun van xalan çima ji bo Turkmenan naxwazin. Hun ji bo Kurdan ji holê rakin Turkmenan jî feda dikin.”
Ocalan van gotinên xwe di hevdîtina bi heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re jî dubare dike. Ev hevdîtin di 17ê Çileyê de pêk hat. Di hevdîtinê de Ocalan bi berfirehî li ser plana navdewletî disekine. Careke din dubare dike ku divê ji bo pêşîgirtina vê planê hewldan bêne xurtkirin. Ji rayedarên dewletê yên ku di vê hevdîtinê de cih digirin re dibêje, “Ger hun pêşî li vê hewldana qirkirinê negrin dê Kurd mezin li ber xwe bidin. Tu kes feyde ji vê yekê nabîne. Ew gotina min a dê Sûrî bibe Xaze ev yek e. Ger Kurd li ber xwe bidin kes nikare pêşî li encameke wisa bigre.”

Dîplomasiyek berfireh

Dîsa em bi bîr bêxin ku hevdîtina fermî ya li Îmraliyê di 17ê Çile de pêk tê. Bi rêya heyetê Ocalan nêrînên xwe bi berfirehî tîne ziman. Lê piştî vê hevdîtinê jî hewldanên Ocalan didomin. Dîplomasiyek ku navenda wî Îmralî ye destpê dike. Hevdîtinên germ di navbera Îmralî, Enqera, Qamişlo, Şam, Hewlêr û Washîngtonê de pêk tên. Navenda vê dîplomasiyê jî Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. Tê îdiakirin ku dewletên weke Îngîltere û Amerîka (Tom Barrack) dixwazin rolek neyînî bidin hêzên Başûrê Kurdistanê. Bi taybet ji bo îknakirina rayedarên Rêveberiya Xweser ev rol girîng e. Lê belê mirov dikare bêje ku piştî berxwedan û raperîna Kurdan li seranserê cîhanê, daxwaza hêzên navdewletî bi awayê dixwestin pêk nayê.

Di vê navberê de êrîşên HTŞê û çeteyên têkildarî ser bi Tirkiyeyê berfireh dibe. Reqa û Dêrazor dikevin. HSD hêzên xwe ber bi rojhilatê Firatê ve dikişînin. Di gel vê yekê jî êrîş ranawestin. Rêveberiya Xweser dema dibîne ku planek ji bo tunekirinê di meriyetê de ye, biryara seferberiyê girt. Tê gotin ku ev biryar jî li ser peyameke Ocalan tê girtin. Ocalan di peyama xwe de dibêje, “ger ji bo qirkirinê werin ser we encax bi berxwedanê hun xwe biparêzin.”

Ocalan peymana teslîmgirtine qebûl nake

Di 18ê Çileyê de di navbera HSDê û hikumeta demkî a Şamê de agirbest hat îlankirin. Agirbest bi mutabaqata her du aliyan pêk hat lê di heman rojê de xwestin hin maddeyên ku îradeya Rêveberiya Xweser bi temamî têk dibe li ser heyeta HSDê ferz bikin. Mazlûm Ebdî û heyeta xwe ev ferzkirin qebûl nekirin û ji Şamê vegeriyan.

Careke din çavên hemû aliyan li ser Ocalan bû. Ev pêşniyaren HTŞê û dewleta Tirk ji bo wî jî tê şandin. Ocalan dema van xalên ku li ser Rojava têne ferzkirin dibîne careke din temasa wî bi dewletê re çêdibe. Di hevdîtinê de Ocalan vekirî tîne ziman ku ger Tirkiye li ser Rojava hewldanên xwe bi vî awayî bidomîne ew vê yekê qebûl nake. Her wiha tîne ziman ku ew ê bi temamî xwe ji pêvajoyê bikişîne. Li gorî çavkaniyan Ocalan dibêje: “Heke wisa dewam bike tu maneya pêvajoya li vir jî namîne. Herin bêjin rayedaran, Ocalan di planeke wisa de tune ye. Kes nikare Rojava bêstatû bike û vê yekê bi min bide qebûl kirin.”
Her wiha Ocalan ji dewletê dixwaze ku ji bo çareseriyê ew yekser bikeve dewrê. Dixwaze ku qenalên hevdîtinê bêne vekirin. Piştî vê yekê ji bo çareseriyê hin hevdîtinan pêk tîne. Ev car bi pêşniyara Ocalan agirbesta di navbera HSDê û hikumeta Şamê tê dirêjkirin. Di heman demê de li seranserê Kurdistanê û li tevahiya cîhanê Kurd rabûn ser piya. Ev yek jî bandoreke mezin li ser hêzên navdewletî kirin. Li aliyê din Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talabanî jî tevlî hewldanên dîplomasiyê bûn. Piştî hewldanên berfireh rewş hinekî aram bû. Hem dewleta Tirk, hem hikumeta Şamê, hem jî qada navdewletî li ser lihevhatineke nû nerm bûn.

Tevahiya aliyan li Rojava hatin cem hev

Li ser pêşniyara Ocalan ev car hevdîtinek berfireh ku cara yekem agahiyên wî me bi dest xist pêk hat. Ocalan dibêje ku pêwîst e di vê hevdîtinê de tevahiya aliyan hebin. Mebesta Ocalan li vir ew e ku kes li derve nemîne da ku careke din planên nepenî neyên kirin. Li ser vê yekê, heyetek ji Tirkiyeyê, yek weke berdevkên Ocalan, aliyê Rêveberiya Xwesar a Rojava, heyetek ji hikumeta Şamê û di nav de rayedarên Amerîka û Fransa jî heyî heyetek navdewletî civînek berfireh li bajarekî herêma Cizîrê pêk tînin. Di vê hevdîtinê de çarçoveya peymana 30ê Çileyê tê diyar kirin. Xal bi xal li ser peymanê disekinin û yek bi yek van xalan müzakere dikin. Her alî pêşniyarên xwe datînin ser masê. Bi taybet aliyê Kurd xetên xwe yên sor û yên jêneger tînin ziman. Li gorî agahiyan, Ocalan bi taybetî sê xalên girîng destnîşan dike û dixwaze rêkeftin li ser van xalan çêbe. Ev xal jî mafê xwe parastin, mafê xwe rêvebirin û mafê ziman û perwerdehiyê ne. Di encamê de peymana 30ê Çile derdikeve holê. Ji xwe ev peyman li Şamê hate îmzekirin û paşî jî bi raya giştî re hat parvekirin.

Encam

Di encamê de mirov dikare bêje ku helbet ev Peyman gelek hat nîqaşkirin. Kêmasî û nebesiyên wê hatin gotin. Gelek derdoran rexne jî kirin. Lê wisa xuyaye ku di van şert û mercan de peymana herî maqûl bû. Ji ber ku plansaziyek navdewletî hatibû kirin û armanc bi tevahî tunekirina destkeftiyên Kurdan bûn. Ji xwe weke me di nivisê de jî anî ziman ev komployek navdewletî bû. Serkêşiya wê jî Ingîlîzan dikir. Helbet ev plan li feraset û hêza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diqelibe. Ango pêşbînî, zanîn û xurtiya Ocalan pêşî li felaketeke mezin digre. Mirov dikare bêje ku Ocalan careke din hêza rêbertiya xwe nişan da.

Her wiha berxwedan û nerazîbûna gelê Kurd ya li seranserê Kurdistan û cîhanê careke din da nîşan ku Kurd planên bêyî wan bêne sazkirin qebûl nakin. Ev car ji carên din cudatir Kurd li qadan yekîtiya xwe jî sazkirin û bi vê hêzê bi hêzên hegemon paşde gav dane avêtin. Tişta herî girîng jî herêma Rojava, ango perçeyê biçûk yê Kurdistanê cara yekem bû xwedî maf û statu. Li aliyê din ew derdorên dixwestin Ocalan û tevgêra wî reş bikin careke din li valahiyê derketin.

 

Etîket: Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)Hikûmeta Demkî ya ŞamêPeymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRêberê Gelê Kud Abdullah OcalanRojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

HSDê derbarê civîna li Hewlêrê de daxuyanî da

HSDê derbarê civîna li Hewlêrê de daxuyanî da

6 SIBAT 2026
Perwîn Yûsif: ENKS bêyî agahiya Şandeya Kurdî çû Şamê

Perwîn Yûsif: ENKS bêyî agahiya Şandeya Kurdî çû Şamê

6 SIBAT 2026
Dînç: Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e

Dînç: Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e

6 SIBAT 2026
Heyeta Rojava bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re civiya

Heyeta Rojava bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re civiya

6 SIBAT 2026
Ji bo Kobaniyê banga lezgîn: Xeteriyek mezin heye

Ji bo Kobaniyê banga lezgîn: Xeteriyek mezin heye

5 SIBAT 2026
NYê xeterî aşkera kir: Piştî HSDê DAIŞ çi dike?

NYê xeterî aşkera kir: Piştî HSDê DAIŞ çi dike?

5 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (232)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne