* Siyasetmedarê Kurd Omer Onen diyar kir ku ew dixwazin bi vê pêngava “Aştî û Azadiyê” dane destpêkirin, gel ji bin vî şerê psîkolojîk rizgar bikin û got: “Birêz Ocalan û gel amade ye, gel ji birêz Ocalan û partiya xwe bawer e. Lê divê dewlet jî dilrast nêzî pêvajoyê bibe.”
* Dayika Egîd Îpek, Xalîse Aksoy a ku ji ber beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik tê darizandin, dê danişîna wê ya 7emîn li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)
* DEM Partî, di salvegera komkujiya jerzemînên Cizîrê de bi tevlibûna Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wê daxuyaniyê bide û panela “aştiyê” li dar bixe. (10.30)
* Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Çewligê dê beşdarî “Civînên Aştiya Civakî û Azadiyê” bibe. (13.30)