• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Tecrîd kûr dibe

Navenda Nûçeyan /AW

14 NÎSAN 2025 - 18:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Koordînasyona Şopandina Binpêkirinên Mafan diyar kir ku li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 ya Sîncanê mafên tenduristiyê, azadiya xweîfadekirinê, agahîgirtin û mafên civakî tên binpêkirin û tecrîd kûr dibe.
Koordînasyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinan aşkera kir. Rapor, li Şaxa avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê aşkera kirin. Endamê ÎHDê parêzer Bariş Barişik rapora lêkolînkirinê ya 12ê Adarê aşkera kir û got ku girtî di şert û mercên tecrîda girankirî de tên ragirtin.

Barişik, diyar kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin, mafên civakî tên bisînorkirin û mafên azadiya xweîfadekirin û agahîgirtinê tên binpêkirin. Barişik, anî ziman ku di dema serdanan de bi girtiyan re yek bi yek hevdîtin tên kirin û binpêkirinên hatine tespîtkirin wiha rêz kir:

“*Bêyî cureyê cezayê û dema wê were nihêrtin, li tevahiya girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind tên ragirtin mercên înfazê yên hikûmxwarên cezayê muebbeta girankirî tên ferzkirin.

*Girtiyan bi tena serê xwe dişînin hewşa girtîgehê, hewş hevpar nînin, odeyên din li blokên dûr in, saetên derketina hewşê bi awayekî derî mewzûatê tên bisînorkirin, piştî dinya tarî bû li girtîgehan her saetê carekê ronahî tên vêxistin, her serê saet hejmartin tê kirin, girtî di mercên tecrîdê de dibin hewşa girtîgehê û qedexeya îşkence û miameleya xerab tê binpêkirin.

*Qawîşên girtîgehan bi şêweyeke ku hewa û tav nekeve hundir hatine çêkirin, têlên ku têketina ronahiya tavê û hewayî asteng dikin bi pacan ve hatine xistin lewma rewşa girtiyan hêj girantir bûye, ev rewş ji hêla fîzîkî û psîkolojîk ve bandoreke neyînî li girtiyan dike û bi vê yekê re qedexeya miameleya xerab û îşkenceyê tê binpêkirin.

*Mîhat Ozturk ê li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin ev 56 û Bakîcan Işik ev 112 roj in; li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê Alî Araci û Alî Hasan Akgul jî ev 51 roj in bi daxwaza girtina girtîgehên bi ewlekariya bilind di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

*Hat tespîtkirin ku sewqên girtiyên ên ji bo nexweşxaneyan qet nayên kirin an jî tên vehêlandin, bijîşkên revîra nexweşxaneyê birêkûpêk nayên, tedawiyên diranan nayên kirin, derman nayên peydakirin, daxwaza wan a xwarinên diyetê nayên pêşwazîkirin, di rewşên lezgîn de jî li şûna ambulansê girtiyan bi wesayîta rîngê dibin nexweşxaneyê, mercên neyînî yên wesayîtên rîngê û qawîşên girtiyan ên nexweşxaneyan hene, di wesayîtên rîngê de destên girtiyan tên kelemçekirin, ev yek jî bi xwe re binpêkirina mafê tenduristiyê tîne û binpêkirina qedexeya miameleya xerab û îşkenceyê ye.

*Hinek bijîşkên ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê çendek rojên hefteyê tên Nexweşxaneya Kampusê û xizmetê didin, bijîşkên kadroya wan li Nexweşxaneya Kampusê jî nayên lewma ev yek li pêşiya mafê xizmeta tenduristiyê dibe astengî û mafê tenduristiyê binpê dike, li Nexweşxaneya Kampusê 3 Polîklînîkên Diranan hene lê gelek nexweş nikarin tedawiya diranan bibin, ev rewş nayê qebûlkirin û binpêkirina mafê tenduristiyê ye.

*Xwarinên tên dayin kêm in, bihayê tiştên kantînê giran e, tiştên kantînê bêqelîte ne, destûr nayê dayin kevçî, çetel û firaqên hesin bên bikaranîn lewma girtî ji neçarî yên plastîk bi kar tînin, ev rewş zorê dide girtiyan, bi vê yekê re mafên xwarinê û tenduristiyê tên binpêkirin.

*Pirtûk û nameyên bi Kurdî tên desteserkirin, tevî ku pirtûkên bi Tirkî qedexe nînin jî bi hinceta peyvên ‘fikaredar’ nayên dayin, bi vê sepana derhiqûqî re mafê agahîgirtin û azadiya xweîfadekirinê yên girtiyan tên binpêkirin.

*Mafê sihbetkirinê yê girtiyan bi qasî tê xwestin nadin bikaranîn, mafê wan ê atolyeyê tê binpêkirin, di hefteya hevdîtina vekirî de mafên atolye, spor û sihbetê nayên dayin û demek piştre ev yek nayê telafîkirin, astengkirina van mafan rê li ber îzolasyonê vedikin.

*Ji ber kamerayên li odeyên 3 kes tê de dimînin, mafê jiyana taybet ê girtiyan tê binpêkirin.

*Li dijî pirsgirêkên li girtîgehê tekane tişta girtî bikarin bikin bikaranîna mafê protestoyê ye lê ev maf tune tê hesibandin, der heqê girtiyan de lêpirsînên disiplînê tên vekirin, çalakiyên li dijî şert û mercên miameleya xerab û îşkenceyê tên lidarxistin ku mafê xweparastinê ne weke sûc tên qebûlkirin û bi cezayên disiplînê re mafê azadiya xweîfadekirinê û binpêkirinên girêdayî wê tên kirin.”

Daxwaz zelal in:

Barişik, da zanîn ku dê serdanên koordînasyonê bidomin û binpêkirinên tên kirin bişopînin. Barişik, daxwazên girtiyan wiha rêz kir:

“*Divê polîtîkayên tecrîda sehekî, civakî û fîzîkî yên li ser girtiyan demildest bê bidawîkirin û şert û mercên girtiyan li gorî rûmeta mirovahiyê bên amadekirin.

*Divê tevahiya astengiyên li pêşiya xizmetên tenduristiyê bên rakirin.

*Hewceya cezayên disiplînê yên keyfî bên bidawîkirin û rêz ji mafên protesto û xweîfadekirinê re bê girtin.

*Kurdî jî di nav de, hewceye xwegihandina hemû amûrên weşan û ragihandinê yên zimanên din bê misogerkirin.

*Li dijî sepanên înfazê yên tecrîdê giran dikin û liijneyên îdare û çavdêriyê, hewceye mekanîzmayên venêrîn û sererastkirinê yên bibandor bên avakirin.

*Divê rê were dain ku saziyên serbixwe bikarin li girtîgehan venihêrînê bikin û divê di van qadan de şefafî hebe.

Ev rapor, asta rejîma girtîgehên bi ewlekariya bilind ên li Tirkiyeyê gihiştinê û aliyên vê rejîmê yên rûmeta mirovahiyê tune dihesibînin radixe pêş çavan. Ji bo temamiya van binpêkirinên mafan bên bidawîkirin û der heqê berpirsyarên wan de mekanîzmayên îdarî û cezayî bên cîcibîkirin, di serî de Wezareta Dadê, em bangl i tevahiya saziyên cemaweriyê yên têkildar dikin ku li peywira xwe rabin. Di serî de Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind ên Sîncanê, ji bo li tevahiya girtîgehan şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê bên avakirin, em ê binpêkirinan bidomînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê Pakistan û Afganistanê 28 sivîl jiyana xwe ji dest dan

30 HEZÎRAN 2026
PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

30 HEZÎRAN 2026
YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

30 HEZÎRAN 2026
Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

30 HEZÎRAN 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

30 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (820)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne