• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê du malbatan li hev xist: Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn

    Li Wanê du malbatan li hev xist: Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn

    Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê bi eleqeyek zêde didome

    Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bi dawî bû

    Dayikên Aştiyê: Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye

    Dayikên Aştiyê: Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 11ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Agêrê bi kurdkî / Li Kurdî vegerin’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Agêrê bi kurdkî / Li Kurdî vegerin’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê du malbatan li hev xist: Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn

    Li Wanê du malbatan li hev xist: Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn

    Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    2yemîn Rojên Pirtûkan a Erxeniyê bi eleqeyek zêde didome

    Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bi dawî bû

    Dayikên Aştiyê: Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye

    Dayikên Aştiyê: Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 11ê GULANA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Agêrê bi kurdkî / Li Kurdî vegerin’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Agêrê bi kurdkî / Li Kurdî vegerin’ derket

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyeya dadgeriyê lihevkirinên nû çêbûn

Navenda Nûçeyan / AW

11 GULAN 2026 - 12:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bang li gelê Hesekê kir ku aram bin û rê bidin lihevkirinên berdewam ên bi hikûmeta demkî re ji bo çareserkirina dosyeya dadgeriyê û pirsgirêka tabelayên li Avahiya Dadgehê ya Hesekê. Ebdî diyar kir ji bo berdewamkirina pêvajoya entegrasyonê hewce dike ku dosyeyên din ên derbarê saziyên dadgeriyê de neyên astengkirin.

Di çarşoveya Peymana 29ê Çile de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, dosyeya dadgeriyê yek ji wan dosyeyan e ku tabelaya dadgeriyê ya bi Kurdî tê astengkirin. Ji ber vê astengkirinê li bajarê Hesekê li ber Avahiya Dadgehê xwepêşandan hatin lidrxistin, xwepşandêran rakirina zimanê Kurdî li ser tabelayên avahiyê protesto kir û daxwaza çareserkirina dosyeya dadgeriyê li parêzgehê kir.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbarê mijarê de bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî re hevpyevînek çêkir. Ebdî sedemên pêvajoya dadgeriyê ya rawestiyayî, lihevkirinên bi hikûmeta demkî re hatine kirin û pêşketinên dawî yên derbarê rakirina zimanê Kurdî ji ser tabelayan rave kir.

‘Divê me nehêlin ku pêvajoya entegrasyonê were rawestandin’

Mazlûm Ebdî diyar kir ku di vê mijarê de nêzîkî 2 hefte berê hin pirsgirêk derketin holê û bû sedemeke rasterast a astengkirineke demkî ya pêvajoya entegrasyonê. Ebdî da zanîn ku nakokî ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal ji bo entegrekirina dadgerên ji Rêveberiya Xweser di nav hikûmetê de û fikarên derbarê parastina mafên wan û taybetmendiyên herêmê de dest pê kir.

Ebdî dibêje, “Berteka rêveberiya dadgeriyê ya li herêmê rewa bû, ji ber ku wan paşguhkirin qebûl nekir, jixwe ev paşguhkirin li dijî entegrasyonê bû.” Ebdî destnîşan kir ku nebûna rêkeftineke hevbeş ji destpêkê ve bû sedema sekinandina vê pêvajoyê û rawestandina pêvajoya entegrasyonê ku bandorê li raya giştî kiriye.

‘Divê pêşî li krîzan bê girtin’

Ebdî got piştî vê paşveçûnê ku nêzî 2 hefte berê dest pê kir, li Şamê û li deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di astên cuda de gelek civîn hatine lidarxistin. Ebdî destnîşan kir ku wî bi xwe civînek bi kesên ku bi dosyeya dadgeriyê re têkildar li dar xistiye da ku vê krîzê derbas bikin û pêşî li wê bigirin ku nebe astengiyeke berfireh.

‘Divê dadgerên ji Rêveberiya Xweser werin entegrekirin’

Li gorî Ebdî, bi hikûmeta demkî re lihevkirin çêbûn û hatiye qebûlkirin ku dadgerên ji Rêveberiya Xweser werin entegrekirin û ji kar neyên derxistin û wiha axivî: “Her wiha li hev hatiye kirin ku hin kesên ji serdema berê (serdema Baasê) dê berdewam bikin da ku “dozên welatiyan bêne şopandin û xebata dadgerî bi rê ve here. Ev yek bêyî bi xebata hevbeş di navbera dadgerên ji Rêveberiya Xweser û dadgerên ku berê xizmet kirine de were pêkanîn.”

‘Xebat dê werin bilezkirin’

Ebdî destnîşan kir ku lîsteyên navên dadgerên ji Rêveberiya Xweser, ji bo amadekariya qeydkirina wan di kursên perwerdeya dadgerî yên hikûmeta demkî û erkdarkirina wan ji bo dadgehan hatine pêşkêşkirin. Ebdî da zanîn ku her du aliyan li hev kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê û vekirina navendên dadgerî li herêmê bi lez bikin, ji ber ku gelek xizmetên fermî bi wê ve girêdayî ne.

Çareserkirina pirsgirêka dadgehê mifteya çareseriyên din e’

Mazlûm Ebdî diyar kir ku derengketina projeya dadgehê bandorê li gelek mijaran dike, di nav de hilbijartin, derxistina pasaportan, mijarên qeydkirina erd milkan û dan û standinên din ên ku belgeyên dadgerî hewce dikin. Ebdî got: “Çareserkirina pirsgirêka dadgehê mifteya çareserkirina gelek pirsgirêkên din e.”

‘Hikûmet li pey rewakirina yek zimanî ye’

Der barê rakirina zimanê Kurdî ji tabelayên dadgehê yên li Hesekê de Ebdî diyar kir ku hikûmetê ev yek bi hinceta ku dadgeh “saziyeke serwer e di nav parêzgehê de û divê tabela tenê bi erebî be” hewl da rewa bike. Ebdî got nûnerên herêmê naxwazin ev nakokî bibe astengiyeke din ji bo pêvajoya entegrasyonê.

‘Tabelayên du zimanî dê werin bikaranîn’

Ebdî anî ziman ku li gorî peymana bi hikûmetê re hatiye pejirandin ku tabelayên duzimanî (Erebî û Kurdî) li bajarên ku bi piranî Kurd lê dijîn wekî Kobanê, Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê û yên din, werin bikaranîn. Ebdî destnîşan kir ku tabelaya heyî ya li Hesekê “ji bo demeke diyarkirî” hatiye pejirandin û dê paşê di peymanên nû de were nirxandin.

‘Bertekên gel mafdar in’

Mazlûm Ebdî da zanîn ku bertekên gel ên li dijî rakirina zimanê Kurdî mafdar in û wiha got: “Bertek bihêz bûn. Bi taybet di nav ciwanan de, ji ber hesasiyeta civakê ya li hember mijara parastina zimanê Kurdî. Li ser bingeha van pêşketinan û bi berçavgirtina nerazîbûnên giştî û hesasiyeta li dora dadgerî û saziyê, mijar ji nû ve hate nirxandin.”

‘Lihevkirinek çêbûye, di dema pêş de dê were çareserkirin’

Ebdî diyar kir ku di dan û standinên berdewam de bi nûnerên hikûmeta demkî re ev mijar dîsa hate gotûbêjkirin û li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka ziman û navan li Avahiya Dadgehê ya li Hesekê di qonaxa pêş de, wekî li bajarên din ên Kurdan, lihevkirinek çêbû. Ebdî destnîşan kir ku aliyê din soz daye ku pirsgirêkê çareser bike û tabelayên bi Erebî û Kurdî ji nû ve saz bike, lê ne niha di dema bê de dê ev yek were sazkirin.

Banga ji bo gel û ciwanan

Ebdî bi taybetî bang li ciwanan û hemû xelkê Hesekê kir ku derfetê bidin û aram bin ji bo ku têgihîştin li ser erdê werin bicihkirin û da ku pêvajoya entegrasyonê têk neçe û mijarên din ên derbarê vê saziyê de dereng nemînin.

‘Divê zimanê Kurdî di destûrê de cih bigire’

Mazlûm Ebdî rêz û spasiya xwe ji bo hesasiyeta mezin a gel a derbarê parastina zimanê Kurdî de anî ziman, ew helwest wek çavkaniya şanaziyê bi nav kir. Ebdî di heman demê de diyar kir ku divê hewlên ji bo mîsogerkirina ku zimanê Kurdî di siberojê de di destûra Sûriyeyê de were bicihkirin, berdewam bikin.

 

Etîket: Avahiya Dadgehê ya HesekêEntegresyona HSDêFermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum EbdîHesekêtabelaya bi KurdîTabelayên Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

9 GULAN 2026
232 dîlgirtiyên din hatin berdan

232 dîlgirtiyên din hatin berdan

8 GULAN 2026
Li Hesekê li hember rakirina tabeleya Kurdî çalakî

Li Hesekê li hember rakirina tabeleya Kurdî çalakî

7 GULAN 2026
Mehmûd Xelîl: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

Karwanê girtiyan gihişt Şedadê: Malbat li benda pêşwaziyê ne

11 NÎSAN 2026
Elmaz Romî bû şaredara Kobanê

Elmaz Romî bû şaredara Kobanê

6 NÎSAN 2026
Li Hesekê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li Hesekê teqîn: Mirî û birîndar hene

1 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

    Bi sed hezaran serkeftina Amedsporê pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwişka Hozan Mizgîn: Mîrateya ku hiştiye nasnameyeke têkoşer da avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Roja Dayikan dê bi vekirina deriyên girtîgehan bê pîrozkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdî hê jî rastî cihêkariyê tên

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê: Di aştî û wekheviyê de zerar tune ye, xweşî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bûka Kurdistanê’ ya berxwedêr: Leyla Qasim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Botanê banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê du malbatan li hev xist: Kesek mir û 14 kes jî birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan serdana ‘Baxçeyê Serokatî’ kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (266)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne