46 endamên Înîsiyatîfa Taksîmê ya 1ê Gulanê ku duh hatibûn binçavkirin, ji wan endama OGKê Sila Bayram hate girtin.
Înîsiyatîfa Taksîmê ya 1ê Gulanê ji bo bîranîna kesên di 1ê Gulana 1977an de li Taksîmê hatin kuştin, duh li Kazanciyê ya Stenbolê bernameya bîranînê li dar xist. Polîs êrîşî girseyê kiribû û 46 kes hatibûn binçavkirin. 42 kes piştî îfadeyên emniyetê hatin berdan.
4 kes ji bi sedema dozek din biryara binçavkirinê heye di binçavan de hatibûn hiştin. Ji binçavkiriyan endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Sila Bayram îro sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Sila Bayram piştî îfadeyê hat girtin.
Hat ragihandin ku 3 kes hîn jî di binçavan de ne.














