• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

    DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

    Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

    Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

    OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

    OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

    Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

    Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

    DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

    DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

    DEM Partiyê ya Karşiyakayê: Hedef ne tenê Amedspor e

    Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

    Waliyê Dêrsîmê yê berê Tûncay Sonel hat girtin

    OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

    OHDê li ser medyaya dîjîtal hastage #YasalAdimŞimdi da destpêkirin

    Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

    Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

    DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

    DEM Partî û HDK çûn serdana karkeran

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YRD: Rojnameger Azîz Koyluoglû şehîd bû

Navenda Nûçeyan /AW

8 SIBAT 2025 - 10:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ANF Images

ANF Images

YRDê diyar kir ku 27ê çileyê de dewleta tirk bi rengekî tirsonekî li Ranyayê êrîş pêk anî û di encamê de rojnamevan Azîz Koyluoglû jiyana xwe ji dest daye. YRDê anî ziman ku pênûsa hevrê Azîz li erdê namîne, deng-gotina wî dê hîn xurttir bibe.”

Êrîşên Dewleta Tirk a li dijî rojnamegerên kurd berdewam dike. Di sala 2024an de di encama êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de 5 rojnamegerên kurd jiyana xwe ji dest dan. Niha jî di êrîşa hewayî de Rojnameger Azîz Koyluoglu jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mijarê Koordînasyona Giştîya YRDê daxuyanî da.

Daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YRD’ê bi vî rengî ye:

“27’ê Çileyê di êrîşa dewleta Tirk de hevreyê me yê hêja Azîz Koyluoglû şehîd bû. Di serî de serê malbata wî ya hêja, hemû kadroyên ragihandinê û yê gelê me sax be. Em soza xwe dubare dikin û dibêjin, em ê têkoşîna ku hevrê Azîz ji me re hiştiye bilind bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin.

Bêguman, hevrê Azîz ji ber ku rûyê dewleta Tirk a qirker-dagirker-mêtînger teşhîr dikir, di vê çarçoveyê de rojnamevanekî baş û mîlîtanekî azadiyê bû û ji ber ku bi hezkirina welat tijî bû, hate hedefgirtin û qetilkirin. Ên ku ji pênûs û gotina hevrê Azîz rehetsiz dibûn, bi êrîşekî tirsonek berê xwe dan wî, bi vî awayî xwestin dengê heqîqetê bidin sekinandin. Lê divê bizanibin ku hevrê Azîz jî wekî yên berî xwe berdêl dayîn berçav giriye û ketiye vê karwanê, di her kêliya xwe de wek neferekî doza azadiyê tevgeriyaye û vê alê bi awayek xurt dewrî me kiriye. Sekna hevrê Azîz li hemberî dijmin serî natewîne. Ev sekna wî sekn û helwesta her hevalê wî yê ciwan e. Vê êrîşê paşde gav bi hevrê Azîz neda avêtin û wê paşde gav bi me jî nede avêtin. Berovajî wê azweriya têkoşîna me mezintir bike.

Evîndarê gel bû

Hevrê Azîz di sala 1976an de li Amedê ku sembola îradeya azad a gelê me ye, hatiye dinê. Di nava malbatekî ku nirxên welatparêziyê lê xurt in de mezin bûye û di temenekî biçûk de rastiya dijmin a faşîst-qirker-mêtînger nas kiriye. Li hemberî vê bi her awayî di nav têkoşîn û berxwedanê de bû. Di destpêka salên 2000î de di Çapemeniya Azad de cih girt û ji nûçegihantî-kameravantî bigirin heta edîtorî, mudurê nûçeyan û heta derhênerê giştî ya weşanê di her xebatê ragihandinê de cih girt. Hevrê Azîz di van peywîrên xwe de bûye xwedî seknekî mînak û bi hevalên xwe re parvekirin û perwerde kirina wan, ji xwe re kiribû felsefeya jiyanê. Bi giraniya xwe ya jiyanê û rûkeniya xwe re her tim ji hevalên xwe re rê nîşan da. Hevrê Azîz her tim pêşengî kir û her tim bû evîndarekî gel. Ji bo çanda gelê me yê qedîm bijî têkoşîn meşand. Em bawerin bi qasî hevrê Azîz ên ku hevrê Azîz perwerde kir jî wê bersiva pêwîst bide dijminê ku ji her cure exlaq û nirxê mirovî bêpar maye û wê siberojên me yên azad garantî bikin.

Hevrê Azîz ji Hewlêrê heta Silemaniyê û Kerkûkê, ji wir heta Mexmûrê û her dera başûrê Kurdistanê xebat meşand. Dîsa ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê heta Efrînê li her cihê di her astê de xebatên weşanê ya ragihandinê meşand. Hevrê Azîz tenê nenivîsand, bi qasî vê axivî û ji bo dijminê qirker-dagirker teşhîr bike hemû derfetên di destê xwe de bi kar anî. Hevrêyê me yê ku di xebatên rojname, ajans, TV û herî dawî jî medya dîjîtal de xebatên bi çalak meşandiye, her tim behsa girîngiya xebatên ragihandinê kiriye û di têkoşîna li hemberî dijmin de bal kişandiye rola diyarker a vê qadê.

Bêguman wê pênûsa hevrê Azîz li erdê nemîne, deng û gotina wî hîn geştir derkeve. Nirxên têkoşînê yên ku hevrê Azîz hiştiye, wê ji aliyê her kadroyê ragihandinê ve were mezinkirin û wê bibe haveyna pêşeroja azad a gelê me. Yanî, jiyana azad wê watedar bibe û were avakirin.

Hêza kevneşopiya azad îspat kiriye

Kevneşopiya ragihandinê ya ku çavkaniya xwe ji Mazlûman, Gûrbeteliyan û Apê Mûsayan digirt û bi Seyîd, Karwan, Rosîda, Gulîstan, Hêro, Nazim û Cihanan bi biryardarî didomiya, bi şehadeta hevrê Azîz re hîn xurtir bû û têkneçûna vê kevneşopiyê careke din hate ispatkirin.

Dijminê faşîst çi dike bila bike, serî li kîjan rêbazên dermirovî bide jî wê encam negire. Hêza wî têra neke ku rastiyê di tarîtiyê de bihêle. Çapemeniya Azad, mîna duh wê îro jî wek Azîz, ji Azîzan û şehîdên ku vê kevneşopiyê afirandine hîn zêdetir tiştan fêr bibe û wê bi hîn zêdetir karkirinê re vê kevneşopiyê bi serkeftinê tacîdar bike.

Bi vê wesîleyê careke din serê malbata hêja ya hevrê Azîz, hemû endamên YRD û gelê me sax be. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Etîket: Azîz KoyluogluRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

19 NÎSAN 2026
Rojnamegera amerîkî bişert hate berdan

Rojnamegera amerîkî bişert hate berdan

7 NÎSAN 2026
Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

Dozgerî xwest Rojnameger werin cezakirin

7 NÎSAN 2026
Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

6 NÎSAN 2026
Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

16 ADAR 2026
Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jineke ciwan a Ermen ketiye du şopa malbata xwe: Xebatên bapîrê wê berê wê daye Wanê

    Jineke ciwan a Ermen ketiye du şopa malbata xwe: Xebatên bapîrê wê berê wê daye Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Remzî Kartal: Divê ev sal bibe sala yekîtî û azadiya gelê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber çavkaniya debarê neçarî koçberiyê bûn: Em dixwazin vegerin ser axa xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li devera Keferûnê dîmenê biharê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Licê ji ber kêmasiya DEDAŞê 4 çêlek û conegayek mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parka Koşuyolu yê Wanê hat tengkirin: Ji bo asfaltê cîh vedikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Pîrmamê zarokan dayik û bavê xwe kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokê Egîtîm Sena Sêrtê: Divê astengî û qedexeyên li ser Kurdî rabin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (753)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne