• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xebatên xwe li ser civaka demokratîk û azadiya jinan bi rê ve dibin

Gulîzar Turkoz / AW

1 GULAN 2026 - 08:33
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Li Amedê di 29 û 30 Nîsanê de Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Amedê, hate lidarxistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn anîn ziman ku xebatên xwe li ser felsefeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi rê ve dibin.

Li Amedê di 29 û 30 Nîsanê de li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Amedê, hate lidarxistin. Konferans bi dirûşma “Em bi vîna jinan komunal dibin, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad dihûnin” pêk hat. Di konferansê de hate diyar kirin ku dê rêxistinkirinên komunan bi hev re ava bikin û hate destnîşan kirin ku komun şaredarî ne, şaredarî komun in. Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz, Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Nû Ozlem Yilmaz Kûrtay, Endama Meclîsa Giştî ya Çewligê Sûna Sari û Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz têkildarî konferansê ji ajansa me re axivîn.

‘Armanca me ya yekem jiholêrakirina tundiyê ye’

Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz diyar kir ku ew kar û xebatên xwe li ser felsefeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan dimeşînin. Semra Akyuz da zanîn ku armanca wan a herî mezin afirandina civakeke xweştir e ku rengê jinan tê de xuya bibe. Semra Akyuz bal kişand ser mijara tundiya li ser jinan û wiha axivî: “Armanca me ew e ku em vê tundiyê ji holê rakin; yanî armanca me ya yekem ev e. Bi hişmendiya baviksalar ev tundî bi carekê neaniye holê, ev tundî wisa dem bi dem di nava civakê de belav bûye. Em xebatên xwe bi daxwaz û tevlîbûna gel; di serî de jin, zarok, kesên temenmezin û astengdaran pêk tînin.”

‘Jin pêşengiya pêvajoyê dikin’

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Nû Ozlem Yilmaz Kûrtay jî diyar kir ku ew li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kom bûne û da zanîn ku ew ji bo konferanseke mezin a li Enqereyê amadekariyan dikin. Ozlem Yilmaz Kûrtay rola jinan a di rêveberiyan de bi bîr xist û got: “Bi rastî, em niha pêşengiya vê pêvajoyê dikin; jin hemû barê vê pêvajoyê dikişînin û bi rê ve dibin. Em jin dixwazin zêdetir hem rêxistina xwe bi pêş ve bibin hem jî bibin bersiva vê pêvajoyê.”

‘Divê jin di her gava biryardayînê de hebin’

Endama Meclîsa Giştî ya Çewlîgê Sûna Sari jî bal kişand ser hewcedariya xwebirêxistinkirina jinan a li her qadê. Sûna Sari destnîşan kir ku jin nûnerên demokrasî, wekhevî û azadiyê ne û wiha got: “Armanca me ew e ku jin di her qadê de cihê xwe bigirin, xwedî gotin bin û di girtina biryaran de rola xwe bilîzin. Em dixwazin ku jin li her derê hebin, di her gava biryardayînê de cih bigirin û îradeya xwe nîşan bidin.”

‘Em ê ji bo polîtîkayên jinan biryarên bihêz bigirin’

Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz jî girîngiya konferansê ya ji bo rexnedayîn û plansaziya pêşerojê anî ziman. Leyla Ayaz diyar kir ku ew li ser kêmasiyên 2 salên borî radiwestin û ji bo 3 salên pêşiya xwe nexşerêyekê diyar dikin. Leyla Ayaz bal kişand ser qirkirina jinan û wiha got: “Wekî ku hûn jî dizanin, di vê demê de, bi taybetî jî li Amedê, li dijî jinan qirkirineke pir zêde tê meşandin. Biryarên ku em ê di vê konferansê de ji bo sê salên li pêşiya xwe û ji bo polîtîkayên jinan bidin, dê ji bo gelê Amedê û bi taybetî jî ji bo jinên Amedê bibe pêngaveke pêşveçûnê ya gelekî mezin.”

Etîket: azadiya jinancivaka demokratîkcivaka ekolojîkDesteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM PartiyêHevşaredara Çinarê Semra AkyuzHevşaredara Rezanê Leyla AyazKonferansa Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

Li Wanê bangawaziya ‘Mitînga Azadiyê’

16 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

8 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê konferansa ‘Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’ hate lidarxistin

Li Stenbolê konferansa ‘Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’ hate lidarxistin

17 GULAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê: Komun şaredarî ye, şaredarî komun e

30 NÎSAN 2026
‘Em ê 8ê Adarê li qadan banga azadiya jinan bikin’

‘Em ê 8ê Adarê li qadan banga azadiya jinan bikin’

2 ADAR 2026
Konferansa Navneteweyî di roja duyemîn de dest pê kir

Konferansa Navneteweyî di roja duyemîn de dest pê kir

7 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (756)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne