• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Komar wiha nameşe’ derket

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

    KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e LEZGÎN

Amed / AW

8 HEZÎRAN 2026 - 11:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk re peyamek şand û wiha got: “Jehrkuja hemû neyinîyan, siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Gihîştina civaka demokratîk tenê bi vî rengî pêkan e. Di serî de jin, divê giranî li ser xebatên zarok, ciwan, perwerde, ziman, çand, huner, tenduristî, aborî û ekolojiyê bê xebitandin. Divê xebatên şaredariyan bi Kurdî be.” 

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk ku dê du rojan bidome li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê tê lidarxistin. Di civînê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate xendin. Peyama bi zaravayê Kurmancî Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdîn Devrîm Demîr xwend.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Konferansê re şandiye bi vî rengî ye:

“Ji bo hemû delegasyon û beşdarên Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Partiya DEMê;

Di beşeke mezin a dîrokê de, di civakê de diyardeya rêveberiyê li ser bingeha herêmî û xwecihiyê; bi gotineke din, li ser bingeha xweberêvebirinê ava bûbû. Heta di kevneşopiya dewletê de jî bi giranî rêveberiyên herêmî qaîde bûn, desthilatdariya navendî jî îstîsna bû. Hiqûqa derbasdar, hiqûqa herêmî bû. Ev kevneşopî, ji aliyê modela netew-dewletê ya navendîparêz a homojen-yekparêz-hişk a modernîteya kapîtalîst a du sed salên dawiyê ve hat xerakirin. Çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêk û xetimandinan jî, ferzkirina vê modelê û li dinyayê kiraskirina wê bû.

Vegera li demokrasiya herêmî bûye xelasiya welatan

Bi her du şerên cîhanê re, hemû cîhan û bi taybetî jî welatên Ewropayê yên ku ev zihniyet afirandin, êşên ku ji faşîzmê derketin bi awayekî xedar jiyan û hîn jî dijîn. Ji salên 1950yî û vir ve hiqûqa herêmî, netewe û çandê, her çend bi sînor be jî, ji nû ve hat pênasekirin û derbasî qanûnên bingehîn ên demokratîk bûn. ‘Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî’ ya ku welatên Yekîtiya Ewropayê pejirandine, berdewamiya vê pêvajoyê ye. Vegera li demokrasiya herêmî bûye xelasiya welatan û bêhndana civakan.

Şaşiye ku li benda guherîna pergalên navendîparêz ên antîdemokratîk bin

Li Rojhilata Navîn ku rola Tirkiyeyê tê de sereke ye, heke şansê îfadeya demokratîk ji tiştên herêmî û herêmparêz re bê naskirin, dê piranîya pirsgirêkan bi awayekî hêsantir bên çareserkirin. Bi taybetî rakirina şerha li ser demokrasiya herêmî dikare Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de li herêmê bihêz bike. Ji bo çareseriya demokratîk; avabûna ji nû ve hem ji bo civakan hem jî ji bo dewletan şert e. Herikîna giştî û hewcedariya serdemê jî bi kêmkirina navendîparêziyê û zêdekirina tiştên herêmî ve girêdayî ye. Ajotin û berxwedana li dijî herikînê; krîza siyasî, aborî û ekolojîk a heyî kûrtir dike. Jixwe sedsalek bi vî rengî ji dest çûye û her kesî pê winda kiriye.

Divê mirov nekeve nav wê şaşiyê ku li bendê be da ku pergalên navendîparêz ên antîdemokratîk bixweber biguherin. Têkoşîna rêxistinkirî û domdar ya pêkhateyên çandî û herêmî yên demokratîk, di lezkirina guhertinan de diyarker bûye. Demokrasiya herêmî û qanûnên bingehîn ên demokratîk jî di encama têkoşînên bi vî rengî de hatine pêşxistin.

Li welatekî ku demokrasî tê de bê înkarkirin tu pirsgirêk nayên çareserkirin

Formula ‘demokrasiya herêmî û makezagona demokratîk’, di heman demê de formula çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Şahdemara entegrasyona demokratîk a ku em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hewl didin pêş bixin jî demokrasiya herêmî ye. Entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya herêmî dikare wateya xwe bibîne. Çavkaniya polîtîkaya qeyiman a ku salên dawî tê sepandin jî tunebûna demokrasiya herêmî ye. Li welatekî ku demokrasî tê de bi hêsanî dikare bê înkarkirin, tu pirsgirêk nayên çareserkirin û jixwe li ber çavan e ku nehatine çareserkirin jî.

Jehrkuja hemû neyîniyan siyaseta demokratîk e

Pirsgirêka Kurd di asta rêveberiya herêmî de gihîştiye qonaxa çareseriyê. Ne tenê di çarçoveya pirsgirêka Kurd de, ji bo tevahiya Tirkiyeyê rêya derbaskirina pirsgirêkên heyî yên rêveberiyên herêmî, di ser demokrasiya herêmî ya bihêz re derbas dibe. Demokrasiya herêmî ya ku di bin ewlehiya hiqûqê de ye, formula çareseriyê ya herî rasteqîn û yekane ye. Ji bo Sûriye, Iraq û Îranê jî tiştê pêwîst, sepandina tam û bêkêmasî ya demokrasiya herêmî ye. Jehrkuja hemû neyinîyan, siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Gihîştina civaka demokratîk tenê bi vî rengî mumkin e.

Sermayeya herî mezin a rêveberiyên herêmî gel e

Di pêşxistina demokrasiya herêmî de rola rêveberiyên herêmî diyarker û pêşeng e. Pêngava yekem a demokrasiyê jî û a komunên demokratîk jî herêm e. Pêşxistina şaredariya gel a komunal û demokratîk, li ser vê rêyê rênîşander e. Ji bo vê yekê, divê ne li ser bingeha navend, desthilatdarî û yekdesthilatdariyê, li ser bingeha gel modelên alternatîf ên civakî, aborî û ekolojîk bên pêşxistin. Sermayeya herî mezin a rêveberiyên herêmî gel e; heke keda gel bibe yek, tu pirsgirêka ku mirov nikaribe çareser bike nîne.

Divê li her derê rêxistinbûna civaka demokratîk were avakirin

Divê nêzîkatiya şaredariya demokratîk bê pêşxistin. Tevgera şaredariya demokratîk, wekî toreke berfireh a civakî, ji komunên gund û taxan bigire heya kooperatîfan, ji rêxistinên civaka sivîl heya saziyên mafên mirovan, ji têkoşîna azadiya jinê heya parêzvanên mafên zarok û heywanan, ji ciwanan heya ekolojîstan, divê li her derê rêxistinbûna civaka demokratîk ava bike. Di serî de jin, divê giranî li ser xebatên zarok, ciwan, perwerde, ziman, çand, huner, tenduristî, aborî û ekolojiyê bê dayîn. Qadên hilberînê divê bên zêdekirin û ji bo bêkariya ku roj bi roj mezin dibe bibe çareserî. Di pêşengiya jinan de divê qadên nû yên jiyanê bên honandin.

Divê Konseyên Bajêr û Meclisên Bajêr bên avakirin

Divê tevlîbûna gel a ji bo rêveberiyê û daxilkirina gel a di nav hemû biryaran de esas bê girtin. Konseyên Bajêr û Meclisên Bajêr bên avakirin; welatî dikarin li vir bicivin, her cûre pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî nîqaş bikin û biryaran bigirin. Heke şaredariya gel a demokratîk bê pêşxistin, gel dê xwedî li şaredariya xwe derkeve; bi vî rengî, nêzîkatiyên antîdemokratîk ên wekî tayînkirina qeyûman jî nikarin bi hêsanî pêş bikevin. Şaredarî ne dewletperestiya piçûk e. Lê pergala ku tê sepandin dewleta mîkro ye. Hem ji aliyê felsefî hem jî ji aliyê pratîkî ve divê mirov ji vê ramanê rizgar bibe. Şaredarî ne dewleteke mîkro ne, komun in. Li Ewropayê bingeha şaredariyê komun e. Li cem Kurdan jî ‘kom bûn’ e; koka wê xwe dispêre hezar sal berê û ji van axan heya Ewropayê belav dibe.

Dewlet makro difikire û nêzîk dibe, komun jî çareseriyên mîkro dibîne; di navbera her duyan de diyalog, muzakere û pêşbirkek çêdibe lê pevçûn çênabe. Bi vî rengî civaka sivîl dibe xwedî fonksiyon û vediguhere saziyên çandî, civakî û aborî yên rastîn. Divê di şaredariyan de ku zemin û derfeta van hemûyan lê heye ruhê komunê bê pêşxistin û hemû xebat bi vî ruhî bên meşandin. Tenê nîqaşkirin ne bes e, êdî dema avakirin û bicihanînê ye.

Me di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de li şûna çînê komun bi cih kir, nîqaşên xurt hatin meşandin. Em ne çînê û ne jî dewletê înkar dikin. Lê dewlet wekî girêkekê mezin dibe. Senteza me ya dewlet û komunê, li şerên bêwate yên cemidî yên ku dibin sedema aloziyên mezin û ji bo îdealîzekirina zêde ya çînparêziyê wek bersivekê pêş dikeve. Em vê yekê her ku diçe nermtir dikin. Jehrkuja vê, veguherandina têkiliya komun û dewletê ya ber bi têkoşîn û pêşbirkeke demokratîk ve ye. Tiştê ku vê dawiyê li Sûriyeyê tê xwestin ku bê kirin, ji vî aliyî ve girîng e; li Iraqê jî divê ev yek bê bicihanîn. Hilbijartina waliyekî Tirkmen li Kerkûkê mînak e; Tirkmen li vir ne dewleteke mîkro ne, dikarin bibin komuneke ku naverokê ew bixwe diyar dikin.

Şaredarî divê bi hişmendî û girîngiya demokrasiya herêmî bên birêvebirin; şaredarî divê bi hişê kirtasiyegerî yê piçûk neyên birêvebirin. Ji paqijiyê heya hilberîna erzan, ji perwerdeyê heya tenduristiyê, ji çûnûhatê heya ekolojiyê, ji hemû hewcedariyên bajaran re bi nêzîkatiya komunê çareserî dikarin bên dîtin. Bes mirov bi nêzîkatiya “şaredarî komun in” tevbigere û tiştê pêwîst pêk bîne.

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serkeftina di rêveberiyên herêmî û şaredariyan de dê bibe sedema geşedanên nû; dê hêzeke zêdetir bide rewş û zemîna muzakereya demokratîk. Bi cidiyeta ku dê vê pêvajoyê pêş bixe, ez ji bo her kesê ku di xebatên pratîkkirina şaredariya gelparêz a demokratîk de cih digire serkeftinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku Konferansa Rêveberiyên Herêmî jî bi serkeftî derbas bibe, silav û hezkirinên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim.

24.05.2026
Abdullah OCALAN
Girava Îmraliyê”

 

Etîket: Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

8 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

8 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

6 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

5 HEZÎRAN 2026
Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

5 HEZÎRAN 2026
‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    Mor Barîkat û Barîkat Ege: Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehengên destanan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê xaleke azadiyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 8ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e LEZGÎN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kemîna patron û MEBê: MESEM û MTAL

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê destkeftiyan bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê biparêzin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komxebata Kurdî: Divê em li bendê nemînin alternatîfan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (209)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne