• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

    YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

    Rêya Colemêrg û Wanê 14 roj in nehatiye vekirin

    Rêya Colemêrg û Wanê 14 roj in nehatiye vekirin

    Ji bo piştgiriya Amedsporê ji Afrîkayê û Zaxoyê hatin Amedê

    Ji bo piştgiriya Amedsporê ji Afrîkayê û Zaxoyê hatin Amedê

    Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

    Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

    YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

    Rêya Colemêrg û Wanê 14 roj in nehatiye vekirin

    Rêya Colemêrg û Wanê 14 roj in nehatiye vekirin

    Ji bo piştgiriya Amedsporê ji Afrîkayê û Zaxoyê hatin Amedê

    Ji bo piştgiriya Amedsporê ji Afrîkayê û Zaxoyê hatin Amedê

    Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

    Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran çarenûsa windayan hate pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

2 hezar û 541 kes dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Navenda Nûçeyan / AW

21 ÎLON 2025 - 17:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxuyaniyekê encamên kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim’ parve kirin.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 20’ê Tebaxa îsal de li Sûriyeyê dest bi kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” kiribûn û kampanyayê di 10’ê Îlonê de bi dawî kirin. Encamnameya kampanyayê îro bi daxuyaniyeke çapemniyê hate eşkerekirin.

Endamên Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û endamên Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Jiyan Arkendî, Erebiya wê jî ji hêla Ahîn Heyder ve hate xwendin.

Jiyan Erkendî di daxuyaniyê de bal kişand ser destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Li ser bingeha banga dîrokî ya ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, ku bangeke samîmî ji bo xurtkirina nirxên demokrasî, aştî û jiyana hevbeş, di navbera gelan de radigihîne, Foruma Ewrûpî ya Azadî û Aştiyê kampanyeke navneteweyî bi silogana “Ez dixwazim Abdullah Ocalan bibînim” kampanyayek da destpêkirin. Di 20’ê Tebaxê de, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi rêya destpêkirina kampanyeke berfireh di bin heman dirûşmeyê de, li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek bajarên din ên Sûriyeyê, bersiva vê bangê dan.”

‘Kampanya deng veda’

Di berdewama axaftina xwe de Jiyan Erkendî destnîşan kir ku kampanya rastî eleqeyeke mezin hat û wiha got: “Vê kampaniyê dengvedaneke berfireh dît û gelek aliyên mîna çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk, endazyar, her wiha nûnerên komên etnîkî û olî yên cihêreng li Sûriyeyê, di nav de Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Tirkumen, Çerkez, her wiha mezhebên cuda yên Îslamî (Sunî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî tevlî kampanyayê bûn. Hejmarek ji kesayetên navdar ji Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siwêda û Îdlibê jî tevlî bûn. Bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî ya 2025’an, ku îsal bi silogana “Ji bo cîhaneke aştiyane tev bigerin” her 21’ê Îlonê tê pêşwazî kirin, em bi kêfxwşî ji raya giştî re radighînin ku  kampanya çalakiyên me di 10’ê Îlonê de bi beşdariya 2 hezar 541 kesan ji beşên cûda yên civakê bi dawî bû.”

Banga hestiyariyê

Jiyan Erkendî di dawiya daxuyaniyê de banga hestiyariyê ji saziyên navneteweyî kir û wiha derbirî: “Bi pêşkêşkirina vê daxuyaniyê, em piştrast dikin ku daxwaza me di serî de mafê azadî, aştî û dadê ye, bi giştî di çarçeveya mafên bingehîn ên mirovan de ye. Em hêvî dikin ku ev bangewazî li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî, ji aliyên peywendîdar ve bi baldarî û berpirsiyarî were dîtin.”

Encamên kampanyayê, dê tevî nameyeke fermî, ji van saziyên navneteweyî re werin şandin:

“Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî

Komîteya Ewrûpî ya dijî Îşkenceyê (CPT)

Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê

Konseya Mafên Mirovan – Neteweyên Yekbûyî

Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Etîket: 2541 KesDaxwaza Hevdîtinê KirinÎnîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a SûriyeyêÎnîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanKomîteya Ewrûpî ya dijî Îşkenceyê (CPT)Konseya Mafê MirovanSekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî.Serokatiya Konseya Yekîtiya EwrûpayêWezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin

    Li Kanîreşê li dijî talana xwezayê meş û mitîng hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunera destkariyê bi saya jinan hê jî zindî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhat Çakmak: Gavên qanûnî neyên avêtin pêvajo dê bikeve xetereyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gimgim li dijî JESê li ser pêyan e: Welatê me ji bo me teberîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (898)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne