* Karkerê kana komirê Mehmet Ertak di 18ê Tebaxa 1992yan de ji hêla polîsan ve tê binçavkirin û dû re jî tê windakirin. Tevî girteka fermî ya binçavkirinê jî dewlet û emniyet windakirina Mehmet Ertak qebûl nakin, lewma Mehmet Ertak hê jî di resmiyetê de sax xuya dike.
* Şêniyên Amedê anîn ziman ku pêwist e qanûna rêveberiya herêmî bê guhertin û xwestin şarêdar walî, qeymeqam û hemû rêveberên navçe û bajaran ji aliyê gel ve bên hilbijartin.
* Welatiyê bi navê Remzî Cînakli ku 45 sal in kare tableyê dike, li navçeya Sûr a Amedê ji bo debara xwe bike ribês, kenger, gulik û nokan difiroşe.