Malpera Kolbernewsê daxuyand ku jina Kurd Meryem Dadiyan ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.
Li gorî malperê Kolbernewsê jina Kurd Meryem Dadiyan (58) ya xelkê bajarê Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, dema diçû saziya lêkolînê ya Bokanê, hatiye binçavkirin û ew birine girtîgeha Urmiyeyê. Hat gotin ku ji bo Meryemê biryara binçavkirinê ya 10 rojên hatiye derxistin. Sedema binçavkirinê nehate zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha hêzên Wezareta Îtilaetê ya Îranê bêyî biryara dadwerî bi ser mala malbata Meryem Dadiyan de girtibû. Di dema serdegirtinê de telefona Meryem hatibû desteserkirin.













