Şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya Rojava şevê din li navenda Tilizêr û Sîba Şêx Xidir agir dadan û heta derengê şevê nobet girtin.
Şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya Rojava şevê din li navenda Tilizêr kom bûn û agir pêxistin. Şêniyan bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojava re qêriyan. Piştre di nava bajêr de bi karwanê wesayîtan geriyan û heya komelgeha Sîba Şêx Xidir dewam kir. Şêniyan li komelgehê piştre li ber peykerê Ş. Xeyrî ku li navneda Sîba Şêx Xidire, agir pêxistin û heya derengiya şevê çalakiya ji bo piştgiriya Rojava dewam kir.













