Amed – Akademîsyen Mesût Yegen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêşiya demokrasiyê ji aliyê pergalî ve astengî hene û wiha got: “Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya siyasî û civakî ya pirsgirêka Kurd, divê rê li ber Abdullah Ocalan bê vekirin û statuya wî bê diyarkirin.”
Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê dê di 13-14ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin. Di konferansê de, ji qada siyaset, huner, akademî û civaka sivîl gelek kes dê amade bibin. Di konferansê de mijarên wekî çareseriya pirsgirêka Kurd, aştiya civakî û demokratîkbûnê bên gotûbêjkirin.
Akademîsyen Prof. Dr. Mesût Yegen têkildarî pêvajoyê û konferansê ji ajansa me re axivî.
‘Her diçe rejîmeke otorîter ava dibe’
Mesût Yegen diyar kir ku li Tirkiyeyê pêşiya demokrasiyê çi ji aliyê dîrokî ve çi jî ji aliyê pergalî ve astengî hene û wiha got: “Gava em ji aliyê dîrokî ve lê dinêrin, fikra serweriya neteweyî ku li Tirkiyeyê pêşengiya fikra demokrasiyê dike, bêtirî bibe daxwazeke civakî, piştî pevçûna elîtên nav dewletê wekî fikreke popûler derket holê. Ev yek tê vê wateyê tiştê ku rê li ber fikra serweriya neteweyî vekir, ne daxwazên civakê yên di vî alî de bûn lê belê guncavbûna vê fikrê ya ji bo şert û mercên serdemê ji aliyê hinek elîtên nav dewletê ve bû. Vê yekê jî ji aliyê dîrokî ve daxwaza demokrasiyê ya li Tirkiyeyê lawaz hişt. Gava em bêtir ji aliyê pergalî ve lê dinêrin, ji ber hişmendiya ku hatiye avakirin civaka Tirkiyeyê ji berjewendiyên civakî bêtir, girîngiyê dide bekaya dewletê. Ev hişmendiya ku hatiye avakirin bêtir derketiye pêş. Vê yekê jî daxwaza demokrasiyê ya li Tirkiyeyê lawaz kiriye. Her wiha astengiyên rojane jî hene. Bi taybetî ji sala 2016an û vir ve, çi di asta gerdûnî, çi herêmî û çi jî di asta neteweyî de fikra demokrasiyê ya li Tirkiyeyê lawaz dibe. Tirkiye ev demeke dirêj e ji aliyê desthilatdariyekê ve tê birêvebirin ku ev desthilatdar pevajoya cîhanê ya heyî wekî fersendekê ji bo dûrketina ji nirxên demokratîk bi kar tîne. Ev desthilatdarî ev 10 sal in ji bo ku bi rêya hilbijartinan dest ji desthilatdariyê bernede, rejîmeke ku her diçe otorîter dibe ava dike. Ji ber vê yekê, îro wekî astengiya herî mezin a rojane ya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê, girêdayî vê yekê ye. Ev desthilat ji bo desthilatdariya xwe ji dest nede, hemû derfetên dewletê bi kar tîne.”
Pergela serokatiyê
Mesût Yegen destnîşan kir ku Tirkiye ji sala 1950yan vir ve xwedî rejîmeke pirpartiyî ye û deshilatdarî bi rêya hilbijartinan tên guhertin û ev tişt anî ziman: “Lê belê di nava van 75 salên derbasbûyî de, ne mimkûn e ku mirov bibêje hilbijartin bi maneya xwe ya rastî demokratîk û adil bûne. Hema bêje her dem nêrîn û baskên cuda bi qedexekirina partiyan an jî bi girtina berendaman ji derveyî reqabeta siyasî hatine hiştin. Ji ber vê yekê jî reqabeta siyasî tu carî adil û demokratîk nebû. Bi hewldana darbeyê ya di sala 2026an de re, hilbijartinên li Tirkiyeyê li gorî yên berê gelekî bêtir antîdemokratîk bûn. Sedema vê yekê jî ew atmosfera siyasî ye ku piştî hewldana darbeyê ya 2016an pêk hat û pergala serokatiyê ye ku di sala 2017an de ket meriyetê ye. Bi vê re, kontrola desthilatê li ser qanûn çêkirin û darazê zêdetir bû. Vê yekê jî ji bo tengkirina qada siyasî, desthilat û rûmeteke bêsînor da serokkomarê Tirkiyeyê. Serokkomar jî ev desthilatdariya xwe bi berfirehî bi kar anî.”
Nerazîbûna fikrên cuda
Mesût Yegen bi lêv kir ku desthilatdariya ku Tirkiyeyê bi rêve dibe, tu carî ji nûnertiya fikrên cuda razî nebûye û wiha pê de çû: “Ji aliyê desthilatdariyê ve her tim piştî hilbijartinan qeyûm tên tayînkirin. Lê belê divê ev tişt bê diyarkirin ku di demên dawî de desthiltadarî bi vê jî sînordar nema li dijî her fikir û kesên ku potansiyela wan a guherandina desthilatdariyê heye jî heman pêkanîn xistin dewrê. Ev rewş, di dîroka Tirkiyeyê de wekî xaleke şikestinê dikare bê pênasekirin. Kesên ku piştî hilbijartinan qeyûm di şûna wan de tên tayînkirin û tên girtin, beriya hilbijartinan li gorî qanûnên heyî xwedî mafê hilbijartinê ne lê belê piştî ku hilbijartin bi dawî dibin, navên ku ji aliyê YSKê ve guncav hatine dîtin, ji aliyê desthilatdariyê ve wekî bifikar tên qebûlkirin û qeyûm tayînî şûna wan tê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku rêveberiya li Tirkiyeyê baweriyê bi tercîhên hilbijêran nayne û ev rewş krîzeke mezin a demokratîk e.”
‘Komar wekî komareke demokratîk nehatiye avakirin’
Di axaftina xwe de Mesût Yegen da zanîn ku li Tirkiyeyê heta salên 1990î, deriyên parlamentoyê ji bilî nasnameya Tirk ji nasnameyên etnîkî yên din re girtî bûn û ev nirxandin kir: “Lê belê ji salên 1990î û vir ve, bi girêdayî pêşketina Tevgera Kurd re, temsîliyeta Kurdan di meclisê de hinekê hat naskirin.Tevî vê yekê jî, îro bi wateya rasteqîn ne mimkun e ku mirov qala temsîliyeta pirdengiya çandî bike her wiha ji ber astengiyên li ser temsliyetên cuda, ev temsîliyet ne di rewşeke rehet de ye. Gelek parlamenter niha di girtîgehan de ne. Sedema vê yekê ew e ku Tirkiye, ji ber zihniyeta xwe ya avaker, temsîliyeta pirrengî û pirdengiya çandî ya di qadên siyasî û hiqûqî de, di hişê xwe de wekî ‘tahlûke’ daye rûniştandin. Komara Tirkiyeyê wekî komareke demokratîk nehate avakirin. Mirov dikare bêje piştî sala 1950yî, komar hinekî ber bi demokratîkbûnê ve çûye. Ew jî tenê di asta destûrdana pergala pirpartiyî û hilbijartinan de ye. Îro fêmkirineke wisa heye ku temsîliyeta qanûnî ya çandên cuda ya di qada siyasî de, ji bo bekaya komarê wekî gef û tahlûke ye. Ev rewş îro jî pir neguheriye. Bi rêya têkoşînê hinek tişt hatine guhertin. Têkoşîna ku ji aliyê Tevgera Kurd ve hat meşandin, her çend bi qasî herêmî be jî, rê li ber vekir ku Kurd bi rêya wekîlên xwe di parlamentoyê de cih bigirin. Ji ber vê yekê, hîn jî wekî tahlûke dîtina temsîliyeta çandên cuda ji bo îstîqrar û komarê, nîşaneya nedemokratîkbûna pergalê ye.”
‘Daxwaza demokratîkbûyînê tenê ji aliyê Kurdan ve tê kirin’
Mesût Yegen diyar kir ku rejîma li Tirkiyeyê, ne rejîmeke wisa ye ku tevlibûna gel a di biryarên siyasî de yan jî kontrolkirina kiryarên desthilatê ji gel esas bigire û wiha domand: “Li Tirkiyeyê tu carî demokrasiyeke bi vî rengî çênebû. Tenê demokrasiya temsîlî hebû û formên herî lawaz ên vê demokrasiya temsîlî li Tirkiyeyê derbasdar bûn. Tu carî rê nedan demokrasiya rasteqîn. Li Tirkiyeyê ev 20-30 sal in nîqaşeke rêveberiyên herêmî tê kirin lê di vê çarçoveyê de daxwaz bi giranî ji aliyê Kurdan ve tê kirin û ev daxwaz jî hatiye krîmînalîzekirin, ji ber vê yekê ev demeke dirêj e ku rê li ber gel tê girtin daku rast e rast tevli siyasetê bibe û xwe îfade bike, destûr ji bo vê nayê dayîn. Ji bilî Kurdan di vê mijarê de, nebûna daxwazeke xurt, cihê fikarê ye. Li Tirkiyeyê pêdivî bi destûreke bingehîn a nû heye, ev yek ji aliyê gelek kesan ve tê nîqaşkirin. Tirkiye ji sala 1980yî û vir ve bi destûra bingehin a darbeyê tê birêvebirin ev destûra bingehîn a darbeyê bi dehan caran hate guhertin lê tevî vê yekê jî îro hîn bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de ne. Girtina çend kesan ji ber xebatên wan ên siyasî û ramanên wan, jixwe nîşan dide ku destûra bingehîn a di meriyetê de ne destûreke piralî û tevgir e û divê ev destûra bingehîn were nûkirin. Pêdivî bi destûreke bingehîn û peymaneke civakî heye ku her kes xwe di nav de bibîne.”
‘Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin”
Her wiha Mesût Yegen destnîşan kir ku rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyarkirina statuya wî ji bo pêşveçûyîna pêvajoyê girîng û pêwîst e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Abdullah Ocalan Rêberê Tevgera ku mohra xwe li 50 salên dawî yên pirsgirêka Kurd xistiye ye. Ji ber vê yekê, ew di çareserkirina hem siyasî û hem jî leşkerî ya vê meseleyê de kesê herî bibandor e. Hem ji bo ku fesixkirina PKKê bê pirsgirêk bi dawî bibe, hem jî ji bo ku endamên tevgerê yên piştî fesixkirinê vegerin, bikaribin siyaseta demokratîk bikin, divê pêşiya Abdullah Ocalan bê vekirin. Ji ber vê yekê, divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya siyasî û civakî ya pirsgirêka Kurd, divê rê li ber Abdullah Ocalan bê vekirin û statuya wî bê diyarkirin.”













