• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

    Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

    Bavê Rojîn Kabaîşê çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

    Bavê Rojîn Kabaîşê çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

    Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

    Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

    ‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

    ÎHDê li Newala Qesaba gazî kir: Divê çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin

    ÎHDê li Newala Qesaba gazî kir: Divê çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de coka avê ye!

Bilal Guldem / AW

18 TÎRMEH 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Helebce – Li Herêma Hewreman ku dikeve navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê coka avê sînor diyar dike. Coka avê diyar dike ku bê ka netew dewletan çawa sînorê Kurdistanê ji hev veqetandin e.

Li gundê Biyare ya bi ser bajarê Helebceyê ve çîrokek ku bala hemû Kurdan bikişîne heye. Gundê Biyarê di heman demê de yek ji gundê Herêma Hewreman e û 30 kîlometre dûrî Helebce ye. Ev gundê ku cihê geştiyariyê û seyranê ye li ser xeta sînorê başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê ye. Li jora gund ku cihê seyranê ye co ango cihoka avê sînorê başûr û rojhilatê Kurdistanê ji hev vediqetîne. Dema mirov ji hêla Başûr ve gava xwe diavêjin aliyê din ew der dibe Rojhilat dema ji wir gava xwe diavêjin aliyê din ew der dibe Başûr.

Ji vê coka avê jî diyar dibe ku bê ka çawa netew dewletan erdnîgariya Kurdistanê ji hev veqetandin e. Ev sînorê sûnî ku hatiye çêkirin wekî gelek xal û sînorên din ên Kurdistanê ji hev qut kiriye.

Ev coka avê bi kîlometreyan dirêj e û sînorê her du aliyên Kurdistanê diyar dike. Gelek welatî ji bo geştiyarê tên vir rastiya dabeşkirina her du aliyên Kurdistanê dibînin. Tevî ku ziman, çand û hemû bîr û baweriya Herêma Hewraman yek e jî lê xelkê Kurd bi sînoran ji hev hatiye veqetandin.

‘Ev sînor dewletan çêkiriye’

Edîtorê RojNewsê û rojnameger Botan Germiyanî li ser sînorê ku Kurdên deverê ji hev qut kiriye axivî û bal kişand ser bêwatebûna sînorê navbera başûr û rojhilatê Kurdistanê.

Botan Germiyanî diyar kir ku wekî ku xuya dike jixwe sînorek jî nîn e û got: “Ev der herêmek e. Niha tu li ser axa başûrê Kurdistanê ye, ez jî li ser axa rojhilatê Kurdistanê me. Ev sînorek sembolîk e ku dewletan ev sînor çêkiriye. Ev herêma xwedîdewlemend ji hev hatiye qutkirin. Ziman, çand, cil û berg yek, heta mirovên hev in. Ax yek e, herêm yek e her du alî Kurdistan in. Di xeyala kesî de ev sînor nîn e, lê dewletan ev sînor çêkiriye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

Roja yekemîn a ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dawî bû

17 GULAN 2026
Bavê Rojîn Kabaîşê çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

Bavê Rojîn Kabaîşê çû serdana karkerên veguherîna bermahiyan

17 GULAN 2026
Çîroka Hawarê li bajarê Celadet hat gotin

Çîroka Hawarê li bajarê Celadet hat gotin

17 GULAN 2026
Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

Li Îzmîrê panela ‘Em ber bi ku ve diçin?’ hat lidarxistin

17 GULAN 2026
Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

Ji bo Cejna Zimanê Kurdî panel û şahî li dar xistin

17 GULAN 2026
‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

‘Têkoşîna cangoriyan ji bo me nexşerê ye’

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Zimanê Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (454)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne