Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê derbarê Rahmî Koç de gilî kirin. Dayik diyar kirin ku lêborînê xwest lê ji Kurdan nexwest û wiha gotin: “Heta ku ji jinên Kurdan lênorîn neyê xwestin em lêborînê qebûl nakin.”
Li dijî gotinên Rahmî Koç ê ku nijadperest nerazîbûnên gelê Kurd didome. Li Stenbolê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji ber gotinên wî yên zayendperest Rahmî Koç gilî kirin. Piştî gilîkirinê dayikan li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyanî dan. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Stenbolê, rêveberên DEM Partî û HDKê ya Stenbolê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
‘Çi ceza heq dike divê lê bê birîn’
Dayika Aştiyê Bedîa Gokoz diyar kir ku îro ew li dijî heqareta Rahmî Koç li vir in û wiha got: “Rahmî Koç lêborînê xwest lê ji Kurdan nexwest. Dema heqaret kir heqareta Kurdan kir lê di lêborînê de behsa Kurdan nekir. Heta ku ji jinên Kurdan lênorîn neyê xwestin em lêborîna wî qebûl nakin. Em dayik in û serbilind in. Bi tund Rahmî Koç şermezar dikin. Çi ceza heq dike divê lê bê birîn. Em bi laçikê xwe yê spî li vir in. Bila gelê Kurd fîrmayên Koçê boykot bike.”
‘Jin herdem li ser piyan in’
Dayika bi navê Ayten Toprak jî anî ziman ku ew wê heqaretê qebûl nakin û wiha axivî: “Dema heqaret hate kirin ew ê li wir keniyan jî divê lêborînê bixwazin. Ew kesên ku li dijî vê gotinê nesekinîne şermezar dikin. Em wekî jin vê heqaretê qebûl nakin. Em bi salan e bi rûmet dijîn. Jin herdem li ser piyan in.”
Daxuyaniya dayikan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.














