Dewleta Tirk di danê sibehê de navçeyên Tarîsta, Geliyê Reş û Geliyê Sinîn ên li sînorê Biradostê topbaran kirin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, di danê sibehê de Dewleta Tirk navçeyên Tarîsta, Geliyê Reş û Geliyê Sinîn ên li sînorê Biradost a girêdayî bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe topbaran kirin.
Hate diyarkirin ku topbaran bi awayekî gelek dijwarî hatiye kirin û çend saetan berdewam kiriye. Derbarê zirer û ziyanên êrişê de tu agahî nehatin bidestxistin.