Donald Trump gef li Îranê xwar ku eger peymanek neyê çêkirin, dibe ku “tevahî welat were wêrankirin”.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku eger peymanek neyê çêkirin, dê Îranê bi tevahî hilweşîne, di heman demê de geşbîniya xwe ya xurt a der barê pêşveçûna danûstandinan de anî ziman.
Kanala Îsraîl 12 li ser zimanê serokê Amerîkayê diyar kir ku çarçoveya peymanek bi Îranê re amade ye û got ku Îran “tenê zimanê hêzê fêm dike.”
Trump destnîşan kir ku rêveberiya wî dê “şaşiya Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama di dayîna pereyan ji Tehranê re dubare neke” û hişyarî da Tehranê ku eger peymanekê îmze neke ew rûbirûyî “encamên xirab” be û ev encam “wê tevahî welat were wêrankirin”.
Ajansa nûçeyan a Îranê (IRNA) diyar kiribû ku agahiyên der barê lidarxistina gera 2yemîn a danûstandinan li Îslamabadê belav dibin derew in.













