• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

    Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

    Li Amedê Parka Gulistana Zimanan hate vekirin

    Li Amedê Parka Gulistana Zimanan hate vekirin

    Selîm Temo: Ma zê seserr naye ra ver nêzdî mebim

    Ji ber nexweşiya dil Selîm Temo rakirin nexweşxaneyê

    Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

    Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Nobeta Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di meha 127an de ye 

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

    Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

    Li Amedê Parka Gulistana Zimanan hate vekirin

    Li Amedê Parka Gulistana Zimanan hate vekirin

    Selîm Temo: Ma zê seserr naye ra ver nêzdî mebim

    Ji ber nexweşiya dil Selîm Temo rakirin nexweşxaneyê

    Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

    Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Uçar: Gelê Kurd li Kurdistanê pêşengtiya azadiyê dike

Navenda Nûçeyan / AW

4 SIBAT 2025 - 15:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Qoserê di civîna gel de axivî û bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî gotin û pratîk bin û got: “Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê pêşengtiya demokasiyê dike.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi gel re nîqaş bikin, “Çalakiya Aştiya Civakî û Azadiyê” dabûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Mêrdîn û Erziromê civînên gel hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de li Mêrdînê civînên gel hat lidarxistin. Civîn, li eywaneke dawetê hat lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî.

‘Em di serdemek krîtîk de ne’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser şer û geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Gelê Kurd dê pêşeroj û qedera xwe bi xwe diyar bike. Bi salên dirêj e hemû îktîdarên Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd weke amûrekî bi kar tînin. Di halê hazir de em di serdemeke pir krîtîk de ne. Ji ewil digotin ‘Kurd jî Tirk in’. Ev nebû. Piştre gotin ‘Em tevek bira ne.’ Ew jî nebû. Niha jî dibêjin ‘Pirsgirêka Kurd tune ye.’ Dixwazin pergala yekperest a her kesî tirk dibîne li ser pêyan bigirin. Em dibêjin çi? Em dibêjin ku li vî wlatî jiyaneke ku daxwazên gelan tên qebûlkirin pêkan e. Em ji bo vê têdikoşin.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar geşedanên piştî silavdayina Devlet Bahçelî û serdanên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re qewimîn bi bîr xist û ev yek anî ziman: “Çareseriyeke demokratîk, mayinde û aştiyeke birûmet a di pirsgirêka Kurd de, ne tenê bi axaftinên li Meclisê an jî bi daxwaza pêkan e. Li cîhanê gelek mînakên çareseriyê û aştiyê hene.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cîhanê modêleke mînak derketiye holê û got: “Li Sûriyeyê HTŞ hêjayî gelan hate dîtin.” Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser hevdîtina Tirkiyeyê ya bi serokê HTŞê Ahmet Şera re û got: “Çi astengî li pêşiya Tirkiyeyê hene ku bangî Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî neke? Tu astengî tune ne. Divê pirsgirêka Kurd bi berfirehî were axaftin. Dê kî van axaftinan bike? Dê ji ewil partiyên li Meclisê bikin. Nabe ku ev pêvajo tenê ji hêla îktîdarê ve were meşandin. Dê tenê daxwazên me neyên axaftin.”

‘Ocalan çima bal kişand ser Meclisê?’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bi bîr xist ku bi Meclisa 1924ê ve nasnameya Kurdan hatiye înkarkirin û wiha pê de çû: “Lewma birêz Ocalan Meclisê weke navnîşana herî girîng dibîne. Dibêje; ‘Navenda Kurd tune hatine hesibandin ew der e. Li wir bizivirin û li dîroka me ya têkoşîna hevpar binêrin. Bi nêrîn, pêşniyar û têkoşîna adilane ya hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re em tevek bibin para hevpar a çareseriyê. Em tevek bibin xwedî keda hevpar.’ Ev zehmet nîne. Di 22 salên desthilata AKPê û tifaqa wê ya bi MHPê re de hate gotin ku çareseriya pirsgirêka Kurd mimkin nîne. Li Kurdistanê hiqûqa şerê taybet, rejîma tecrîdê û rejîma qeyûm bû siyaseta sereke.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtîgehên hêjayî Kurdan hatine dîtin, bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Ev jî çavkaniya xwe ji Îmraliyê digire. Îradeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas nakin lê HTŞ’ê nas dikin. Ev ne bi xêra xelkê Sûriyeyê ye. Divê ji bo azadî û pêkvejiyanê em têbikoşin. Dewlet mecbûr ma ku Îmraliyê weke navnîşan bibîne. Serenavê îro hewcehî pê tê dîtin, serenavê ku Tirkiye ev sed sal in hewcehiyê pê dibîne ye. Wê demê birêz Ocalan çima 26 sal in tecrîdkirî ye? Çima ev 26 sal in her kes guhên xwe ji gotinên ji bo aştiyê digire? Û îro çima li benda gotina wî ne? Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî ye û krîtîk e. Belê, divê were çareserkirin. Divê hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskarê vî welatî xwedî gotin û pratîkê bin.

Em ê nîqaş bikin bê ka dikarin çawa destê Ocalan xurtir bikin. Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê pêşengtiya demokasiyê dike. Em dixwazin Pirsgirêka Kurd ne amûreke ku ji bo hin kes bibin serokkomar were bikaranîn. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne nîqaşa destilatdarkirina partiyekê ye. Ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan, jinan û kedkaran e.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Erzirom

Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê jî civîna gel hat lidarxistin. Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Goçer û rêveberê navenda DEM Partiyê Necmettîn Basçi, hevşaredarên Tatos, Qereyazî û Qereçobanê, endamên meclisa şaredariyê û welatî tev li bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz axivî û wiha got: “Bi saya berxwedana gelê Kurd, tecrîda 26 sal in li Îmraliyê didome veguherî qonaxeke nû. Dewletê hemû amûrên zext û zordariyê bi kar anî lê neçar ma ku careke din bi birêz Ocalan re pêvajoye aştî û muzakereyan bide destpêkirin. Em jê re nabêjin pêvaoya aştî û muzakereyan lê em dikarin bibêjin li ber pêvajoyeke nû ne. Sedema destpêkirina vê pêvajoyê jî berxwedan û têkoşîna gelê me ya bênavber e. Ya din jî lêgerînên li Rojhilata Navîn û serûbinbûna heyî ye.”

Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

 

Etîket: Abdulah OcalanAştiya Civakî û AzadiyêÇigdem kiliçgun Uçar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

‘Dê têkoşîna me ya ji Ocalan re azadî, ji Rojava re statu berdewam bike’

18 SIBAT 2026
Gelê Qoserê berxwedana Rojava silav kir: Rojava cihê parastina nasnameya gelê Kurd e

Gelê Qoserê berxwedana Rojava silav kir: Rojava cihê parastina nasnameya gelê Kurd e

23 ÇILE 2026
Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

19 ÇILE 2026
Deklarasyona mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Mafê hêviyê azadiya gelan e

Deklarasyona mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Mafê hêviyê azadiya gelan e

17 KANÛN 2025
Rêberê Gelê Kurd kuştin dan sekinandin

Rêberê Gelê Kurd kuştin dan sekinandin

16 KANÛN 2025
Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

Foruma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir: Em xwedî li ava xwe derkevin

17 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber nexweşiya dil Selîm Temo rakirin nexweşxaneyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em malên xwe bikin dibistanên Kurdî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo zimanê Kurdî gaveke girîng: Li Colemêrgê ZIMAN-DER vedibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd dê civîna Neteweyî ya Kurd li dar bixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Amîne Aktaş a ku bi Kurdî nedizanî niha çîrokbêj e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdeyê êş û têkoşîna me wê bi dawî nebe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meclîsê cara yekem pêşnûmeyek Kirmanckî hate qebûlkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (755)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne