Platforma Şaxên KESKê ya Amedê bang li hemû rêxistinên civaka sivîl ên ku ji bo aştî û edaletê têdikoşin kir ku hevgirtina xwe bi gelê Rojava re nîşan bidin.
Platforma Şaxên Amed a Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) li ber AZC Plaza li taxa Ofîs a navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi dirûşmeya “Em bi gelê Rojava re ne” daxuyanî da. Daxuyaniya ku gelek kes tevlîbû de pankarta “Gelê Rojava ne bi tenê ye, li dijî êrişan em bi Rojava re ne” hate hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Kujer HTŞ, ji Rojava biceheme” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.
Hevseroka Egîtîm Senê ya Hejmar 2 a Amedê Dûygû Ozbay di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi sedsalan e di hedefa polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê de ye. Dûygû Ozbay wiha axivî: “Armanca êrîşên li ser Rojava tunekirina hebûna gelê Kurd e. Hewl didin Rojava bê Kurd bihêlin û herêmê radestî cîhadîst, tekparêzî û tarîtiyê bikin.” Dûygû Ozbay bi bîr xist ku Kurdan ne tenê ji bo hebûna xwe, di heman demê de ji bo gelên Ereb, Suryanî, Tirkmen, hemû gel û baweriyan ji hovîtiya DAIŞê biparêze, berdêl daye û “wiha domand: “Tunehesibandina vê têkoşîna dîrokî ne tenê êrîşek li ser gelê Kurd e, di heman demê de êrîşek li ser bîra hevpar a mirovahiyê ya berxwedanê ye.”
Dûygû Ozbay bang li rêxistinên kedê û pîşeyî, rêxistinên jinan, tevgerên ciwanan, parêzvanên mafên zarokan, saziyên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl ên ku ji bo aştî û edaletê têdikoşin kir ku tevkariya xwe bi gelê Rojava re nîşan bidin û got, “Gelê Rojava wê teqez bi ser bikeve. Em dizanin ku cîhan nikare demek dirêj li hember berxwedanek ku rewatiya xwe ji gel digire bêdeng bimîne. Şer, înkar û tarîtiya cîhadiyan dê winda bikin; têkoşîna gelan a ji bo azadî, wekhevî û aştiyê dê bi ser bikeve.”














