Stenbol – Komîsyona Meclisê di 18ê Sibatê de raporeke hevpar eşkere kiribû. Di xala 7.2yan a raporê de behsa pêkanîna biryarên DMME tê kirin. Lê Tirkiyeyê biryarên DMMEyê yên derbabarê mafê hêviyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî girtiyan, Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala pêk neanî.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsa Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di 5ê Tebaxa 2025an de Komîsyona Meclisê hat avakirin. Li Meclîsê ji bilî partiyeke hemû partî di komîsyonê de cih girtin. Komîsyona ku 5 meh û 13 rojan xebat daye meşandin di 18ê Sibatê de bi raporeke hevpar (pêşnûmeya pêşniyazan) xebatên xwe bi dawî kir. Di rapora hevpar a komîsyonê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên ji 25 salan zêdetir ceza li wan hatiye birîn, navê Mafê Hêviyê wek nav cih negirt. Di çerçoveya rapora hatiye amadekirin de biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de weke “Berdana bi şert” cih girt.
‘Ji 10 biryarên binpêrkirinê 4 yên Tirkiyeyê ne’
Konseya Ewropayê di sala 2022an de daxuayaniyek dabû û diyar kiribû ku dewleta Tirkiyeyê 521 biryarên DMME bicih neaniye. Dewleta Tirkiye yek ji damezrênerê Konseya Ewropayê ye, 46 Peymanên Mafê Mirovan a Ewropa îmza kiriye. Lê DMME di navbera salên 1959 û 2021an de 3 hezar û 820 biryar li dijî Tirkiyeyê dane, di nava wan de 385 biryar jî ji bo binpêkarina mafan in. Di vî aliyê de dewleta Tirkiyeyê rêza yekemîn de ye. Di 64 salan de li tevahî cîhanê bi giştî 1142 biryarên binpêkirina mafan hatiye dayîn. Bi tenê 436 biryar li dijî Tirkiyeyê hatiye dayîn. Ev jî tê vê wateya ku ji 10 biryarên binpêrkirina mafan 4 biryar li dijî Tirkiyeyê hatiye dayîn.
Di rapora Komîsyonê de her çiqas bicihanîna biryarên DMME di xala 7.2yan de cih girti be jî Tirkiyeyê biryarên DMME bicih naînê. Biryarên ku Tirkiyeyê bicih neanîne ev in:
‘Biryara mafê hêviyê’
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo mafê hêviyê serî li DMMEyê dan ji wê serlêdanê tu encam derneketin. Piştî serlêdanên parêzeran a 18ê Adara 2014an de DMMEyê biryar da û xwest ku Tirkiye ‘Mafê Hêviyê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên ku cezayên giran li wan hatine birîn bi cih bîne. DMMEyê Tirkiyeyê di vê serlêdanê de mehkûm kiribû. Tevî ku li ser vê biryarê de 12 sal derbas bûn hêj jî li Tirkiyeyê biryara DMMEyê nehatiye pêkanîn.
DMME di sala 2015an de ji bo Hayatî Kaytan û Emîn Gurban û di sala 2019an de ji bo Civan Boltan biryara Mafê Hêviyê dabû. Li ser van biryaran bi salan derbas bûye lê Tirkiyeyê hê jî tu gav nehatiye avêtin.
Konseya Ewropa ya Komîteya Wezaretan di 15 û 17ê Îlona 2025an de ji bo “Gruba Gurban” û ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, Civan Boltan, Hayatî Kaytan û Emîn Gurban li ser mafê hêviyê civiyabû. Komîteyê bang li dewleta Tirkiyeyê kiribû û gotibû “divê dewleta Tirkiyeyê biryarên DMME bi cih bîne.”
‘Girtina Selahattîn Demîrtaş siyasî ye’
DMME heta îro ji bo Selahattîn Demîrtaş 3 biryarên îhlalê da. Di 20 Mijdara 2018an de DMME girtina Selahattîn Demîrtaş ya sala 4a Mijdara 2016an wekî biryareke siyasî pênase kiribû û biryara îhalalê dabû. Paşê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan 20ê Mijdarê daxuyanî dabû û gotibû: “Biryarên DMME me girê nade, em ê li dijî wê hemle çêbikin û vî karî bi dawî bikin.” Bi van gotinan dewleta Tirkiyeyê biryara DMME bicihneanî. Daîreya Mezin ya DMMEyê di 22 Kanûna 2020an de ji bo Selahattîn Demîrtaş “Mafê azadiya îfade, azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin” da û got ku “Girtina Selahattîn Demîrtaş siyasî ye.” DMME xwest Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan. Lê dewleta Tirkiyeyê vê biryarê bi cih neanî.
DMM 8ê Tirmeha 2025an de ji bo Selahattîn Demîrtaş biryareke nû ya binpêkirinê da. DMME diyar kir ku Tirkiyeyê azadiya îfadeyê ya Demîrtaş binpê kiriye û ev girtîbûn armanc dike ku nîqaşa siyasî bi sînor bike. Dadgehê hikûm da Tirkiyeyê ku 35.000 Euro tazmînata manewî bide Selahattîn Demîrtaş û 20.000 euro mesrefa dadgehê bide. Dewleta Tirkiyeyê di 8ê Cotmehê de îtiraz biryara DMME kiribû le Panela DMME, 3yê Mijdara 2025an de îtiraza Tirkiyeyê ya bi daxwaza jinûve nirxandina biryara derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş red kir. Bi vî awayî biryara binpêkirina mafan a DMMEyê ya der barê Demîrtaş de teqez bibû. Di ser biryara DMME ya dawiyê de zêdetirî 230 roj derbas bû hê jî Selahattîn Demîrtaş nehatiye berdan.
Biryarên Osman Kavala
Osman Kavala 1ê Mijdara 2017an de bi hinceta “bi tundiyê dewletê holê rakê” hat girtin. Ji wê deme vê girtiye. DMME ji bo Osman Kavala 2 biryarên îhlalê da. Biryara yekemîn di 10ê Kanûna 2019an de hate dayîn. DMME di biryarê de diyar kir ku girtina Osman Kavala siyasî ye û divê were berdan. Lê ev biryar nehat bicihanîn û Osman Kavala nehat berdan. DMME di 11ê Tirmeha 2022an de ji bo Osman Kavala biryareke binpêkirinê ya nû da. Lê di heman demê de cezaya muebbetê ji Osman Kavala re hat dayîn. Daîreya Mezin ya DMME li dijî biryara muebbetê dê di 25ê Adarê were gel hev û ji bo serlêdana Osman Kavala bicive.
Can Atalay û Tayfun Kahraman
Dadgeha Destûra Bingehin (DDB) ji bo Can Atalay û Tayfun Kahraman jî 2 biryarên binpêkirinê da. DDB ji bo Parlamenterê TÎPê ya Hatayê Can Atalay di 25ê Cotmeha 2023an de biryara binpêkirinê da lê Dadgeha Bilind biryarê nasnekir. Dadgeha Bilind di 21ê Kanûna 2023an de dîsa biryara binpêkirinê da lê ev biryar hêj jî nehat bicihanîn. Dadgeha Bingehin ji bo Tayfun Kahramanê ku di Doza Geziyê de girtiye di 31ê Tirmeha 2025an de biryara binpêkirinê da lê ev biryar jî nehat bicihanîn.













