Wan – Tengava Hurmuzê di dirêjiya dîrokê de her tim weke “dilê bazirganiya cîhanê” hatiye qebûlkirin. Girîngiya wê ya dîrokî ne tenê bi aboriyê, lê bi polîtîka û şerên serdestiyê ve jî girêdayî ye.
Di serdemên herî kevin de, Tengava Hurmuzê rêya sereke ya deryayî bû ku şaristaniyên Mezopotamya, Geliyê Îndus (Hindistan) û Misir bi hev ve girêdida. Bazirganiya biharat, zêr, fîl û kincan di vê rêya deryayî de pêkdihat. Tengava Hurmizê, ji destpêka sedsala 14an û pê ve di çavkaniyan de wekî “deriyê bazirganiyê yê cîhanê” tê pênaskirin. Tengava ku di dîrokê de rêya hevrişîm û biharatê bû, îro di asta gerdûnî de bûye rêya herî girîng a vegyhestinê ya bazirganiya petrol û gaza xwezayî ya şidandî (LNG). Bi şerê DYA-Îsraîl û Îranê re ev rêya sereke ya veguhestina çavkaniyên enerjiyê di rojeva cîhanê de ye. Ji ber ku rêyên alternatîf yên veguhestina enerjiyê nîn in, girtina tengavê li ser bihayê neftê (petrolê) bandoreke zêde dike. Ev rewş jî di asta cîhanî de li ser hemû kelûpelan bandor dike.
Serdema Îslamê û ‘rêya hevrişîmê ya deryayî’
Piştî belavbûna Îslamê, Tengava Hurmuzê bû navenda herî mezin a bazirganiya deryayî. Geştyarê navdar Marco Polo di sedsala 13an de serdana Hurmuzê kiribû û ew wekî navendeke ku her cure kelûpelên cîhanê lê tê dîtin pênase kiribû. Ji ber cihê wê yê stratejîk, hêzên kolonyalîst her tim çav berdabûn Tengava Hurmuzê û ji bo ku Hurmuzê bikin bin qontrola xwe anku dagir bikin gelek caran êrişî herêmê kiribûn.
Bandora Brîtanyayê
Portekîziyan, di sala 1507an de di bin fermandariya Alfonso de Albuquerque de tengav dagir kirin û zêdetirî sedsalekê kontrol kirin. Di sala 1622an de, Şah Abbasê Sefewî bi alîkariya Keştiya Hindistanê ya Rojhilat a Brîtanyayê, Portekîzî ji tengavê derxistin. Ji wê demê şûn ve, bandora Brîtanyayê li herêmê dest pê kir.
‘Şoreşa Pîşesaziyê’ û Sedsala 20an
Bi dîtina neftê (petrol) li Kendava Basrayê di destpêka sedsala 20an de, girîngiya tengavê zêdetir bû. Êdî ew ne tenê rêyeke bazirganiyê, bû ‘şahdemara enerjiyê’ ya cîhanê. Di dema Şerê Îran û Iraqê (1980-1988) de, ‘Şerê Tankeran’ li vê tengavê qewimî ku bandoreke mezin li aboriya cîhanê kir.
Çima îro jî ewqas girîng e?
Firehiya tengavê li cihê herî teng tenê 33 kîlometre ye, lê rojane nêzîkî ji sedî 20-30ê nefta cîhanê di vir re derbas dibe. Kontrola vê tengavê tê wateya kontrolkirina aboriya global. Her aloziyeke li vir, dibe sedema bilindbûna bihayê neftê li seranserê cîhanê. Bi kurtasî, Tengava Hurmuzê di dîrokê de ji biharatê heta petrolê, her tim xala herî krîtîk a hevbirîna şaristaniyan û hêzên hegemon bûye. Ev tengava ku Kendava Basrayê bi Deryaya Ummanê û Okyanûsa Hindî ve girê dide, di pergala bazirganiya gerdûnî de xwedî roleke bêhempa ye.

Navenda veguhastina enerjiyê ye
Rola herî mezin a vê tengavê di warê petrol û gaza xwezayî de ye. Rojane nêzîkî 20 heta 21 mîlyon bermîl nefta xav di vir re derbas dibe. Ev rêjeyeke ku nêzikî ji sedî 20ê hemû nefta ku li cîhanê tê bikaranîn pêk tîne. Ji aliyê gaza xwezayî ve jî Qeter, ku yek ji mezintirîn hinardekarên gaza şile ya xwezayî (LNG) ye, hema bêje hemû gaza xwe di vê tengavê re dişîne bazarên cîhanê (bi taybetî ji bo Japonya, Koreya Başûr û Ewropayê).
Girêdana Rojhilat û Rojava
Tengava Hurmuzê xala herî krîtîk e ku welatên hilberînerên neftê (wek Erebistana Siûdî, Îraq, Îmarat û Kuweyt) bi bazarên mezin ên li Asya, Ewropa û Amerîkaya Bakur ve girê dide. Piraniya nefta ku di tengavê re derbas dibe ber bi bazarên Asyayê ve diçe.
Bandora li ser bihayên global
Ji ber ku rêyeke alternatîf a bi qasî vê tengavê hêsan û erzan tune ye, her alozî yan jî girtina tengavê rasterast bandorê li bihayên sotemeniyê dike. Heke tengav were girtin, bihayê petrolê li seranserê cîhanê di nava saetan de bi awayekî zêde bilind dibe. Ev yek dibe sedema enflasyonê û di aboriya gerdûnî de krîzên kûr derdixe holê. Di van salên dawî de, bi taybetî piştî zêdebûna rageşiya leşkerî ya rasterast di navbera Îsraîl, DYA û Îranê de (û wekîlên wê yên li herêmê), bazara sotemeniyê ya cîhanê ket bin bandoreke mezin.
Rewşa giştî ya bihayê petrolê
Berî ku alozî bigihîjin asta şerekî rasterast, bihayê bermîla petrolê (Brent) di navbera 70-80 dolarî de bû. Piştî êrîşên rasterast û metirsiya girtina Tengava Hurmuzê, biha carinan derket ser 90-95 dolaran. Ev zêdebûna di petrola xav de, rasterast li ser pompeya sotemeniyê bandor kir. Zêdebûn tenê ne ji ber kêmbûna neftê ye, lê ji ber van faktorên “psîkolojîk û lojîstîk” e. Keştiyên ku di Tengava Hurmuzê û Deryaya Sor re derbas dibin, ji ber metirsiya êrîşan sîgorteya wan 3-5 qat zêde bû. Keştiyên ku ji ber êrişên Hûsiyan (Yemen) naxwazin di Deryaya Sor re derbas bibin, neçar dimînin ku dora Afrîkayê bizivirin. Ev jî 10-14 roj wext û bi mîlyonan dolar lêçûna sotemeniyê lê zêde dike. Ji ber ku Îran dikare Tengava Hurmuzê bigire, bazirganên petrolê “fiyeta rîskê” li ser bihayê bermîlê zêde dikin.
Bandora li ser welatên Ewropayê
Ewropa di rewşeke dijwar de ye. Ji aliyekî ve ambargoya li ser Rûsyayê, ji aliyê din ve krîza li Rojhilata Navîn bû sedem ku li welatên wekî Almanya û Fransayê lîtreya benzînê di hinek serdeman de bigihîje ser 2 Euroyî. Ev yek bû sedema enflasyonê û bihabûna hemû kelûpelên xwarinê jî. Piştî şerê di navbera DYA- Îsraîlê û Îranê, bihayê bermîla petrola xav a celebê WTI (ya DYA) derket nêzî 97 dolaran. Petrola Brent a ku Tirkiye wekî referans digire jî piştî du hefteyan cardin di derdora 106 dolaran de hate firotin.
Encama îro
Heta roja îro, her çend biha carinan dakevin jî, “îstîqrara bihayê erzan” ji nav çûye. Bazara cîhanê niha li bendê ye ku bibîne bê ka rageşiya leşkerî dê veguhere şerekî herêmî yê berfireh an na. Heke şerekî giştî derkeve, pispor hişyariyê didin ku dibe bermîla petrolê derkeve ser 120-150 dolarî.













