• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Bi govend û tilîliyan berê xwe dan ‘Mitînga Azadiyê’ ya Wanê

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    ‎Ji bo Bayram Balci loqme hate belavkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

    Tevî ku ji sedî 95 astengdar e jî nayê berdan

    Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rojnameger Nûjiyan Erhan li ser gora wê bi bîr anîn

Navenda Nûçeyan / AW

22 ADAR 2025 - 23:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hempîşeyên Rojnameger Nûjiyan Erhan a di 3yê Adara 2017an de li Xanesora Şengalê di êrîşa çekdarên PDKê de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, li ser gora wê ew bi bîr anîn.

Rojnameger Nûjiyan Erhan 3yê Adara 2017an di encama êrîşa çeteyên Roj ên ser bi PDKê ya li hember civaka Êzidî, li ser rêya navbera Sinûn û Xanesorê de hate suîkast kirin û bi giranî birîndar bibû. Nûjiyan Erhan di 22yê Adara 2017an de şehîd bû. Ji ber keda wê ya ji bo civaka Êzidî li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Şengalê hate veşartin.

Rojnamegerên li Şengalê û endamên TAJÊ, di 8emîn salvegera şehadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan de çûn ser gora wê û ew li ser gorê bibîr anîn. Şopdarên xeta Nûjiyan û dayikên Şengalî gul birin ser gora şehîd Nûjiyan û bi daxuyaniyekê şehîd Nûjiyan bi bîr anîn. Li ser navê ragihandina azad a jinên Êzidî Bêrîvan Çiya di bîranînê de axivî û diyar kir ku şehîd Nûjiyan yek ji rojnamevanûn ku di dema fermanê de xwe ji çiyayên azad berda Şengalê bû û got: “Şehîd Nûjiyan ji bo rastiya civaka me û dayikên Êzidî bide xuyakirin bêtirs berê xwe da Şengalê. Di wê demê de gelek zehmetî hebûn, lê ev ji bo şehîd Nûjiyan nebûna astengî û xwe gihand Şengalê. Yek ji hedefên wê yê esasî ew bû ku jinên Êzidî li Şengalê ragihandina ava bikin. Em wek rojnamevanên jin li ser xeta şehîd Nûjiyan dimeşin.”

Bêrîvan Çiya wiha berdewam kir: “Di dîrokê de gelek ferman hatine serê me lê tu ferman wek a sala 2014’an di cîhanê de nehatiya  naskirin. Bi saya şehîd Nûjiyan û hevrên wê hate naskirin. Şehîd Nûjiyan ne tenê di meşandina karê çapemeniyê de xwe di her tiştekî berpirsiyar didît. Ew bi jin û civaka Êzidî re dibû alîkar. Niha li Şengalê bi dehan dayikan navê Nûjiyan li keçên xwe kirine. Îro li Şengalê bi dehan jinên ciwan ên Êzidî kamera û pênûsa şehîd Nûjiyan hilgirtine û li ser xeta wê kar û xebatên xwe berdewam dikin.”

Piştre li ser navê TAJÊ’yê Berfê Eliyas axivî. Berfê Eliyas di şexsê şehîd Nûjiyan de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û anî ziman ku şehîd Nûjiyan keça vê civakê bû û got, “Şehîd Nûjiyan ji bo civaka me canê xwe feda kir. Em wê mîna   yek ji civaka xwe dibînin û ji malbata wê re dibêjin bila dilê we rehet be, em şehîd Nûjiyan ji bîr nakin.”

Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Etîket: Nûjiyan Erhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nujiyan Erhan bû dengî jinên êzidî

DFGê û MKGê Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî

22 ADAR 2026
Nujiyan Erhan bû dengî jinên êzidî

Nujiyan Erhan bû dengî jinên êzidî

22 ADAR 2025
12 rojnamevan bi êrîşên Tirkiyeyê hatin kuştin

12 rojnamevan bi êrîşên Tirkiyeyê hatin kuştin

21 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (746)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne