Sêrt – Welatiyên Sêrtê ku tev li çalakiya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê bûn anîn ziman ku ew dixwazin êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi temamî bi dawî bibin û gotin: “Em berxwedana Rojava pîroz dikin. Gelê Kurd bûye yek. Êdî bes e, kezaba me şewitî.”
Êrişên ku ji aliyê hêzên paramîlîter ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike ji 6ê Çileyê vir ve li ser Rojava pêk hatin xesareke mezin da herêmê. Li dijî van êrişan li her çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cîhanê çalakî bê navber hatin protestokirin. Di encama berxwedana gelê Kurd di navbera Rêveberiya Xweser-HSDê û hikûmeta demkî ya Şamê de peyman hate îmzekirin û agirbest hate ragihandin.
Welatiyên Sêrtê ku tev li çalakiya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê bûn ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî êrişên li ser Rojava dan.
‘Kurd her tim jî hebûne û ew ê hebin jî’
Welatiyan nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava dan û gotin: “Em êrişên ku li ser Rojava tên kirin bi tund şermezar dikin. Çeteyên dewletê û yên din hemû di nava hev de êrişan dibin ser gelê Kurd. Serê jinan û zarokan jêdikin û jinan ji xaniyan diavêjin û dibêjin; ‘Ellahû Ekber’. Em ne îro Kurd in, ev hezar sal in ku em Kurd in. Em ji şer re ne xerîbin, şerên dijwar li ser me hatin kirin. Me Kurdan tu carî rehetî nedîtiye. Çiqas ba û tofan bi ser me de bên dîsa jî em ê şîn bibin û tirsa me ji tiştekî tune ye.
Em vê zilm û heqaretê naxwazin, sed sal in em di bin vê zilmê de ne. Colanî hov û kujer e, di tu olî de jin nayên kuştin. Ev êrişên ku li ser gelê Kurd tên kirin dê tu carî neyên qebûlkirin. Îro gelê Kurd bûye yek lê dîsa jî hêzên navneteweyî êrişên xwe li ser gelê Kurd dikin. Çima Kurd tune ne? Kurd her tim jî hebûne û ew ê hebin jî. Gelê Kurd her tim li ser pêya ye û em ê bigihîjin armanca xwe jî. Em berxwedana Rojava pîroz dikin û heta yek noqte xwîn di laşê me de hebe em ê bi wan re bin. Em Rojava ne Rojava jî em in. Ev tundiya ku li ser Rojava tê kirin em lanet dikin. Êdî bes e, kezaba me şewitî. Ev tişt wê heta kengê bidome, êdî em aştiyê dixwazin.”













