Amed – Li Amedê komxebata “Di Rêveberiyên Herêmî de Atolyeya Komun û Kooperatîfan” tê lidarxistin. Hevserokê GABBê Sirac Çelîk ku di komxebata ji aliyê GABBê ve tê lidarxistin axivî û got, “Armanca sereke ya komxebatê parvekirina tecrûbeyên heyî yên di qada aboriyê de, nirxandina pratîkên cûda yên rêveberiyên xwecihî û nîqaşkirina perspektîfeke aborî ye.”
Bi pêşengiya Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê (GABB) li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Nû komxebata “Aborî, komun û kooperatîfan di rêveberiyên xwecihî de” tê lidarxistin. Gelek hevşaredar û rêveberên herêmên xwecihî, beşdarî komxebatê bûn. Hevserokê GABBê Sirac Çelîk axaftina vekirinê ya komxebatê kir.

‘Polîtîkayên jinê, bêewlehî û asîmîlasyon encamên vê krîzê ne’
Siraç Çelîk destnîşan kir ku nîqaşên aboriyê yên di rêveberiyên xwecihî de îro ne di wê astê de ne ku bi sernavê hilberîn, budçe an jî îstîhdamê bên destgirtin. Çelîk diyar kir ku pêvajoya jê tê derbaskirin ne tenê aborî di heman demê de xwedî aliyên civakî, ekolojîk û siyasî ye, di nava xwe de krîzên piralî dihewîne û wiha berdewam kir: “Pergala aborîyê ya heyî her çend hemû qadên jiyanê li ser têkiliyên piyaseyê dîzayn bike jî, avahiyeke ku keda mirov bêqîmet dike, xwezayê talan dike, mekanîzmayên piştevaniya civakî qels dike û hilberînê ji civakê qut dike, diafirîne. Bi taybetî nedîtîna keda jinê, belavbûna şêweyên xebatê yên bêewle, pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî, koçên ji gundan ber bi bajaran ve, xizanî, polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku li ser îstîhdam û kar tên meşandin û nedîtina keda jinê encamên vê krîzê ne. Rola rêveberiyên xwecihî jî tam di vê astê de girîng dibe. Rêveberiyên xwecihî ne tenê saziyên ku xizmetê hildiberînê ne, di heman demê de ew sazî ji bo pêşxistina polîtîkayên ku jiyana civakî xurt dikin, piştevaniyê mezin dikin, pêdiviyên herêmî esas digirin û tevlîbûna rasterast a gel bihêz dikin berpirsyar in.”
‘Pêdivî bi modelên demdirêj û birêxistinkirinê heye’
Di berdewama axaftina xwe de Siraç Çelîk destnîşan kir ku xebatên aboriyê yên di bin banê rêveberiyên xwecihî de tên meşandin tecrûbeyên girîng derdixin holê û wiha got: “Qadên hilberîna komunal, tecrûbeyên kooperatîfan, xebatên çandinî û xurekan, pratîkên hilberîna hevpar û torên piştevaniyê, divê nîşan bidin ku li hemberî têgihiştina aboriyê ya navendî, piyase modelên cihêreng ên ku pêdiviyên civakî esas digirin pêkan in. Bi vê re, divê sernavên nîqaşê yên girîng ên ji bo domdariya xebatên heyî, kapasîteya plansaziyê û xurtkirina têkiliya ku bi pêdiviyên xwecihî re hatiye danîn hebin. Li şûna pratîkên aboriyê yên bilez û bêbingeh, pêşxistina modelên demdirêj, birêxistinkirî û domdar ên ku xwe dispêrin hewcedariyên xwecihî girîng e.”
‘Pêdivî bi modelên aboriyê yên bi xwezayê re hene’
Di dawiya axaftina xwe de Siraç Çelîk destnîşan kir ku armanca sereke ya vê komxebatê, hevparbûna tecrûbeyên heyî yên di qada aboriyê de ye, nirxandina pratîkên cûda yên rêveberiyên xwecihî û meşandina nîqaşekê li dora perspektîfeke aborî ya xurtir e û wiha axivî: “Tê çavdêrîkirin ku niha di gelek sernavan de ji tecrûbeyên Rojavayê heta pêkanînên rêveberiyên xwecihî, ji polîtîkayên çandinî û xurekan heta mewzuata kooperatîfan bên meşandin, rêbazên nû û derfetên nû yên hevparbûnê derxînin holê. Bi taybetî divê bê zanîn ku hevparbûna li ser modelên aboriyê yên ku bi xwezayê re li hev dikin, hewcedariyên xwecihî esas digirin, jiyana komunal xurt dikin û girêdayîbûna bi piyaseyê re kêm dikin, girîng e. Girîng e ku nîqaş, pêşniyar û nirxandinên ku dê di pêvajoya xebatgehê de derkevin holê, rê bidin polîtîkayên aboriyê yên rêveberiyên xwecihî, parvekirina tecrûbeyan û piştevaniya di navbera rêveberiyên xwecihî de xurt bikin û tevkariyê li pêşxistina torên hilberîna hevpar bikin.”
Piştî axaftina vekirinê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
Tê payîn ku danezana encama komxebatê dê di rojên pêş de were eşkerekirin.


















