Şaxên ÎHDê yên li gelek bajaran derheqê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyanî dan û divê qanûna di çarçoveya derbarê çekdanîna PKKê de bêyî ku zêdetir were derengxistin di demek herî kin de werin çêkirin û nîzameke demokratîk bi rastî û aramkirinê pêkan e û xwest gav bên avêtin.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyanî dan çapemeniyê û ji desthilatê-dewletê hate xwestin ku di çarçoveya merhaleya qanûnî û hiqûqî de gavan biavêje û qanûnên azadî û aştiyê bên amadekirin.
AMED
Şaxa ÎHDê ya Amedê, bi beşdariya parastvanên mafên mirovan li avahiya komeleyê têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” daxuyaniyek da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz ve hat xwendin. Yilmaz, bal kişand ser xebatên komeleyê û diyar kir ku ew wek ÎHD, bi 26 şax û 7 nûnertiyên xwe yên li seranserê Tirkiyeyê, li her derê banga aştiyê dûbare dikin. Ercan Yilmaz destnîşan kir ku ev du sal in ji bo çareserkirina pirsgrêka Kurd bi rêyên demokratîk û ji derveyî şer pêvajoyek dest pê kiriye û ev yek di nav gel de bûye wesîleya hêviyeke mezin.
Ercan Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gel dixwaze girtiyên wan bên berdan, kesên ku koçber bûne vegerin ser axa xwe û qedexeyên li ser ziman û nasnameyê bên rakirin û diyar kir ku ji bo bersivdana van daxwazan pêdivî bi sererastkirinên hiqûqî û zagonên aştiyê heye û ji bo vê yekê divê Tirkiye gavên xurt biavêje. Ercan Yilmaz destnîşan kir ku wan di metna xwe de pêşniyarên derbarê guhertina zagonan û hewcehiyên civakî parve kirine û bang li Parlemento û Dewletê kir ku ji bo xurtkirina vê pêvajoyê berpirsiyariya xwe bînin cih.
WAN
Şaxa ÎHDê ya Wanê jî bi heman armancê li Kuçeya Hunerê ya Rêya Armûşê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêçekbûyîn û aştî divê bi reformên hiqûqî bên mîsogerkirin” hat vekirin. Tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl gelek welatî jî tev li daxuyaniyê bûn.
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku divê hemû gavên demokratîkbûnê yên ku di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê ya TBMMê ve pêşkêşî parlementoyê hatiye kirin de bi lez û bez werin bicîhanîn.
AGIRÎ
Şaxa ÎHDê ya Agiriyê jî bi heman daxwazê li ser Cadeya Cumhûriyetê ya li navenda Agiriyê daxuyaniyek da. Metna daxuyaniyê ji hêla endamê ÎHDê yê Agiriyê Mazlûm Dogan Şengul ve hat xwendin. Çalakî bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.
ÎDIR
Şaxa ÎHDê ya Îdirê jî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Îrfanê ya li navenda bajêr daxuyaniyek da û bal kişand ser giringiya aştiyê. Li ser navê girseyê parêzer Şaziye Cantepe metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê de tişta herî girîng û zehmet bêçekbûyîn e.
STENBOL
Şaxa ÎHDê ya Stenbolê jî bi heman mebestê li avahiya xwe ya Beyogluyê daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya ÎHDê Oya Ersoy, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHDê Oya Ersoy ve hat xwendin.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Rêveber û endamên komeleyê tev li bûn û Vetha Aydin Yuksel daxuyanî da.
ENQERE
Şaxa ÎHDê ya Enqereyê jî bi daxwaza “Bêçekkirin û hiqûqa aştiyê bê mîsogerkirin” li avahiya xwe ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHD, rêveberên DEM Patiya Enqereyê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Bêçekkirin û hiqûqa aştiyê divê bê mîsogerkirin” dinivîsî hat daliqandin. Metna daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Sevîl Turgut xwend.

Metna hevpar a daxuyaniyê bi vî rengî ye:
“Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe ku derbarê çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurd de li hemû beşên civakê hêviyeke mezin çêkiriye, lê di heman demê de bi nezelaliyan ve hatiye dorpêçkirin. Pêvajoya ku di 1ê Cotmeha 2024an de dest pê kir, bi biryara PKKê ya çek danîn û xwefesixkirinê ve gihîştiye qonaxeke berbiçav û bi bêdengkirina çekan re kanalên diyalogê yên pêşketî, ji aliyê hemû parêzvanên mafan û civakê ve bi dilxweşî hatine pêşwazîkirin.
Bêdengkirina çekan têrker e ji bo aştiyê
Weke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), em di wê baweriyê de ne ku bêdengkirina çekan û ji holê rakirina binpêkirinên mafê jiyanê yên ji ber rewşa şer, bi tena serê xwe sedemek têrker e ji bo ku hemû gel li dora fikra aştiyê werin ba hev. Tevî vê yekê, ne mimkûn e ku pêvajoyên danûstandinê yên ku bi reformên hiqûqî nayên piştgirîkirin û bi temînata hiqûqî nayên girêdan, bi aştiyeke mayînde encam bidin. Bi rastî jî, yek ji sedemên ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015an de bi ser neket, bêguman ew bû ku reformên hiqûqî û îdarî yên pêwîst nehatin bicihanîn.
Divê hikûmet çareseriyê weke ferziyeke konjekturel nebîne
Divê hikûmet, çareseriya Pirsgirêka Kurd ne wekî ferziyeke konjonkturel, belkê wekî perspektîveke stratejîk a ku li ser bingeha maf û azadiyên bingehîn hatiye avakirin, binirxîne. Di vê çarçoveyê de, divê pêvajo ne tenê wekî mijareke ewlehiyê an jî çekdanîna teknîkî, belkê bi awayekî were rêkxistin ku kapasîteya demokratîkbûna Tirkiyeyê xurt bike, îradeya avakirina aştiya navxweyî ya mayînde û di dawiyê de behreya hilberandina îstîqrara neteweyî û herêmî ya li hemberî krîzên herêmî jî li xwe bigire.
Xalên girîng ên qanûna derbarê çekdanîna PKKê de
Divê qanûna çarçove ya derbarê çekdanîna PKKê, bêyî ku bêtir were paşxistin, di demek herî kin de were derxistin û divê xalên jêrîn li xwe bigire:
* Qanûn divê berfireh û kamil be, armanca wê ew be ku hemû encamên nakokiyê bi temamî ji holê rake. Divê bi perspektîfek giştgir were nivîsandin û armanceke zelal û pîvandî hebe. Divê komên ku qanûn dike bin çarçoveya xwe, bi zelalî diyar bike û di vê navberê de baldar be ku ti yek ji endamên koman li derve nemîne.
* Divê metna qanûnê zelal, dûrî şiroveyan û pêşbînbar be; divê di pêvajoyên înfaz û vegerê de, teqezî û ewlehiyên ku dê pêşî li keyfiyeta îdarî û hiqûqî bigirin, li xwe bigire.
* Divê mekanîzmayên piştgiriyê ava bike da ku hewcedariyên kesên ku çek danîne yên di warên perwerde, tenduristî, kar û warên bi vî rengî de dabîn bike.
* Ji bo şopandina pêkanîna vê qanûnê, divê di bin banê TBMMê de, wekî mînaka Komîsyona Têkoşîn, Biratî û Demokrasiyê ya TBMMê, bi beşdariya hemû partiyên siyasî “Komîsyoneke Şopandin û Çavdêriyê” were avakirin. Ev komîsyon divê raporên ku di demên diyarkirî de amade dike, pêşkêşî Meclisê bike. Divê ev Komîsyon ji beşdariya rêxistinên civaka sivîl re vekirî be û rêbazeke xebatê ya somut û berdewam pêş bixe.
Nîzameke demokratîk bi rastî û aramkirinê pêkan e
Weke ÎHDê, em daxwaz dikin ku ji bo avakirina aştiya mayînde û nîzameke demokratîk, rêziknameyeke yasayî were kirin ku dê hemû girtiyên siyasî bigihîne azadiya xwe. Nîzameke civaka demokratîk û pêşerojeke ewle, tenê bi rûbirûbûna paşerojê, pêvajoyên rastî û aramkirinê pêkan e. Di vê çarçoveyê de, divê li hemberî sûcên ku alî li dijî sivîlan kirine, mekanîzmayên berpirsyariya şertî yên ku rastî, dadwerî û aramkirinê dikin navend, werin avakirin û bi bandor werin meşandin.
Gavên ku divê bên avêtin
Divê hemû gavên demokratîkbûnê yên ku di beşa 7emîn a rapora dawîn a ku ji aliyê Komîsyona Têkoşîn, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê ya TBMMê ve pêşkêşî meclisê hatiye kirin, bi lez werin bicihanîn. Di vê çarçoveyê de;
* Li gorî prensîba ji nû ve avakirina dewleta hiqûqê û ewlehiya hiqûqî, divê hewcedariyên biryarên DMME û AYMê werin cîbicîkirin.
* Divê dawî li sepana qeyim were û şaredarên ku qeyim li ser wan hatine tayînkirin, bi serokên xwe yên hilbijartî re vegerin ser peywirên xwe.
* Girtiyên nexweş ên ku bi gefa li ser mafê jiyanê û gelek binpêkirinan re rû bi rû ne, divê demildest werin berdan û di vê mijarê de reformên yasayî û îdarî werin kirin.
* Divê Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên ku bi awayekî keyfî astengiya berdana girtiyan dikin werin rakirin, demên înfazê yên girtiyan bi qanûnê werin diyar kirin, divê dawî li helwestên keyfî û derqanûnî were anîn ku rê li ber girtiyan digire ku ji mafê şertê serbestberdanê (denetimli serbestlik) sûd werbigirin û daxwazên wan ên çûyîna girtîgehên vekirî red dikin.
* Divê dev ji tacîza darazê ya li dijî şaredar, aktorên siyasî, rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl were berdan û di hemû pêvajoyên darazê de dadgehkirina bêgirtî were esas girtin.
* Divê karmend û karkerên ku bi KHKyê ji kar hatine avêtin, vegerin ser karên xwe.
* Divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) were rakirin, TCK û mevzuatên têkildar li gorî biryarên DMME û AYMê, di çarçoveya prensîba pêşbînbarî û diyarkirina qanûnî de ji nû ve werin rêkxistin.
Weke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), em daxwaza xwe ya ji bo ku ev firsenda dîrokî ya ku bi bêşerî û çekdanînê hatiye bidestxistin, veguheze aştiyeke mayînde û gavên siyasî û hiqûqî di demeke herî kin de werin bicihanîn, dubare dikin.”