* Hevserokê Şaxa OHDê yê Amedê Muhîttîn Mûgûç têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ji bo pêvajo bidome divê Abdullah Ocalan azad bibe.
* Hevseroka KCDê Leyla Guven diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 sal in li muxataban digere û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan bê şik û bêguman dê êşa sedan salan aş bike.”
* Qenala zarokan Zarok TV 10 sal in weşanê dike. Zarok TV 10emîn salvegera xwe pîroz dike. Rêveberê Zarok TV Îbrahîm Yildirim der heqê armanc û xebatên Zarok TV de axivî.
* Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Evîn Siwêd diyar kir ku piştî peymana di navbera Fermandarê HSDê Mazlûm Abdî û Serokkomarê Suriyeyê Ehmed Eş Şara hat îmzekirin dê welatiyên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê karibin vegerin warên xwe.
* DEM Partî, DBP û TJA dê li navçeya Licê ya Amedê Newrozê pîroz bikin (10.00)
* DEM Partî, DBP û TJA dê di çarçoveya civînên gel ên “Aştî û Çareseriya Demokratîk” de li salona Çand Amedê civîna gel pêk bînin (13.00)