Enqere – Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu anî ziman ku xwe fesixkirina rêxistinê û şewitandina çekan tespît û teyîd e û wiha got: “Divê demildest bêyî ku bê dirêjkirin, desthilat berpirsyariya xwe ya ji bo amadekirina qanûnan pêk bîne.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkir rojeva sereke ye. Di 15ê mehên pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê geşedanên dîrokî qewimîn. Dûh jî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de geşedanên dîrokî rû dan. Serê sibehê Rêveberiya Tevgera Apoyî di salvegera kongreya fesîxkirinê ya PKKê de ji raya giştî re daxuyaniyek belav kir. Rêveberiya Tevgera Apoyî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêşvêçûna pêvajoyê bi statu ankû şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê pêkan be û bang li desthilatê kir ku zemîna hiqûqî bê amadekirin. Piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku di komcivîna partiya xwe de axivî bal kişand ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşniyar kir ku Abdullah Ocalan di bin banê Pêvajoya Aştiyê û Koordînatoriya Siyasî de kar û xebatên xwe pêş bixe. Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî û geşedanên siyasî di rojevê de ye.
Komîsyona li Meclisê hatiyê avakirin jî piştî 18ê Sibatê de rapora hevpar amade kir xebatên xwe jî bi dawî kir. Bi dawîbûna xebatên komîsyonê ber bi îro ve rojeva serekê jî çêkirina pêvajoya qanûnî ye. Dirêjkirina pêvajoya çêkirina qanûnan di raya giştî de jî nîqaşên “Gelo pêvajo xitimî” bi xwe re tînê. Piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî û peyamên ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatinê dayîn tê payîn di meha Gulanê de di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê geşedanên girîng biqewimin. Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu ku di heman demê de endamê Komîsyona Meclisê bû, tekildarî geşedanên dawî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Berpirsyarî ya desthilatê û Serokkomar e’
Sezgîn Tanrikulu bi lêv kir ku komîsyona li meclisê hatibû avakirin di çerçoveya qanûnî de xebatên dîrokî pêş xistin û wiha axivî: “Komîsyonê piştî hemû beşên civakê guhdar kir di meha Sibatê de raporeke hevpar amade kir. Dibe ku kemasiyên raporê hebin jî tê de bi xalên 6 û 7an de ji bo demokratîkbûyina Tirkiyeyê pêşniyar cih girtin. Ji parlamento, desthilat û saziyên dadê re pêşniyar hatin kirin. Taybet xala 6an ji bo pêvajoya bêçekirinê pêşniyara çerçove qanûneke dike. Xala 7an jî ji bo demokratîkbûyinê pêdivî bi çi gavan heye qala wan dike. Lê di meha Sibatê vir de care gotin meha Remazan e, carê gotin meha Nîsan e û pêvajo wisa hat dirêjkirin. Ji aliyê desthilatê ve ji bo çerçove qanûnan ne ji parlamentoyê re û ne jî partiyên siyasî re tu peşniyarek nehatiye. Di vir de berpirsyarî ya desthilat û Serokkomar e. Metneke pêşnûmeyê piştî bi Wezareta Dadê re amade kirin beriya pêşkeşî parlamentoyê bikin divê fikir û remanên partiyên di komîsyonê de cih girtine bigirta lê heta niha tiştek wisa pêk nehat.”
‘Em li pişt metna ku me îmze kiriye ne’
Di berdewama axaftina xwe de Sezgîn Tanrikulu bal kişand ser girîngiya daxuyaniya Dewlet Bahçelî ya li ser çêkirina pêvajoya qanûnan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber hêdî meşandina pêvajoyê û dirêjkirina çêkirina qanûnan di raya giştî de rexneyên ‘pêvajo xitimîye’ pêş dikevin. Ew rexne ne rexneyên neheq in. Piştî van rexneyan hefteya borî Serokkomar Erdogan û niha jî Devlet Bahçelî hin tespît kirin. Serokê me yê Giştî Ozgur Ozel jî îro bi daxuyaniya xwe diyar kir ku ew li pişt metna ku îmze kirine ne û ji bo Kurd li tevahî erdnîgariyê dijîn divê di şert û mercên wekhev de bijîn û ji bo vê jî divê gav bên avetin. Di vê rewşa ku fikrên hevpar derketinê holê de hê jî desthilatê pêşnûmeyek pêşniyarî parlamentoyê nekiriye ew yek li dijî rihê pêvajoyê ye.”
Şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Sezgîn Tanrikulu li ser statuya muzakeravanê serekê yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî sekinî û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Şert û mercan desthilat, Wezareta Dadê û MÎT dikarê diyar bike. Ji ber ku heta niha ji bo pêvajoyê qanûnek derneketiye. lewma jî diyarkirina şert û mercan, mijara desthilatê ye. Bi qestî ji raya giştî re gotina ‘muzakerê bênavber’ tê belavkirin.” Sezgîn Tanrikulu li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêvajoya heyî de sekinî û wiha pê de çû: “Helbet wî bixwe însiyatîf girt, bang kir û li ser wê bangê pêvajo hat vê merhaleyê. Vê yekê kes nikare wek nedîtî nêz bibe. Ji ber vê yekê jÎ dikare şert û mercên bêçekirinê pêk bînê û çerçoveya wê ya qanûnî diyar bike. Divê xwedî şertên pêkanî van bên sazkirin. Vê yekê ne em, dewlet dikare çerçoveya şert û mercan diyar bike.”
‘Gavneavetin pêvajoyê jidilnebûna desthilatê nîşan dide’
Di berfirehiya axaftina xwe de Sezgîn Tanrikulu destnîşan kir ku beyî çêkirina qanûnan jî gavên dikarin bavêjin jî nehatin pêkanîn û ev tişt anîn ziman: “AKPê ji bo baweriya civakê pêk were ji serî heta niha tiştek nekiriye. Berovajî wê bi helwesteke ku baweriya civakê qels bike nîşan da. Helbet derxistina qanûnê karê parlamentoyê ye. Lê hin gav hene ku pêdivî bi çêkirina qanûnan tune ye. Weke mînak pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û bi dawîkirina sepanên qeyûman. Ji bo van hewcehî bi çêkirina qanûnan tune ye lê hewcehî bi jidilbûn û îradeyeke siyasî heye. Lê AKPê ji bo avetina van gavan jî bi awayekî jidil nêz nebû. Hên çend roj berê Ahmet Turk ku beyî hincetek hebe li şuna wî qeyûm hatibû tayinkirin û dema peywira qeyûm hat dirêjkirin. Ew tenê bi serê xwe jidilnebûna desthilatê nişan dide. Heke ew gav bihata avetin baweriya civakê jî dê xurtir bibûna. Ji aliyê din ve Selahattîn Demirtaş tevî biryara DMMEyê jî nayê berdan. Gel ji me dipirsê heke di van şert û mercan de jî Selahattîn Demirtaş neyê berdan, em ê qala kîjan pêvajoyê bikin. Ew hemû jî jidilnebûna desthilatê nişan dide.”
‘Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bînê’
Di dawiya axaftina xwe de Sezgîn Tanrikulu tekildarî pêvajoyê li ser “Mekanîzmaya Tespît û Teyîtê” anî ziman ku divê beyî derengxistinê çerçove qanûnek bê çêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hatiyê diyarkirin ku endamên rêxistinê ne di nav sînorên Tirkiyeyê de ne. Ew rewş hat parvekirin û hat teyîdkirin. Di vir de heke di nav sînorên Tirkiyeyê de endamên rêxistinê nemane û îradeya berdana çekan jî hatiyê nişan dan. Rêxistinê bi kongreyeke xwefesixkirinê jî kiriyê. Her wiha rêxistinê diyar kiriye û gotiyê ku ew ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêbazên çekan bikarnaynin. Li gorî min tespît û teyid jî ew e. Divê demildest beyî ku bê dirêjkirin desthilat berpirsyariya xwe ya ji bo çerçove qanûnan pêk bînê.”













