Endamê Fermandariya NPGê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku desthilatdarî gavên şênber neavêje, teslîmiyetê ferz dike û got: “Desthilatê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sekinandiye. Ji bo meşandina pêvajoyê rola Rêber Apo û gavên qanûnî şert e.”
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi wesîleya 1ê Gulanê têkoşîna qada kedê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û têkildarî aqubeta “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxandinên girîng kirin.
Mûrat Karayilan 1ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê ya Karkar û Kedkaran li tevahî karkerên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir, şehîdên 1ê Gulanê yên Taksîmê bibîr anî. Mûrat Karayilan bi lêv kir ku di dîroka mirovahiyê de ked nirxa herî bilind e û wiha got: “Di bingeha şaristaniya mirovahiyê û zanistê de keda mirovan heye. Lewma ked nirxekî pîroz e. Em jî weke tevgera Apoyî tevgereke kedê ne. Pênaseya herî baş a tevgera me bi vî rengî dikare bê kirin. Dema ku mirov bala xwe didin ser bingeh, avabûn, qonaxên cuda yên têkoşînê û hemû pêvajoyên heta niha yên tevgera me, wê bê dîtin ku yek ji tevgerên herî mezin ên kedê tevgera Apoyî ye.
Mûrat Karayilan anî ziman ku keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avabûn, birêxistinbûn têkoşîna kedêne cihê nîqaşê ye û got: “Rêber Apo ne tenê ji tevgera me re her wiha ji cîhana sosyalîst, tevgera kedê re jî tevkariyeke mezin kiriye, Rêbertî kiriye. Bi taybetî ji aliyê eşkerekirina sedemên jihevketina reel sosyalîzmê û di mijara şêweyê pêngaveke nû ya sosyalîst ve ked û hewldanên wî gelekî mezin e. Rêber Apo bi analîzên xwe yên li ser vê mijarê, weke ku akademîsyenekî ji Latîn Emerîkayê di konfranaseke li Stenbolê de anî ziman, bû ronahî ji tevahiya mirovahiyê re. Li hemberî hovîtiya modernîteya kapîtalîst, bû sedem ku baweriya bi şoreşê jinûve pêk were, bê nîqaşkirin. Di heman konferansê de akademîsyenekî din ê biyanî heman tişt gotibû. Materyalên Rêber Apo yên heta astekê bi zimanên biyanî hatine wergerandin, atmosfereke nîqaşê di asta navneteweyî de ava kiriye. Bi taybetî nêrîna wî ya li komîn û komînalîst gelekî balkêş e ku forma rêxistinbûna bingehîn a ji destpêka mirovahiyê û vir ve ye û bingeha sosyalîzma demokratîk e. Li ser vê bingehê têkoşîna pêşvebirina pêvajoya enternasyonal a nû ya kedkaran û gelan karekî şoreşgerî ye ku cihê kelecanê ye.”
‘Mehekê nedîtin ji bo pêvajoyê metirsîdar e’
Di berdewama axaftina xwe de Mûrata Karayilan diyar kir ku mehekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk neanîn ne normal e û wiha pê de çû: “Meha Nîsanê hem ji aliyê hikumetê hem jî ji aliyê rayedarên AKPê ve weke meha ku qanûnên çareseriyê bêne derxistin hatibû diyarkirin û her kes bi kelecan li bendê bû. Di vê mehê de nebûna hevdîtinên bi Rêber Apo re ne normal e, her wiha ji aliyê paşeroja pêvajoyê ve jî işareteke metirsîdar e. Herî dawî 27’ê Adarê heyeteke dewletê û heyeta DEM Partiyê bi hev re bi Rêber Apo re hevdîtineke berfireh kirin û vê yekê jî bendewariyên mezin bi xwe re anî. Lê belê bi qasî ku tê fêhmkirin, mijarên di vê hevdîtinê de ketin rojevê û hatin nîqaşkirin encameke welê bi xwe re anî ku desthilatdarî û dewlet vê pêvajoyê bicemidîne, rawestîne. Rayedarên AKPê û derdorên çapemeniyê ku îdia dikin ‘me gav neavêtiye’ ji bilî gotinên manewrayeke siyasî ya nerast, nayê ti wateyê. Ji ber ku weke Tevgera me di vê astê de wezîfeyên xwe bi cih anîn. Eşkere ye ku her tiştên ku ji bo desthilatdarî gavê biavêje bêne kirin, me bêkêmasî kir. Ev yek jî li pêş raya giştî hatin kirin. Bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ya rêxistinekê ku 42 sal in dewam dike û fesixkirina xwe biryareke ji rêzê nîne. Biryara herî stratejîk e. Ev biryar û gavên piştî wê hatin avêtin li pêş çvan e. Di rewşeke bi vî rengî de kes nikare bibêje ku me gav neavêtiye.”
‘Nêzîkatiya desthilatê baweriyê nade tu kesî’
Mûrat Karayılan Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo PKK, biryara xwe fesixkirinê û şewitandina çekan û sekinandina çalakiyên li Tirkiyeyê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemberî gavên ku me avêtin desthilatdariyê jî hinek tişt kir. Wekî din li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê têkildarî mijarê komîsyonek ava bû û vê komîsyonê dest bi kar kir. Bi destûra îdarî şenade çûn Îmraliyê. Ji bilî van gaveke şênber nehate avêtin, pêşketinek çênebû. Bi taybetî hewl didin ku belge-daneyên fermî nedin. Fermiyeta xwe, belgeya xwe nîne. Tecrîd dewam dike, ji aliyê qanûnî ve heye. Rayedarek dikare rabe bibêje ‘Çûyîna filan heyetê bêkêr e; bila êdî neçe’ û bi vî rengî dikare bisekinîne. Nêzîkatiyeke bi vî rengî baweriyê nade kesî.”
‘Siyasetmedar, akademîsyen, şaredar hêj jî girtî ne’
Di berfirehiya axaftina xwe de Mûrat Karayilan bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên derbarê Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, Can Atalay û gelek siyasetmedaran û ev tişt gotin: “Di raporê de her wiha qala bidawîkirina pêkanîna qeyûm a qonax bi qonax dihate kirin. Di vê mijarê de jî gaveke pratîkî nehate avêtin. Di serî de Mêrdîn li beşek ji deverên qeyûm lê hate danîn, di dozên ku qeyûm weke hincet hate nîşandan, beraat çêbû. Li gel wê jî li heman şaredariyan polîtîkayên qeyûm dewam dikin. Ji ber daxuyaniya çapemeniyê bi sedan akademîsyenên ku daxwaza aştiyê kirin ji wezîfeya xwe hatin dûrxistin.”
‘Em li ber kesî nagerin, lê nebaşiyê li Tirkiyeyê dikin’
Mûrat Karayilan da zanîn ku ew ne çend kes û komek in û darbarê nîqaşên li ser statuya wan tên kirin wiha axivî: “Hêzên me çend kes an jî çend sed kes nîne. Em qala bi hezaran kesî dikin. Binihêrin 30 hevalên me çekên xwe şewitandin û diyar kirin ku ew ji bo vegerê amade ne. Ew karîbûn biçin cihek? Na. Lewma ji bo ewlekariyê neçar man ku careke din li qada me vegerin. Em vê yekê yekser bibêjin: Di vê mijarê de em li ber kesî nagerin. Di her hal û rewşê de em bê alternatîf nînin. Ew bi xwe zanin. Lê belê wê nebaşiyê li Tirkiyeyê bikin. Rêber Apo ev pêvajo bi kedeke mezin da destpêkirin û ji bo serketina wê jî hewldaneke mezin dike. Em jî di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û gelê me ye. Lewma eger li qada dewletê gavên cidî bêne avêtin, di vê mijarê de biryara me zelal û şênber e ku em ê van gavan bê bersiv nehêlin.”
‘Hin hêz ji pêvajoya Rêber Apo aciz in’
Di berfirahiya nirxandina xwe de Murat Karayilan diyar kir ku ew wek rêxistin di nava yekparebûnekê de ne û axaftina xwe wiha domand: “Em li vê derê nîqaşa wê yekê nakin ku hinek çekê dayne û biçe mala xwe. Em li vê baldar bin. Hin rayedarên dewletê pirsgirêkê di wê çarçoveyê de dinirxînin, bi vî rengî çekdanînê ferz dikin. Ev rêbaz rast nîne. Ev yek nîşaneya aqlê ewlekarîperest e. Pirsgirêk ne tenê çekdanîna hêzên me ye. Eger em ji damezrandina Komarê ve binirxînin, em nîqaşa wê yekê dikin ku şerê 103 salan ê navbera dewletê û gelê Kurd bi dawî bikin û aştiyê pêk bînin. Em di stratejiya Rêber Apo û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi biryar in. Lê belê em hêzeke leşkerî ne. Li ser zemînê hêzên cuda hene ku xwedî wê potansiyelê ne ku êrişî me bikin. Ya mijara gotinê ne tenê dewleta Tirk e. Bi taybetî em zanin ku hin hêz ji pêvajoya Rêber Apo aciz in.
‘Pêvajoyê ji bo hesabên hilbijartinê bi kar tînin’
Murat Karayilan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema avakirna tifata demokratîk a Kurd û Tirkan hatiye û wiha derbirî: “Ji bilî vê yekê dikare bi her cûre xeteriyan re rû bi rû bimîne. Lewma guherîneke bi vî rengî ji bo paşeroja Tirkiyeyê pêwîstî ye. Bi kurtasî helweseteke ku pirsgirêka girîng û dîrokî weke amurekê bi kar tîne, tê dîtin. Hesabê hilbijartinê tê kirin. Bi nêzîkatiya ‘Eger vê gavê biavêjim çiqasî dikarim deng bi dest bixim, nevaêjim çiqasî dikarim deng bi dest bixim?’ pirsgirêkê dinirxîne. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke hîn stratejîk heye. Ev mijareke stratejîk e û pêwîstî bi lîderên ku stratejîk nêzîk dibe heye.
Dê berdewamiya nivîsê bê…













