Hat diyarkirin ku dê şandeya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, biçe Şamê û bi hikûmeta demkî re danûstendinan bike.
Piştî peymana ku 29ê Çileyê di navbera Rêveberiya Xweser-HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin û 30yê Çileyê jî ji raya giştî re hatibû eşkerekirin, hewldanên siyasî jî zêde dibin.
Ji bilî danûstendinên ji bo pêkanîna peymanê, partiyên Kurd jî di nava hewldanan de ne.
Li gorî ku ANHAyê agahiyan ji çavkaniyên partiyan wergirtiye, şandeya Kurdî ya ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de (26ê Nîsana 2025an li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin) hatibû diyarkirin, wê biçe Şamê.
Ji bo çûna şandeyê, dîroka çûna şandeyê hê zelal nîn e, lê hat gotin ku wê di demeke kurt de biçe.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku wê li Şamê bi hikûmeta demkî re li ser parastina mafan, mîsogerkirina wan a di destûra bingehîn de, derbarê demokratîkbûna Sûriyeyê de hevdîtin werin kirin.













