Serokê Konseya Ewropayê Antonîo Costa ji pirsa, “Piştî hevtdîna we li Şamê bi Şara re çêkir, Kurd li Rojava tên qetilkirin” bi awayek panîk reviya û nebersivand.
Êrişên li ser Rojayê Kurdistanê di rojeva hemû cîhanê de ye. Rabûna ser pêya ya gelê Kurd balê dikişîne ser komkujiyên HTŞ û DAIŞê ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin. Li Konseya Ewropayê jî ev hefteyek e mijara sereke êrişên li ser Rojaveyê Kurdistanê û bêdengiya Ewropayê ye. Serokê Parlamentoya Ewropayê Antonîo Costa ku berê êrişên li ser her du taxên Kurdan ên Helebê bi şandeyekê re çûbû Şamê û bi Mihemed Colanî re hevdîtin pêk anîbû û dûre komkujiyan destpêkiribû, di hedefa hêrsa gelê Kurd û dostên gelê Kurd de ye.
‘Piştî hevdîtina te Kurd tên qetilkirin’
Li Konseya Ewropayê rojnameger Mihemed Kaya pirsa, “Piştî tu çûyî Şamê û tu bi Ahmet eş-Şara re hevdîtin pêk anîn, li Rojava Kurd tên qetilkirin. Gelo şîroveyek we heye?” ji Antonîo Costa kir. Costa ku pêşiyê li rojnameger nêrî lê li ser bihîstina pirsê bêyî li pişt xwe binêre bi awayek panîk dûr ket. Ev helwesta Costa jî di çapemeniyê de bû sedema bertekên cuda û ji ber vê helwesta xwe hate şermezarkirin.
“Bi vê rejîma hov re muzakere nayên kirin’
Endama Parlementoya Ewropayê Evîn Încîr jî di axaftina li parlomentoyê kir de bal kişand ser hovîtiya çeteyên HTŞê û wiha got: “Ev rejima tundirev nayê rêvebirin, pê re muzakere nayê kirin û divê neyê normalîzekirin. Divê bê bi dawîkirin.”













