Şengal – TAJÊ di daxuyaniya ku bi boneya 10’emîn salvegera qetilkirina 19 jinên Êzidî de da, got ku ji bo heta hesab ji berpirsên fermanê were pirsîn dê têkoşîna xwe bidomînin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji boneya 10emîn salvegera qetilkirina 19 jinên Êzidî li ber Meclisa Gel a Şengalê daxuyaniyek da ku 19 jin di 3yê Hezîrana 2016an de ji ber guhertina ola xwe red kirin piştî îşkenceyeke giran li qadeke Mûsilê di nava qefesê de hatin şewitandin û qetilkirin.
Berdevka TAJÊ Riham Hesen daxuyanî da û bi bîr xist ku di fermana 3’ê Tebaxê de gelek jinên Êzidî hatin revandin û 19 jin di 3’ê Hezîrana 2016’an de li ber çavên her kesî di hundirê qefesekê de hatin şewitandin.
Daxuyanî ji hêla berdevaka TAJÊ Rîham Hesen hat dayîn.
Rîham Hesen ku 19 jinên êzidî bi bîr anîn, balkişand ser berdewamkirina têkoşîna jinan û ev tişt anî ziman: “Weke TAJÊ em wan jinan careke din bi bîr tînin û soza xwe ya têkoşînê nû dikin. Ew nayên jibîrkirin û em ê wan nedin jibîrkirin jî. Ya li ser civaka me hate kirin mînaka wê nîn e. Bi boneya vê rojê em bang li saziyên jin dikin, ji bo pêkanîna edaletê dengê xwe bilind bikin.”
Rîham Hesen da zanîn ku wê her tim qêrîna wan jinan di guhê wan de be û ew ê têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha got: “Ji bo ji berpirsên vê fermanê ku di destê wan de xwîna civaka me heye hesab bê xwestin û edalet cihê xwe bibîne, em ê têbikoşin.”
Daxauyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.













