Ev 8 roj in ji Zehra Muhammedvelî ya ku hatiye girtin tu agahî neyê girtin. Li gorî raporan memûrên ewlehiyê di dema binçavkirinê de tu biryara dadgehê pêşkêş nekirine.
Zehra Muhammedvelî, welatiya Kurd a ji navçeya Abdanan a parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, di 23yê Gulanê de bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li navçeya Dehloran hate binçavkirin û birin cihekî nediyar. Zêdetirîn hefteyeke di ser binçavkirinê wê re derbas bûye lê hîn jî rayedarên ewlehî û dadweriyê derbarê tohmetên muhtemel ên li dijî Zehra Muhammedvelî, cihê wê û rewşa tenduristiya wê de tu daxuyaniyek fermî nedane.
Li gorî raporan, endamên malbatê di rojên dawî de ji bo ku li ser cihê keça xwe agahdar bibin bi gelek saziyan re têkilî danîne lê hîn bersivek zelal negirtine.
Ji tevahî mafan bêpar hiştine
Li gorî agahiyên hatine weşandin, ev 8 roj in mafê Zehra Muhammedvelî yê telefonkirinê, hevdîtina bi malbata xwe re û wergirtina piştgiriya hiqûqî hatiye astengkirin. Ev rewş derbarê rewşa fîzîkî û psîkolojîk a welatiya girtî de fikaran çêdike. Her çend nezelaliya derbarê çarenûsa Zehra Muhammedvelî de berdewam dike jî, binçavkirinên bêyî biryara dadgehê, ragirtina kesan li deverên nenas û bêparhiştina ji mafên bingehîn demek dirêj e ku ji hêla parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên ku di warê mafên girtiyan de dixebitin ve têne rexnekirin.













