• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Hatîmogûllari li Wanê axivî: Tevî astengiyan jî ‘çemê aştiyê’ diherike

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Li Kadikoyê herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serxwebûnê perspektîfa Abdullah Ocalan a Kongreya 12emîn weşand

Navenda Nûçeyan /AW

4 HEZÎRAN 2025 - 07:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Rojnameya Serxwebûnê tevahiya perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Kongreya 12’emîn a PKKê re şand weşand.

Belgeyên Kongreya 12emîn a PKKê hemû di hejmara Gulanê (521) a rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin. Perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan ji Îmraliyê şand kongreyê, cara yekemîn li rojnameya Serxwebûnê hate weşandin. Li gel perspektîfa ji peyamên dîrokî, metna giştî ya axaftinên destpêk û girtinê yên Kongreyê, biryarên hatin wergirtin û nêrînên delegeyan jî hatin weşandin.

Di hejmara Gulanê de her wiha nivîsên li ser jiyana têkoşînê ya rêveber û kadroyên damezrîner ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî hene. Wekî din têkildarî Pelîn Zozan (Pelîn Yilmaz) a ku meha derbasbûyî şehadeta wê hate ragihandin, Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) û şoreşgerên Tirkiyeyî ‘Sê Şitil’ nivîs hatin weşandin.

‘Hevî û baweriya min ji bo serkeftina mezin e’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi perspektîfa ji 20 rûpelî û nameya ji 4 xalan beşdarî Kongreya 12emîn a PKKê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan di perspektîfa xwe de got, “Ev civînên me bi xwe jî dibe ku nîvê çareseriyê bin. Ji niha û pê ve jî wê pêwîstî bi hewldaneke cewherî û hêja hebe. Hêvî û baweriya min a ji bo serketinê mezin e.” Rêber Apo sernavên têkildarî serdema nû jî bi 7 xalan vedibêje. Sernavên xalên navborî bi vî rengî ne:

1- Xweza û wate

2- Xwezaya civakî û pirsgirêk

3- Di nava civaka dîrokî de dubendiya dewlet û komunîstbûyînê

4- Modernîte

5- Rastiya Kurd û Kurdistanê

6- PKK û fesixkirin

7- Perspektîfên dema nû

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku perspektîfa dema nû pêşkêş dike, dibêje ‘Meseleya fesixkirinê ji bo me rojeveke nû nîne’. Destnîşan dike ku têkildarî fesixkirina PKKê; pirsgirêk bi tena serê xwe fesixkirin nîne, bi aliyên xwe yên erênî û neyînî bi mehan dibe ku pêwîstî bi nîqaşkirinê hebe û li ser sedema wê jî dibêje: ‘Ji ber ku em qala avaniyeke bi tenê nakin. Em qala guhertina mejî û kesayetiyê ya bingehîn dikin. Jinûve avabûn herî zêde bi vî rengî dibe. Ji bo pêvajo bi rengekî çêker bi rê ve biçe û bigihêje encamê divê mirov ecele neke.”

Berpirsiyariya afirandina çarçoveya têgînî û teorîk

Abdullah Ocalan bi van gotinan, wezîfeyan bi bîr dixîne: ‘Perspektîfa me ya serdema nû li ser bingeha neteweya demokratîk, eko-aborî û komunalîzmê jinûve avakirina civakê ye. Ji bo bingeha felsefî ya vê avakirinê bê danîn, aliyên wê yên îdeolojîk û bi civaka berfireh bibe xwedî beden, berpirsyariya me heye ku em çarçoveya teorîk û têgînî biafirînin’. Her wiha rêgeha ku meş lê bê kirin jî bi vî rengî vedibêje:

“Bêguman nêta aliyan dibe ku cuda bin. Lê belê gava tê avêtin, yan jî banga hate kirin ji aliyê cewherî ve rast e… Em hêmanên îdeolojîk, bernameya pratîkî û aliyên taktîk stratejîk ên paşerojê ava dikin. Civaka demokratîk bernameya siyasî ya vê demê ye. Dewletê ji xwe re nake armanc. Siyaseta civaka demokratîk siyaseta demokratîk e. Komun bi xwe jî komuna demokratîk e. Rast nîne ku ji hev cuda bin. Civaka komun demokratîk e. Ji civaka rojane re divê mirov civaka demokratîk bibêje. Sosyalîzma demokratîk jî tê wateya civakîbûna demokratîk. Dîrokeke çawa ya dewletê hebe dîrokeke komunê jî heye… Jiyana azad a gelan bi komunê dibe. Çawa ku netewe dewlet çeka kapîtalîzmê be çek û pîvana damezrîner a gelan jî komun e. Ev civaka komun li ser şaredariyan dikare bê birêxistinkirin. Ji aliyê teorîk û pratîkî ve dikare bê kirin. Lê belê bi hesasiyet û têkoşîneke antî kapîtalîst a rasteqîn ev yek dikare pêk were.”

Sê piyên modernîteyê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexnekirina kapîtalîzmê û alternatîfa wê jî bi vî rengî kurteber dike: “Ji bo derbasbûna ji modernîteyê û sosyalîzma reel a ku xizmetê jê re dike, me hewl dan analîzeke nû, teoriyeke sosyalîst a alternatîf biafirînin. Navê wê jî kir Modernîteya Demokratîk. Neteweya demokratîk xist şûna netewe dewletê, komun-komunalîste xist şûna kapîtalîzmê û eko-aborî xist şûna endustralîzmê û analîzên vê yekê afirand. Me pergala xwe ya civaka azadîparêz a li ser têkiliya bi hev re ya van analîzên li ser sê hêmanan weke Modernîteya Demokratîk pênase kir, kir nivîs û me dît ku di asteke girîng de ji civakê bersivê werdigire.

Bêguman sernavên jêrîn ên van sê qadan hene. Mînak, parçeyekî girîng ê komunalîteyê azadiya jinê ye. Her wiha polîtîka, exlaq û hwd. dikarin bêne vegotin. Em ê van hemûyan bi berfirehî binirxînin. Têrker e ku temamiya vê pergalê weke Modernîteya Demokratîk bê pênasekirin. Pênaseyên mehşerê yên di ol de tê kirin, ne tenê ji bo cîhana din, her wiha ji bo vê cîhanê jî derbasdar e. Xeteriya ku pirtûkên pîroz balê dikişînin ser, dibe ku ev be. Modernîteya kapîtalîst mehşerê li mirovahiyê ferz dike.”

Konfederalîzma herêmê

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku eger armancên serdema nû bi ser bikevin wê “Ne tenê ji bo Kurdan û Kurdistanê, her wiha ji bo herêmê jî serketinên girîng bi xwe re bîne. Serketina di vir de wê bandorê li Sûriye, Îran û Iraqê jî bike. Komara Tirkiyeyê wê bibe xwedî wê şensê ku hem xwe nû bike, bi demokrasiyê tacîdar bike hem jî pêşengiyê ji herêmê re bike.” Rêber Apo her wiha balê dikişîne ser wezîfeya dijber û aliyên pêvajoyê:

“Dikarim bibêjim ku ti qîmeta dijberên pêvajoyê nîne. Wê têk biçin. Lê belê ji bo pêkhatina vê jî berpirsyarî dikeve ser milê aliyan. Li gel encamên herêmî yên vê pêvajoyê, wê encamên xwe yên enternasyonal jî hebin. Konfederalîzma Herêmê weke pêwîstiyeke mutleq xwe dide pêş… Lê belê ev çareserî di heman demê de enternasyonaleke nû jî ferz dik…”

Sosyalîzma Civaka Demokratîk’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî dest bi nameya xwe ya dîrokî ya 27ê Nîsanê dike:

“Hevrêyên Hêja!

Piştî 52 sal, mehek û hefteyek ji dîroka me ya têkoşînê, em bi rengekî fermî serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi wateyeke din a şênber, em dixwazin ji sosyalîzma bi armanca netewe dewletê derbasî serdemeke dîrokî ya ji sosyalîzma civaka demokratîk bibin. Çawa ku dawî û destpêka her tiştî heye.” Di dewama nameyê de çar xalên bingehîn ên divê li paş bêne hiştin û hincetên wê vedibêje.

‘Ji bo destpêkeke nû’

Rojnameya Serxwebûnê ragihand ku hejmara wê ya Gulanê hejmara dawî ya weşana wê ya bê navber a 44 salan e. Serxwebûnê di hejmara dawî de ku bi manşeta ‘Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye’ hate weşandin, bi sernavê ‘Ji bo destpêkeke nû’ xatir ji xwendevanên xwe xwest:

“Serxwebûn ku bû dengê Berxwedana Kurdan a Hemdem, leheng û qehremanên Kurdan, Kurd ên azad, Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Jinê ku mohra xwe li sedsala 21’ê xist, bi vê hejmarê re dawî li weşana xwe tîne. Eşkere ye ku bidawîkirina weşana Serxwebûnê bidawîbûnek nîne, lê belê hewldanek ji bo avakirina zemîna destpêkên nû ye. Ji bo organên nû yên weşanê ku li gorî rastiya îdeolojîk û teorîk a şaristaniya demokratîk weşanê bikin, ev hewldan pêşîvekirin e. Lewma mîrtaya Serxwebûnê ku mohra xwe li demeke dîrokî xist, wê di dema nû de di nava organên nû yên weşanê de bi rola xwe rabe. Bû dengê bilind ê berxwedana dema lehengiyê ya gelê Kurd. Bû dibistana rasteqîn ku şoreşger û welatparêzên Rêber Apo perwerde kir.

Her tişt ji bo destpêkên nû û hîn xurt!..

Ruh û hişmendiya Serxwebûnê wê her hebe!..”

Etîket: Abdullah OcalanKongreperspektifSerxwebûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

Zekî Bayhan: Divê bi milyonan kes dakevin kolanan û aştiyê ferz bikin

30 NÎSAN 2026
Heyeta Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayîndekirin

Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

29 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026
Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

Şînasî Atabey: Statûkoya sedsalî perçe dibe, serdema aqilê stratejîk ê Kurdan e

27 NÎSAN 2026
Hevserokên DEM Partî yên Saruhanliyê hatin hilbijartin

Hevserokên DEM Partî yên Saruhanliyê hatin hilbijartin

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê DEM Partiya Colemêrgê: Desthilat li ser Colemêrgê cihêkariyê dike 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (26)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne