Li gor agahiya medyaya Amerîkayê Serokê Dewletên Yekbûyê yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump bi rêya telefonê re bi Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî re axivî.
Malpera Axios ya Amerîkayê diyar ku Donald Trump bi rêya telefonê bi Serokê PDKê Mesut Berzanî û Serokê YNKê Bafil Talabanî re axivî. Her wiha hat gotin ku di telefonê de pêdiviyên şerê hevbar yê Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê didominin hatiye axaftin.
Di agahiyê de tê destnîşankirin ku sê çavkaniyên haydar yên li ser mijarê ji malperê re ragihandine ku ev hevdîtina bi rêya telefonê rojek piştî bombebaranê hatiye pêkanîn.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê jî di axaftineke xwe ya medyayê de aşkera kir ku Serokê DYAyê Trump piştî destpêka şer bi gelek hevparên li heremê re hevdîtinan kiriye.
Li gorî agahiya malperê li heremê bi hezaran leşkerên perwerdekirî yên Kurdan li ser sînorên Îran û Îraqê hene û ew kontrola deverên stratejîk dikin ku dikarin di dema gurkirina şer de roleke sereke bilîzin.
Malpera Axiosê vedibêje ku pêwendiyên Kurdan bi Kurdên Îranê pir baş e ev jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve ji nêz ve tê şopandin.
Yek ji çavkaniya malpera Axiosê gotiye ku Trump hem bi lîderên partiyên Kurd hem jî bi Erdogan re diaxivin.













