Amed – Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal derbarê yekîtiya neteweyî de diyar kir ku gelê Kurd helwesta yekîtiyê nîşan daye û got: “Pêwîste hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen ji bo yekîtiya neteweyî bi rola xwe rabin, dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe diyar bikin. Di vê çarçoveyê de divê ev sal bibe sala sala yekîtiya neteweyî, çareserî û azadiya gelê Kurd.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangeke dîrokî kir. Hem di pêvajoya vê bangê de hem jî piştî wê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pirsgirêkeke pir girîng disekine ew jî yekîtiya Kurdan e. Abdullah Ocalan di şêwaza têkoşînê de guhertin pêk anî û ji bo serdema têkoşîneke nû bingehek da avakirin. Ev guhertin û bingeh jî yekitî û hevgîrtîna Kurdan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê weke qadeke têkoşînê dibîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtian de li ser yekitiya neteweyî disekine. Mijara yekitiyê wekî ‘Derdek sereke’ û ‘Armanceke xwe ya stratejîk’ pênase dike. Gelek caran jî behsa hewildanên yekîtiya neteweyî dike û tecrubeyên di pêşerojê de pêk hatin dinirxîne. Gelê Kurd herçiqas ji derve bi cîranên derdora xwe re daxwaza siyasetek demokratîk bimeşîne jî di siyaseta navxweyî de jî daxwaza herî girîng pêkanîna “yekitiya neteweyî” ye. Li herêm, bajar û welatên derve gelê Kurd û dostên Kurdan bi yek dengî bi diruşmên “Yek e Yek e Yek e, Gelê Kurd Yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” banga yekitiyê diqêrin. Bêguman her çiqasî di nava Gelê Kurd de ev ruh derketibe jî lê encamê de berbiçav tişta ku tê xwestin tune ye. Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal têkildarî yekitiya neteweyî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Xala herî sereke û stratejîk yekîtiya neteweyî ye’
Remzî Kartal diyar kir ku di dîroka Kurdistanê de pirsgirêka herî sereke, stratejîk û xala herî girîng yekitiya neteweyî ye û got: “Di warê yekitiyê de gelek hewildan hebûye. Di sala 1994an de komeke parlementer û şaredarên Kurd ji bo armanca dîplomasî û yekitiyê neteweyî derketin derveyî welat û pratîkê dest pê kir. Vê demê komek parlamenter ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hat girtin. Komek jî ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin bikin derketin derveyî welat û piştre jî bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Nêrînên Rêber Apo ew bû ku ji bo gelê Kurd xala sereke yekitiya neteweyî ye. Ji ber ku Rêber Apo digot di nava partî û saziyên Kurd de yekitî nîne dewletên navneteweyî, hêzên navneteweyî vê rewşê ji bo siyaseta xwe bikar tînin. Ji ber vê yekê jî pêwîste partiyên siyasî, sazî û rewşenbîr xebateke yekitiya neteweyî bimeşînin. Li gorî perspektîfên Rêber Apo kar û xebatên dîplomasiyê çêbûn û di nava van hevdîtinan de komîsyonek berfireh jî çêbû. Lê di encamê de partiyên siyasî û taybet jî PDKê gotin yekîtî girîng e lê têkiliyên me dewletên herêmê re hene, heke em bi cih bînin ji bo me pirsgirêk e. Li ser vê esasê xwe ji vê xebatê kişandin. Ev mijara li gel Serok Apo û komîsyonê hate gûftogokirin. Hat gotin ku saziya Kongreya Neteweya Kurdistan (KNK) xwe îlan bike lê dibe ku partiyên siyasî tê de cih negirin û sazî vala derbikeve. Li ser vê esasî ev xebat li ser nîqaş û biryara gihişte encameke ku di çarçoveya parlementoya Kurdistanê de derveyî welat bê meşandin.”

Gelê Kurd helwesteke bi heybet nîşan da
Remzî Kartal bi bîr xist ku dema komloya navnetewî pêk hat her çar aliyê Kurdistan û derveyî welat gel rabû ser piyan û di nav gel de derdora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekitiya neteweyî çêbû û wiha domand: “Ew yekîtî bi heybet bû û li ser vê esasî jî 1999an de KNK hat avakirin. Hinek partiyên siyasî tê de cih negirtin lê çar aliyê Kurdistanê partiyên siyasî, sazî, rewşenbîr û akademîsyenan cih girtin û hêzeke berfireh çêbû. 27 sal in hem ji bo çar aliyê Kurdistanê çareserî û hem jî yekîtiya neteweyî mezin bibe xebatên xwe dimeşîne. Lê belê kêmasî hene û hîn partî hêj jî di nav de cih nagrin. Piştî civîna 6ê Çileya 2026an a Parîsê xwestin li Rojavayê Kurdistanê konsepteke tasfiyekirinê dan destpêkirin û li hemberî vê konsepta li ser Rojavayê Kurdistanê li çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat tabloyeke heybet a nû derket holê. Di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn tabloyeke wisa çêdibe. Taybetmendiya vê tabloyê ew bû ku li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê hêj tu partî û saziyekî bangawazî nekiribû û ji gel tiştek nexwastibûn gel bi îradeya xwe rabû li ser piyan. Bi rastî jî helwesteke bi heybet bû.”
‘Pêwîste di nava partiyên Kurdan de demokrasî hebe’
Remzî Kartal dest nîşan kir ku helwesta gelê Kurd a li hember êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê helwesta yekitiya neteweyî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwaziya gelê Kurd yekitiya neteweyî bû. Gelê Kurd li qadan bi dirûşmên ‘yek e yek e yek e gelê Kurd yek e’ berz kirin û destê xwe dirêjî hevdû kirin û yekitiyek dan avakirin. Ew daxwaza Gelê Kurd pir girîng bû û dîsa di Newroza îsal de jî ev daxwaz derket pêş û di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat xwestin. Hevdû temam kir. Di vê çarçoveyê de peyama Rêber Apo hat xwendin û xwest ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk bê avakirin. Ji ber ku di nava siyaseta Kurd de kêmasiya demokrasiyê heye. Çawa ku Gelê Kurd dewletên dagirker demokrasiyê, azadiyê dixwaze pêwîste di nava partiyên Kurdan de jî demokrasî hebe. Ji bo yekitiya neteweyî jî bingeh demokrasî ye. Dema ku demokrasî nebe çênabe. Ji ber vê yekê peyama Rêber Apo zelal bû.”
‘Divê partiyên siyasî li gorî daxwaza gel tevbigerin’
Remzî Kartal diyar kir ku KNKê biryar girtiye li çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat bi rewşenbîr, akademîsyen û rêxistinên sivîl ên civakî re civînan li dar bixe û wiha pê de çû: “Hemû partiyên siyasî jî dikarin tev li van civînan bibin. Armanca van civînan ew e ku helwesta gel a ‘yek e yeke Kurdistan yek e’ di nav rewşenbîr û akademîsyenan de jî mezin bikin û êdî vê helwesta gel bi xwedî derketina rewşenbîr û akademîsyenan ve mezin bibe û partiyên siyasî jî mecbûrî tev li bibin. Ev yek daxwaza gel e û heke partî jî li gorî vê helwestê tevnegerin dê di nava gel de tecrît bibin. Xebateke bi vî rengî di rojevê de ye û tê meşandin. Dîsa di hezîranê de civîna KNKê heye û rojev ev tişt e û dê nîqaşa vê yekê bên meşandin. Hêvî ew e ku heya dawiya vê salê bi tevlibûna hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û akademîsyenan konferansek li dar xistin kongreyek bê avakirin.”
‘Çareserî bi hev re hatiye girêdan’
Remzî Kartal bi lêv kir ku siyaseta Başûr ji bo têkiliya wan bi dewletên herêmê re xerab nebe li pêşiya yekîtiya neteweyî dibe asteng û wiha pê de çû: “Siyaseta rêveberiya Başûr bi awayekî fermi di xebatên KNKê de cih negirt. Hem tekoşîna azadiyê li çar perçeyê Kurdistanê gihiştiye noxteyekê him jî tabloyeke nû heye. Êdî çareserî di yek parçeyî de nîne û çareserî bi hev re hatiye girêdan. Mînak li Rojavayê Kurdistanê tiştek diqewime ew bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê jî dike. Ji ber vê yekê azadî, çareserî bi hev re hatiye girêdan. Bi vê re girêdayî pêwîste ji bo yekîtiyê kar û xebat bên meşandin. Pêwîste em peyama gel a ‘yek e yek e Gelê Kurd yek e’ esas bigirin. Di vê çarçoveyê de divê rewşenbîr, akademîsyen, rêxistin bi awayekî aktîf di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabin, dengê xwe bilind bikin û bang li partiyên siyasî bikin. Ev tişt dê di nava raya giştî de îradeyekê çêbike.”
‘Rêber Apo alternatîfekê pêşkeş dike’
Remzî Kartal da zanîn ku şerê cihanê yê sêyemîn tê jiyîn û di Rojhilata Navîn de dîzayneke nû çêdibe ji ber vê jî yekitiya neteweyî hewce ye û ev tişt gotin: “Di Rojhilata Navîn de tabloyeke nû derdikeve pêş û destketiyên gelê Kurd hene. Taybet jî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê di bin xeteriyê de ne û dîsa li Bakur pêvajoyek hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê jî Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn alternatîfa rêyeke sêyemîn pêşkeş dike û bi vî awayî dixwaze Rojhilata Navîn ji bin banê hêzên hegomonîk derbixe. Gelên Rojhilata Navîn di nava xwe de çareseriyê pêk bînin. Ji ber vê yekê jî ev tablo di nava gelê Kurd de yekîtiya neteweyî ferz dike. Partiyên ku ji ber hin siyasetên cuda tev li nebûne divê tev li xebatên yekîtiya neteweyî bibin. Ji ber ku gelê Kurd dixwaze yekîtiya neteweyî pêk bê. Di vê çarçoveyê de ji ber vê tabloya nû divê xebatên yekîtiya neteweyî encam bigirin.”
‘Heke yekîtî çênebe xetereyên mezin hene’
Remzî Kartal diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiyê, demokrasiyê helwesta xwe ya yekîtiya neteweyî pêş xistiye û wiha got: “Bêguman divê gelê Kurd hem di nava xwe de û hem jî bi gelên herêmê re yekîtiya xwe çêbike. Ji bo xebatên me encam bigirin divê destpêkê di nava xwe de yekîtiyê avabike. Heke di nava xwe de encam bistîne dê bandoreke erênî li ser gelên herêmê jî çêbike. Heke ew yekîtî pêş nekeve bêguman xetereyên mezin hene. Ji ber ku konsepteke awarte li Rojhilata Navîn dimeşe. Ev bager û firtone benda gelê Kurd nasekine. Heke partiyên siyasî weke berê pirsgirêkan derbixin vê demê ev firtona ku dimeşe gelê Kurd nikare xwe jê xelas bike. Ji bo vê jî di pêşerojê de xetereyên mezin hene û dikarin li ser hebûna gelê Kurd astengiyan çêbikin her wiha neyekbûyîna gelê Kurd bi xwe re bikin hincet. Ev demên derbasbûyî dewletên dagirker ev tişt anîn ziman û gotin Kurd eşîr in, nikarin bijîn û pêwîstî heye di bin welatên me de bijîn. Em dikarin bêjin heger partiyên siyasî xwe berpîsyar nebînin dîsa wekî berê di siyasetên çewt de bi israr bikin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo azadiya gelê Kurd dê xeterî çêbibe. Lê çar aliyê Kurdistanê helwesta gel derketiye holê. Ji ber vê yekê jî heke partî di vê mijarê de pirsgirêkan derbixin gelê me destûr nade. Hêza stratejîk gelê me ye. Ji bo vê jî em hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen û rexistinan re dibêjin êdî dem hatiye û dema azadiya gelê me ye. Bi çi rengî jî bibe divê em azadiya gelê xwe bi dest bixin û çareseriyê pêk bînin. Bi vê baweriyê divê em hemû xeteriyan bidin aliyekî û encam bigirin. Baweriya me têkoşîna azadiya gelê me heye:”
‘Dema azadiya gelê Kurd hatiye’
Remzî Kartal herî dawî bang li partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen rêxistinên saziyên sivîl kir û diyar kir ku êdî dema azadiya gelê Kurdistanê hatiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Kurd azadiya xwe tenê ji bo xwe naxwaze ji ber ku gelê Kurd dizane ku hatiye dorpêçkirin û hem ji bo azadiya xwe hem jî ji bo azadiya gelên herêmê jî têdikoşe. Ev pêşengtiyeke stratejîk e. Pêwîste hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen ji bo yekîtiya neteweyî rol bilîzin, dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe diyar bikin. Sala 2026an saleke stratejîk e. Vê pêvajoya ku şerê cîhanê yê sêyemîn dimeşe de em dikarin hem ji bo azadiya gelê xwe û hem jî ji bo gelê herêmê roleke sereke bilîzîn. Di vê çarçoveyê de divê ev sal bibe sala sala yekîtiya neteweyî, çareserî û azadiya gelê Kurd.”













