• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Jiyana Secad û Şayan ên Yarsanî di xeteriyê de ye

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Li 21 welatan belgekirina 9 hezar û 788 bûyerên tundiya zayendî

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Îranê girtiyekî din darve kir

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Em êrişên paşverû yên li Helebê qebûl nakin

Amed / AW

8 ÇILE 2026 - 10:47
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk tên bertek nîşan da û got: “Em bang li her kesê ku bi têkoşîn û berxwedanê li dijî êrişên rejîma Şamê bêdeng nemînin. Em êrişên paşverû û dijminatiya jinan qebûl nakin.”

Komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrişên giran pêk tînin. Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrişan daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşanî êrişan da.

TJAyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi awayekî lezgînî divê êrişên hikûmeta demkî ya Şamê yên li dijî taxên Kurdan pêk tên, werin rawestindain û wiha hate gotin: “Di êrişên rejîma Şamê yên ku du roj in li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye yên li Helebê û her wiha êrişên li ser Benî Zeydê de li gor agahiyên Çavderiyên Mafê Mirovan ên Suriyeyê (SOHR) 9 sivîl hatin qetilkirin û 60 kes jî birîndar bûn.Ev êrişên rejîma Şamê gefên eşkere yên li ser yekparçeyiya îdarî û siyasî ya Sûriyeyê, û her wiha gefek mezin a li ser rêveberiya xweser a demokratîk a wekhev a ku bi berxwedana gel a bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye damezrandin.”

‘Êriş hevgirtina civakî hedef digirin’

TJAyê di daxuyaniyê de bal kişand ser Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin û di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Hewceye bêgotin ku li gorî Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin de, HSD di Nîsana 2025an de ji taxên Kurdan vekişiyan û ewlehiya van taxan ji radestî rayedarên herêmî kiribû.Ev êrişên hikûmeta demkî ya Şamê, vê peymana 10 Adara 2025an vala derdixe. Ev êriş nîşan didin ku rêxistineke civakî ya ku jin aktorên sereke ne hedef digire, şer li ser gelê Kurd ferz dike û bi vî awayî pêşeroja Sûriyeyê tehdît dike. Modela Rojava tê zanîn ku li dijî feraseta serdest û kevneşopiya milîtarîst azadiya jinan têxê navenda xwe û her wiha mînakeke ku bi berdelên giranbûha hatiye avakirin.Ji ber vê yekê, hedefgirtina Rojava ji aliyê komên xwedî îdeolojiyên dijminê jinan ên mîna HTŞ’ê ve, êrişeke îdeolojîk a zelal û hedefgirtî nîşan dide ku rasterast armanc dike ku xeta azadiyê ji holê rake.”

‘Divê li Sûriyeyê hikûmeteke hevbeş mîsoger bibe’

TJAyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku bi tu awayî zîhnîyeta êrişkar, paşverû, dijminê jinan û wêrankar qebûl nakin û dê xeta azadiya jinan biparêzin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wek Tevgera Jinên Azad, em vê zîhniyeta êrişkar, paşverû, dijminê jinan û wêranker bi ti awayî qebûl nakin; em radigihînin ku bi çi awayî be bila bibe, em ê li dijî wê bisekinin û bi vî awayî xeta azadiya jinan biparêzin. Em diyar dikin ku bidawîkirina kaos û tevliheviya li Sûriyeyê bi avakirina hikûmeteke hevbeş ve girêdayî ye ku mafên wekhev û demokratîk ji bo hemû gelên li Sûriyeyê mÎsoger bike û em bang li her kesê ku baweriya xwe bi têkoşîn û berxwedana jinan tîne û ji bo wê li ber xwe dide ku li dijî êrişên rejîma Şamê bêdeng nemînin, helwesteke xurt bigirin û piştgiriyê bidin şoreşa jinan.”

 

Etîket: Benî ZêdEşrefiyeHelebŞêxmeqsûdTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

27 GULAN 2026
‘Bûka Kurdistanê’ ya berxwedêr: Leyla Qasim

TJAyê Leyla Qasim bi bîr anî: Ew ê di berxwedana me de her bijî

12 GULAN 2026
‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

4 GULAN 2026
Jinên ku tev li Meşa Gemlîkê bûn: Ev meş meşa azadiyê ye

Jinên ku tev li Meşa Gemlîkê bûn: Ev meş meşa azadiyê ye

20 NÎSAN 2026
Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

19 NÎSAN 2026
Jin ber bi Gemlîkê ve rê ketin: Heta azadiyê em ê meşa xwe bidomînin

Jin ber bi Gemlîkê ve rê ketin: Heta azadiyê em ê meşa xwe bidomînin

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    Hevserokên CDK-Fê: Azadiya Rêbertî ji bo jiyana azad a hemû gelan hewcehiyek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeynep Mûrad: Divê li gor berjewendiyên Kurdan fikreke neteweyî were avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erka Tom Barrack bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mojtaba Waîsî ê Îranê kuştiye: Serî tewandin şerm e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş: Yilmaz Çerçel berdin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Feylezof Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (764)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne