Amed – Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî yê Baroya Amedê Muslum Dalar diyar kir ku naskirina zimanê Kurdî dê di aştiya civakî de roleke bingehîn pêk bîne û got: “Ev naskirina hevbeş dînamîka herî bingehîn a civakeke demokratîk e. Zimanê Kurdî ji bo vî welatî ne gef e, bîra civakî ye. Aştiyek ku bêyî qanûn ji bo zimanê Kurdî were pêkanîn dê ji hêla qanûnî ve qels û ji hêla civakî ve jî kêm be.”
Bi banga Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” salekê zêdetir li pişt xwe hişt. Di nav salekê de ji aliyê Tevgera Azadiyê ve ji bo silametiya pêvajoyê gavên şênber û berbiçav hatin avêtin, her wiha li qada siyasete jî hevdîtin û civînên ser pêvajoyê pêk hatin. Di nav van demên girîng de jî gelê Kurd her roj li qadan û li kolanan daxwaza avêtina gavên şênber dike. Di serî de gelê Kurd, sazî û dezgehên sivîl di pêvajoya aştiyê de yek ji daxwaza statuya zimanê Kurdî dike. Rêveberê Baroya Amedê Muslum Dalar ku Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî ya baroyê ye li ser mijara statuya zimanê Kurdî, qanûnên ku ji bo statuya ziman çi ne û divê çi gav bên avêtin axivî.

‘Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, ew qebûlkirina nasname, ziman û rûmeta gelan e’
Muslum Dalar da zanîn ku statuya ji bo zimanê Kurdî yek ji aliyên herî krîtîk ên pêvajoya aştiyê ye û wiha got: “Ji ber ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleyeke ewlehî, rêveberî, an siyasetê ye, ew di heman demê de meseleyeke nasname, hemwelatîbûna wekhev û naskirinê ye. Di vê mijarê de ya herî giring nasnameya ziman e. Bi salane li Tirkiyeyê, Kurdî yan qedexe bû yan jî bi bandor di qada cemaweriyê de nehat dîtin. Bi taybetî, dema Komara Tirkiyeyê ava bû hate înkarkirin û politikayên bişaftinê bi dijwarî hatin bikaranîn. Reflekseke ji sedî sed înkar meşandin. Qanûna Hejmara 2932 a 1983yan rejîmeke dijwar a înkarkirinê ava kir, çalakiyên ku armanc dikin ‘bikaranîn û belavkirina zimanên ji bilî Tirkî wekî zimanên zikmakî’ qedexe kir. Her çend ev qanûn di sala 1991an de hatibe betalkirin jî, şopên wê yên qanûnî û sazûmanî yên vê zîhniyeta tepeserkirinê bi tevahî nehatine jêbirin. Heta îro jî, xala 42yan a Zagona Bingehîn dibêje ku ‘ti zimanek ji bilî Tirkî nikare wekî zimanê zikmakî ji welatiyên Tirk re di saziyên perwerdehiyê de were hînkirin an jî were perwerdekirin.’ Ev bend yek ji astengiyên bingehîn ên destûrî ye ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Ji ber vê yekê, mesele ne tenê li ser “azadiya zimanê Kurdî” ye. Azadî bêyî statûyê lawaz e. Mafekî ku îro destûr tê dayîn, dibe ku sibê bi biryareke îdarî were sînordarkirin. Ji ber ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, ew qebûlkirina gelan bi nasname, ziman, bîr û rûmeta wan e. Aştîyek ku bêyî zagon ji bo zimanê Kurdî were damezrandin dê ji hêla qanûnî ve qels û ji hêla civakî ve kêm e.”
‘Qebûlkirina zimanê Kurdî di heman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî girîng e’
Muslum Dalar diyar kir ku naskirina zimanê Kurdî dê di aştiya civakî de roleke bingehîn bilîze û ev yek anî ziman: “Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye, ziman ew e ku mirov pê gerdûna xwe ava dike, pê re dijî, xewn û xeyalê xwe pê dibine, tu bi zimanê xwe welidî yî. Ger zimanê gel di qada giştî de neyê naskirin, ew mirov nikarin li ber dewletê xwe weke welatiyên wekhev hîs bikin. Bi salan e li Tirkiyeyê, Kurdî wekî zimanekî ku di nav malbatê de tê axaftin tê dîtin. Lê di dibistan, dadgeh, rêveberî, medyayê û siyasetê de dihat tepeserkirin. Vê rewşê ji bo Kurdan ne tenê windahiyeke çandî çêkir, lê di heman demê de bêbaweriyek kûr li hember dewletê jî çêkir. Raporên vî di warî de jî li ser pêvajoya aştiyê jî teqez dikin ku nebûna naskirina nasnameya Kurdî di warên siyasî, civakî û çandî de yek ji çavkaniyên bingehîn ên pevçûnê ye. Ger ziman were naskirin, dewlet vê peyama ji welatiyên xwe re dibêje: “Hebûn, nasname û bîranîna we ne gef in ji bo vî welatî, dewlemendiya welatê min e.’ Ev peyam ji bo avakirina baweriyê girîng e. Dîtina Kurdî di perwerdehiyê, rêveberiyên herêmî, çand, medyayê û xizmetên giştî de bingeha psîkolojîk a aştiya civakî xurt dike. Ji ber ku nasnameyek înkarkirî hêrsê çêdike; nasnameyek naskirî hestek aîdiyetê ava dike. Nêzîkatiya niha ya UNESCOyê ya ji bo perwerdehiya pirzimanî her wiha nîşan dide ku perwerdehiya bi zimanekî ku zarok fêm dikin û diaxivin encamên fêrbûnê, tevlibûnê û wekheviyê xurt dike. Ji ber vê yekê, qebûlkirina zimanê Kurdî ne tenê ji bo Kurdan, lê di heman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî girîng e.”
‘Pêngavên ku bên avêtin çi ne’
Muslum Dalar ji bo ziman divê qanûn bi çi awayî bên çêkirin û divê ziman çawa bên parastin nêrînên xwe parve kir û got: “Pêşî û berî her tiştî, divê pirsgirêk ne bi demkî, lê bi têgihiştineke berfireh a Reforma Mafên Zimanî were çareserkirin. Tirkiye pêdivî bi pergaleke yasayî heye ku ne tenê zimanê Kurdî di çalakiyên çandî de nas bike, lê di heman demê de wê bike beşek xwezayî ya jiyana giştî, ji perwerde û dadweriyê bigire heya rêveberiyên herêmî û medyayê.”
Xalên ji bo qebûlkirina ziman
Muslum Dalar gavên ku bên avêtin wiha bi rêz kir:
1 – Pêngava yekem ew e ku xala qedexeker a di madeya 42-an a zagona bingehin de were betalkirin. Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi makezagonê were misogerkirin. Ev ne redkirina Tirkî ye, lê modelek hemwelatîbûnê ya pirzimanî, wekhevîxwaz û demokratîk e.
2 – Divê “Qanûna Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî û Perwerdehiya Pirzimanî” were amadekirin. Divê ev qanûn bikaranîna Kurdî û zimanê din wekî zimanê perwerdeyê ji pêşdibistanê bigire heya zanîngehê, perwerdehiya mamosteyan, pêşxistina mufredatê, hilberîna pirtûkên dersê û danîna standardên pedagojîk birêkûpêk bike.
3 – Divê “Qanûna Parastina Ziman û Çanda Kurdî” were derxistin. Divê ev qanûn zaravayên Kurdî yên wekî Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî û Soranî jî li ber çavan bigire; lêkolînên ziman, enstîtu, arşîv, ferhengên dîjîtal, weşan û hilberîna çandî divê bi piştgiriya giştî werin misoger kirin.
4 – Divê xizmetên pirzimanî di rêveberiyên herêmî de werin hêsankirin. Divê şaredarî ji ber bikaranîna zimanê Kurdî di tabelayan, ragihandinan, xizmetên çandî, xizmetên civakî û agahdariya giştî de nekevin bin tohmetên sûc, lêpirsînan an jî zextên rêveberiyê.
5 – Divê mafê bikaranîna zimanê dayikê di dadwerî û xizmetên giştî de were xurtkirin. Mafê wergêran di dadgehan de divê ne tenê ji bo armancên parastinê, lê di heman demê de wekî beşek ji mafê gihiştina edaletê jî were hesibandin. Welatiyên kal, yên ku li deverên gundan dijîn, an jî yên ku têra xwe bi Tirkî nizanin, divê bikaribin di saziyên giştî de bi Kurdî xizmetan bistînin.
6 – Divê Tirkiye bi awayekî cidî îmzekirin û pejirandina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî an Kêmneteweyî ya Konseya Ewropayê bifikire. Tirkiye ne endamê vê Peymanê ye, not ji vê peymanê; lê ev belge standardek navneteweyî ya girîng e ji bo parastina zimanên herêmî yên dîrokî li Ewropayê. Divê Tirkiye, şerha xwe wekî vê peymana navnetewî ji yên din jî rabike û bibe terefê vê peymanê. Divê siyaseta ziman li ser bingeha mafan be, ne li ser bingeha ramana ewlehiyê. Parastina zimanek ji rakirina qedexeyan bêtir hewce dike; Ji bo ku ziman li dibistanan, li kolanan, li sikakan, li sûkan, li dadgehan, li şaredariyan, li televîzyonê, di pirtûkan de û di cîhana dîjîtal de bijî, piştgiriya saziyî hewce dike.

‘Aştî ne tenê bêdengî ye ew bihîstina zimanê hevdu ye’
Muslum Dalar destnîşan kir ku zimanê Kurdî divê êdî nebe mijara danûstandinê, bazarê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ziman mafekî bingehîn û xwezayî ye. Ev mijar ne tiştek e ku li gorî konjonkturên siyasî were paşxistin an tengkirin. Ew rasterast meseleya mafên mirovan û demokrasiyê ye. Bi înkarkirina zimanê qewmekî, tu nikari aştî çêbikî. Kurdî yek ji zimanên kevnar ên vê erdnîgariyê ye. Naskirina vî zimanî di qada giştî de dê nebe sedema windakirina Tirkiyeyê, ew ê Tirkiyeyê demokratîk bike, piralî bike û xurt bike. Minakên dîrokî nîşan dane ku polîtîkayên înkarê nakokiyan kûrtir dikin, polîtîkayên naskirina jiyana hevbeş gengaz dikin. Aştî ne tenê bêdengî ye. Aştî bihîstina zimanê hev e. Roja ku dewlet Kurdî bibihîze, welatiyên Kurd dê dest bi bihîstina dewletê bi awayekî rast his bikin. Ev naskirina hevbeş dînamîka herî bingehîn a civakeke demokratîk e. Zimanê Kurdî ji bo vî welatî ne gef e, bîr e. Parastina vê bîrê ne tenê berpirsiyariya Kurdan e, lê ya her kesê ku baweriya xwe bi pêşerojeke demokratîk tîne ye. Ji ber ku li cihê ku ziman azad be, civak jî azad e.”













