Şeredariya Cizîrê bi boneya 8ê Adarê bi jinan re dar çandin.
Şeredariya Cizîrê, bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê dar çandin. Hevşeredara Cizîrê Guler Yerbasan û Jinên di şeredariyê de dixebitin li bulvara Mezopotamya ya li ser rêya Şirnexê dar çandin. Jinan di dema dar çandinê de dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” berz kirin.