* TJA li Gemlîkê meşek li dar xist. Jinên ku tev li meşê ya Gemlîkê bûne diyar kirin ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin gotin: “Em ê heta ku Rêberê me azad bibe li ber xwe bidin.”
* Rojnameger-nivîskar Felemez Ulug derbarê pêvajoyê de diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li şûna înkar û îmhayê çareseriyê îfade dike û got: “Di pêvajoyê de heya bingeheka destûrî ya ku mafên Kurdan mîsoger dike neyê avakirin, her hewldanek wê di asteke taktîkî de dê bimîne. Gelê Kurd êdî bêstatu û bêmaf jiyana heyî qebûl nake.”
* Parêzer Resul Temur beriya danişîna rojnameger Nedîm Oruç were lidarxistin diyar kir ku darizandina wî ya ji ber rojnamegeriyê nayê wê wateya cezakirinê û wiha got: “Ez hêvî dikim ku Nedim dê di vê danişînê de li gel kesên din ên têne darizandin were berdan.”
* Endamê Egîtîm Sena Êlihê û Gerînendeyê Dibistanê Nûreddîn Şîmşek anî ziman nifşên niha xwe zêdetir dişîbînin kesên mafya û got: “Ciwanên niha kesên ku di destê wan de tizbî, di sitûyê wan de xaça heyvê û di kêleka wan de jî demançe hene ji xwe re mînak digirin.”
* Hêzên Ked û Demokrasiyê yên navçeya Karşiyakayê ya Îzmîrê, dê li dijî êrîşên li ser dibistanan, li ber rawestgeha ÎZBANê ya Karşiyakayê daxuyanî bidin çapemeniyê (18:30)












