• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêxistina Mafên Mirovan dê giliyê Tirkiyeyê bike

Mahmût Altintaş / AW

19 ÇILE 2025 - 08:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma diyar kir ku Tirkiye zarok û jin jî di nav de welatiyên sivîl dikuje û got: “Me raporên ku amade kirin, ji komîte û meclisa mafê mirovan re şandin. Em ê bi van raporan serî li dadgehên navneteweyî bidin û giliyê Tirkiyeyê bikin ku ji sûcê şer bê darizandin.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên Tirkiye û komên çekdar ên giredayî wê zêdetirî 40 rojin berdewam dike. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bendava Tişrînê di 8ê çile de berê xwe dan bendava Tişrinê û li vir dest bi çalakiya nobedê kirine. Nobeta ku di 8ê çile de dest pê kiriye 12 rojin didome. Gel li dijî êrîşan xwe kiriye mertalên zindî û li ber xwe dide. Heta niha Tirkiyeyê bi SÎHA û ÎHAan gelek caran êrîş pêk anî. Di êrîşan de 12 kes hatin kuştin û 70 kes birîndar bûn. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bendavê didomin. Lê li aliyê din ji bo parastinê nobet jî didome. Tirkiyeyê di 18ê çile de dîsa erîşî sivîlan kir û 4 sivîl kuştin. welatiyan jiyana xwe ji dest da û 15 welatî jî birîndar bûn. Tirkiye bi êrişa li dijî welatiyên sivîl û cihên xizmetguzeriyê sûcên şer dike. Rêvebera Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê Evîn Cuma tekildarî sûcên şer ên li dijî herême ji Ajansa Welat re axivî.

‘Tirkiye sivîlan dikuje’

Evîn Cuma anî ziman ku Tirkiye di êrişan de sivîlan dike hedef û got: “Me ev sûcên şer ên li herêmê kirine rapor.” Evîn Cuma anî ziman ku şerê li dijî herême didome û wiha axivî: “Li aliyekî sivîlan dikujin, li aliyê din welatiyan bi darê zorê didin koçberkirin. Bi dron û balafîrên şer welatiyên sivîl dikujin. Li her derê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi diron û balafîrên şer êrîşî sivîlan dikin. Taybet jî li bendava Tişrînê di şerê ku diqewimê de sûcên li dijî mirovî pêk tên. Bendava Tişrînê cihê ku pêdiviya av û ceyrana herême dabin dike ye. Kesên sivîl dema li dijî vê yekê dertên û ji bo êrişên li ser bendavê rawestin berê xwe didin Tişrînê rastî êrîşan tên û tên kuştin. Ne tenê welatiyên sivîl ambulansan jî dikin hedef. Zarok, jin û gelek kes di van êrişan de hatin kuştin. Li vir komkujî pêk tê. Av û ceyrana welatiyan kirin hedefa xwe. Li gor zagona navneteweyî jî weke qîrkirineke li dijî mirovî tê pênasekirin û yek jî sûcê şer e.”

‘Divê hêzên navdewletî zorê li Tirkiyeyê bikin’

Evîn Cuma di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî sûcên şer ên ji aliyê Tirkiyeyê vê pêk tên rapor amadekirine û dê serî li Dadgehên Navneteweyî bidin. Evîn Cuma destnîşan kir ku divê Tirkiye bê darizandin û wiha pêde çû: “Ji aliyê qanûnî û belgeyan de me xebat dan meşandin û gelek dane jî tomar kirin. Me ji Komîte û meclîsa mafê mirovan re raporên ku amadekirinê şandin. Bi wan raporan ve wê serî li dadgehên navneteweyî be dayin ku Tirkiye ji ber van sûcên şer bê darizandin. Darizandin wê li dijî kesên ku ew sûc pêk anîne pêk were. Lê ew bi tenê serê xwe ter nake. Divê zext li Tirkiyeyê bê kirin ku pêşî li van binpêkirinan bigrin. Divê saziyên navneteweyî jî bi erka xwe rabin ser pêyan. Dewletên navneteweyî dema dixwazin zext dikin. Lê niha jî ji bo rawestandina van sûcan divê dewletên navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bikin.”

Bang li saziyên navneteweyî

Evîn Cuma balkişand ser xetereyên li ser bendava Tişrînê û wiha bi dawî kir: “Bi hezaran kes li dijî êrişên li ser bendava Tişrînê ne û rastî êrişan tên. Ew êriş xetereyên mezin derdixînin hole. Heke bendava Tişrînê biteqe dê ji bo hemû welatiyên herême xetereyên jiyanî derxîne. Heke welatiyên sivîl bi vî awayî bên kuştin û pêşî li vê yekê neyê girtin dê keraseteke mezin pêk bê. Dema em bi saziyên navneteweyî re dikevin tekiliyê û raporan ji wan re dişinin ew jî dibêjin em xetereyeke mezin dibinin. Yên ku van sûcên dewleta tirk derdixînin holê jî weke Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dibin hedef û tên kuştin. Niha jî êriş li dijî rojnamegeran heye ku van sûcan nişan nedin. Banga me li hemû saziyên navneteweyî ew e ku li dijî van sûcên şer bikevin hewldanan. Ji bo Tirkiye li dadgehên navneteweyî bê cezakirin divê hemû kes dengê xwe derxîne. Ewlehiya herême bê girtin.”

Etîket: bendavEvîn Cûmasivîltişrîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

30 HEZÎRAN 2026
Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

19 GULAN 2026
Ji ber xemsariya DSÎyê bi hezaran masî telef bûn

Ji ber xemsariya DSÎyê bi hezaran masî telef bûn

24 NÎSAN 2026
Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

Rejîma Îranê êrişî Başûrê Kurdistanê kir: 2 kes mirin 3 zarok birîndar bûn

7 NÎSAN 2026
Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

23 ADAR 2026
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Îran qadên sivîl hedef digire

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Îran qadên sivîl hedef digire

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne