• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Di êrişa ser malekê de du zarok birîndar bûn

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    Ardil Çeşme li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Ardil Çeşme li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Suheyla Taş a ku berdan wê dihat taloqkirin hat berdan

    Suheyla Taş a ku berdan wê dihat taloqkirin hat berdan

    Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

    Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

5 milyon kesan ji bo 500 hezar avahiyan serlêdan kirin

Omer Demîr / AW

30 MIJDAR 2025 - 09:16
Kategorî: ABORÎ, CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Wezareta Hawîrdor û Bajarwaniyê 500 hezar avahî ava dike, di 17 rojan de zêdetirî 5 milyon kesan serlêdan kir. Li gorî daneyan li Tirkiyeyê zêdetirî 24 milyon kes di xaniyên kirê de dijîn. Hejmara kesên xwedî avahî her ku diçe hindik dibe.

Wezareta Hawîrdor û Bajarwaniyê Murat Kurum di cotmehê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku dê bi destê Îdareya Avahiyên Komî ve (TOKÎ) ji bo 500 hezar avahiyan serlêdan bên qebûlkirin. Serlêdana avahiyan di 10ê Mijdarê de dest pê kiribû. Li Stenbolê 100 hezar avahî, li Enqerê 30.780 avahî, li Îzmîrê 21.520 avahî, li Dîlokê 13.940 avahî, li Konyayê 13.670 avahî, li Rihayê 13.190 avahî, li Bûrsayê 13 hezar avahî, li Amedê jî 12.170 avahî dê bi peşk avêtinê bên belavkirin. Avahî dê di Adarê 2027an de werin teslîmkirin. Kesên ku dixwazin serlêdan bikin 5 hezar tl didin benkeyê. Wezaret dibejê ku heke kesên peşk avêtinê û avahî ji wan re dernekeve, dê dîsa pereyên wan ku dane bankê li wan vegerîne. Lê ew pereyên ku dane bankê dê çend mehan di benkê de bi faîz bimîne. Banka dê wê faîza wê ji bo xwe bigire.

‘Di 17 rojan de 5 milyon 314 hezar kesan serlêdan kir’

Di 10ê Mijdarê de serlêdana ji bo avahiyan dest pê kir û di 19ê Kanûnê de jî serlêdan bi dawî bibe. Di roja yekemîn ya serlêdanê yanî 10ê Mijdarê de 936 hezar 159 kesan serlêdan kirin. Wezareta Hawîrdor û Bajarwaniyê diyar kiribû ku ev serlêdan ji bo 500 avahiyan ne lê di roja yekemîn de hejmara serlêdan, hejmara avahiyan derbas kir. Ji destpêka roja serlêdanê, yanî ji 10ê Mijdarê heta 27ê Mijdarê 5 milyon 314 hezar kesan ji bo avahiyan serlêdan kirin. Hejmara serlêdanan her ku diçe zêde dibe. Ev jî diyar dike ku li Tirkiyeyê kirîna avahiyan gelek zehmet bûye.

‘1.6 milyon avahî vala ne’

Li gorî daneyên li Tirkiyeyê zêdetirî 30 milyon avahî hene. Hejmara kesên ku di kirê de dijîn 24 milyon mirov derbas kiriye. Di navbera 2014 û 2024an de li nifusa Tirkiyeyê 7.9 milyon kes zêde bûne Di heman demê de hejmara kirêdar jî 6.8 milyon kes zêde bûye. Kirêye avahiyan jî 12 qat zêde bûye. Îro buhayê avahiyan ê nîvekî 20 hezar e. Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara avahiyan zêde dibe lê hejmara kirêdar (Kesên di kirê de) jî zêde dibe. Li gorî daneyan di sala 2024an de 1.6 milyon avahî vala ne. Ev hejmar bandor li ser buhaya kirêyan dike.

‘Dê 20 salan taksîdê avahiyan bidin’

Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara kesên xwetî xanî/avahî kêm dibe. Kesên ku ji ber bihabûna avahiyan nikarin avahî bikirin neçar dimînin û di avahiyên kirê de bijîn. Faîzên krediyan, zêdebûna dolar û qeyrana aborî heqê avahiyan zêde dike. Ji ber wê her ku diçe hejmara kirêdaran zêde dibe. Hêza avahî kirine her ku diçe dikevê. Êdî kesek tenê bi taksîdan dikarê avahiyan bikere, faîzê taksîdan jiyana mirovan girêdayî taksîdan dike. Kesên ku bi peşkê serî li 500 hezar avahiyan dan û avahî ji wan re derketin, dê 20 salan taksîdên avahiyan bidin.

Etîket: 5 milyon500 hezaravahîkirêTOKÎ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îranê zêdetirî 70 hezar avahî zirar dîtine

Li Îranê zêdetirî 70 hezar avahî zirar dîtine

20 ADAR 2026
500 hezar alîgirên Hizbullahê ji Başûrê Lubnanê derketin

500 hezar alîgirên Hizbullahê ji Başûrê Lubnanê derketin

6 ADAR 2026
Li Êlihê pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate daliqandin

Li Êlihê pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate daliqandin

21 ÇILE 2026
Li Golmarmarayê avahiya DEM Partiyê hat vekirin

Li Golmarmarayê avahiya DEM Partiyê hat vekirin

8 KANÛN 2025
Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê vebû

Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê vebû

26 COTMEH 2025
‘Em li taxa xwe diz û tecawizkaran naxwazin’

‘Em li taxa xwe diz û tecawizkaran naxwazin’

9 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç û 19 kesên girtî tehliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Gimgimê li dijî talana xwezayê mitîng li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiya siyasî Ardil Çeşme piştî 32 salan hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (865)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne