* Kurd ji 2004an ve her sal 4ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hemû astengiyan bi girseyî û bi coş pîroz dike. Îsal jî tê plankirin ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk bi girseyî biçin Amarayê û 4ê Nîsanê pîroz bikin.
* Nivîskar û rewşenbîr Kawa Nadêr li ser pîrozbahiya Newrozê û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir û anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelê cîhanê ye.
* Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît dê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.30)
* Şandeya DEM Partî û DBPê ku duh li Silêmaniyê bi hin partiyên siyasî re hevdîtin kir, dê li Silêmaniyê serdana partiyên siyasî berdewam bike.
Kirmanckî
* Sîyasetmedar Mûsa Kûlû vengdayîşê Rayberê Şarê Kurdî Abdullah Ocalanî erjna va “Eke hetî ameyî masa ser gerekê wayîrê vîcdanî û exlaqî bê.”