• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hetgirê Amedsporî ameyê destbendkerdene

    Li Stenbolê aligireke Amedsporê hate girtin

    Civîna Kabîneyê dest pê kir: Dê pêvajo jî bê nirxandin

    Civîna Kabîneyê dest pê kir: Dê pêvajo jî bê nirxandin

    Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    DÎSMEKê 15 kursên pîşeyî dide destpêkirin

    DÎSMEKê 15 kursên pîşeyî dide destpêkirin

    Ji 847 mamosteyên Kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

    Ji 847 mamosteyên Kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

    ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

    ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hetgirê Amedsporî ameyê destbendkerdene

    Li Stenbolê aligireke Amedsporê hate girtin

    Civîna Kabîneyê dest pê kir: Dê pêvajo jî bê nirxandin

    Civîna Kabîneyê dest pê kir: Dê pêvajo jî bê nirxandin

    Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    DÎSMEKê 15 kursên pîşeyî dide destpêkirin

    DÎSMEKê 15 kursên pîşeyî dide destpêkirin

    Ji 847 mamosteyên Kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

    Ji 847 mamosteyên Kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

    ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

    ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Terteleya Dêrsîmê: Hevrûbûn bi qebûlkirina daxwazan pêkan e

Amed / AW

4 GULAN 2026 - 16:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Dêrsîm – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, li Qada Seyîd Riza kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin bi bîr anîn û hat dest nîşan kirin ku dê têkoşîna bav û kalên xwe bidomînên.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, bi boneya sala 89an salvegera Komkujiya Dêrsimê, bernameya bîranînê li dar xist. Bîranîn li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hevserok û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên Elewiyan û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Beşdarên li Kolana Hunerê kom bûne bi pankarta “Em ji bîr nakin, efû nakin” ve heta Qada Seyîd Riza meş li dar xistin. Di meşê de wêneyên Seyîd Riza hatin hilgirtin. Piştî meşê bîranîn bi rêzgirtina ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane destpêkir.

‘Komkujiya herî biêş’

Li ser navê Platformê, Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Beser Develî daxuyaniya bi Tirkî, Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Umît Karabulut jî daxuyaniya zaravayê Kirmanckî ya Kurdî daxuyanî xwend. Umît Karabulut di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Komkujiya Dêrsimê yek ji komkujiyên herî biêş a dîroka Komarê ye û wiha got: “Bi ser re 89 sal derbas bûn lê hêj jî bi komkujiyê re hevrû nebûn. Şahidên komkujiyê yek bi yek jiyana xwe ji dest dan û bi vê yekê re berpirsyartiya hevrûbûna bi heqîqetê re hêj lezgîntir bû. Lêbelê ev hevrûbûn, ne tenê hesabpirsîna ji rabirdûyê re ye. Di heman demê de; di serî de Dêrsimî, her çend hindi jî be dê ji bo tevahiya civakê dê bibe gaveke birînan dikewîne.”

‘Bû sedema travmayan’

Umît Karabulut da zanîn ku xebatên zanistî nîşan didin ku bandora komkujiyê ne tenê bi kesên wê demê jiyane re bisînor maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: Di jiyana nifşên piştre de jî rê li ber travmayên kûr vekiriye. Ji ber vê sedemê, hevrûbûna bi rabirdûyê re hem ji bo nifşê berê hem jî nifşên nû mecbûriyetek e. Di sala 2011an de Serokkomar Erdogan lêborîn xwest lê egerên vê lêborînê nehatin bicihanîn. Berevajî vê, Komkujiya Dêrsimê gelek caran bû amûra nîqaşên siyasî, ji hêla îktîdarê ve hate îstîsmarkirin. Heke bi aşkerayî were gotin; Komkujiya Dêrsimê, ewqas kûr e ku nabe bibe mijara hesabên siyasî.”

‘Hevrûbûn bi qebûlkirina daxwazan pêkan e’

Di berfirehiya axaftina xwe de Umît Karabulut bal kişan ser daxuyaniyên nijadperset û wiha pê de çû: “Di demekî nêz keseka xwe weke nivîskar dihesibîne, careke din gotina ‘bermahiya şûr’ ku bi sala ye tê dubarekirin dîsa xist rojevê. Gotina me ya ji vê kesê re ev e; weke neviyên kesên bi salan ji ber şûrên we hejandin jiyana xwe ji dest dane, hatine sirgunkirin û koçberkirin, em ê vê têkoşîna birûmet a bav û kalên xwe bidomînin. Yek ji gava herî girîng a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Elewiyan; hevrûbûna bi Komkujiya Dêrsimê re ye. Ev hevrûbûn jî tenê bi qebûlkirina daxwazên gelê Dêrsimê pêkan e.”

Umît daxwazên xwe yên derbarê komkujiyê de wiha bi rêz kirin:

“* Ji bo Komkujiya Dêrsimê bila bi awayekî fermî û aşkera lêborîn were xwestin û egerên vê lêborînê bên cîbicîkirin.

* Bila cihê gorê Seyîd Riza û yên hatine darvekirin bê aşkerakirin.

* Hemû arşîvên têkildarî komkujiyê bila bi raya giştî re bên parvekirin.

* Navê Dêrsimê û navên berê yên jîngehan bila bên îadekirin.

* Bila aqûbeta windakiriyan bê lêkolînkirin û nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane bên tesbîtkirin.

* Her wiha, bila sepanên dij-demokratîk ên hêj îro jî berdewam in bên bidawîkirin.

* Divê mudaxileyên li dijî îradeya gelê Dêrsimê bên bidawîkirin, qeyûm paşve bên kişandin û hilbijartî vegerin ser peywira xwe.

* Girtiyên siyasî divê werin berdan. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê divê bê misogerkirin, her kes bikare di qada cemaweriyê de bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxive.

* Komkujiya Dêrsimê, ji bo aştî û edaletê diyarker e. Aştiyeke rasteqîn tenê bi hevrûbûna heqîqetê pêkan e. Em careke din li Dêrsimê bang dikin; heta ku daxwazên me tên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome. Em ji bîr nakin, hevhelal nakin.”

‘Em ê nedin jibîrkirin’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê jî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: “Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin. Dixwazin bi komkujî, polîtîkayên şerê taybet û sîstematîk Dêrsimê ji holê rakin. Gelê Dêrsimê yê nekarî bi komkujî û bişaftinê tune bike jî dixwazin bi rêya çete û tiryakê tune bikin.”

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê bertek nîşanî “Lûtkeya Dedeyan” a Serokatiya Çand û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşî ya girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê ku bi beşdariya 130 kesan li dar dixe da û got: “Nabe ku Elewîtiyê girêdayî wezaretê bikin. Armanca vê civînê bişaftin e. Civîna di salvegera komkujiyê de diyar e. Em bangî wan 130 şexsan dikin; dev ji vê xeletiya ku di Elewîtiyê de jê re dibêjin mirovên ketî berdin û xwe ji civînê vekişînin. Dê Elewî nebin Elewiyên pergalê. Elewiyan li dijî komkujiyan baweriya xwe parast û dê biparêzin.”

‘Divê cihê gora bê eşkerekirin’

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllariyê wiha got: “Daxwaza hevpar a civaka Elewî, hevrûbûn e. Li şûna xwestina lêborînê, li xebatên alternatîf digerin. Divê rast û dirûst ji gelê Dêrsimê lêborînê bixwazin. Divê cihê gora Seyîd Riza û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bên aşkerakirin. Divê aqûbeta keçên Dêrsimê yên windakirî bê aşkerakirin. Divê dewlet gavan biavêje. Bila baweriya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bijîn. Em careke din kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”

Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan jî axaftinek kir û xwest dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe û rastiyan derxe holê.

‘Em dixwazin aqûbeta keçên xwe hîn bin’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku gelê Dêrsimê dibêje “Em vê rojê ji bîr nakin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di salvegera komkujiyê de li ber serê me lûtkeyê li dar dixin. Ma di îtîqada me de lûtke tê kirin? Di nava vê lûtkeyê de înkar û bişaftin heye. Hûn nizanin ka nasname, çand û baweriya me çawa xwe li ser pêyan girtiye. Em dixwazin cihê gora Seyîd Riza were diyarkirin. Em navê bajarê xwe dixwazin, aqûbeta keçên xwe yên hatine revandin bizanin. Hemû kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin careke din bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Di axaftinên piştre hatine kirin de banga hevrûbûnê hate kirin û hat xwestin ku komkujî were naskirin.

Bîranîn, piştî axaftinan bi dawî bû.

Etîket: 89emîn salvegerBîranînhevrûbûnkeçikên windakirîTerteleya Dêrsimê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

4 GULAN 2026
Sirri Sureyya Onder li Enqereyê hat bibîranîn

Sirri Sureyya Onder li Enqereyê hat bibîranîn

3 GULAN 2026
‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

‘Em soz didin ku ‘em ê aştiyê bînin li vî welatî

3 GULAN 2026
DEM Partî dê Sirri Sureyya Onder li ser gora wî bibîr bîne

DEM Partî dê Sirri Sureyya Onder li ser gora wî bibîr bîne

30 NÎSAN 2026
Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

28 NÎSAN 2026
Polîsan êrişê bîranîna 1ê Gulanê kir: Dehan binçavkirî hene

Polîsan êrişê bîranîna 1ê Gulanê kir: Dehan binçavkirî hene

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    Meclisa Ciwanan: Bêyî azadiya Serokatiyê aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtina jinan bi konsera Neslîhan Edîş bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aligirên Amedsporê hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî bi peyamekê Nahît Eren pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Baroya Amedê: Li Girtîgehên Amedê zarok di bin zextê de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 847 mamosteyên Kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (92)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne