Hate îdiakirin ku li Şamê êrişek li dijî dewriyeyeke hêzên ewlekariyê yên yên Hikûmeta Demkî pêk hatiye û hawil hatiye dayîn ku berpirsê îstîxbarata derve were kuştin.
Li qadên Umewîyn û Malikî yên Şamê êriş li dijî hêzên ewlekariyê yên Hikûmeta Demkî pêk hat. Li gorî hin agahiya dewriyeya hêzên ewlekariyê hedef hatiye girtin. Li gorî çapemeniya Şamê dewriyeya hêzên ewlekariyê ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin. Hate angaştin ku kesên êrişî dewriyeyê kirine ji cihê bûyerê reviyane. Hate zanîn ku hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.
Di hind çavkaniyan de jî hate daxuyandin ku di êrişê de Berpirsê Îstîxbarata Derve Ebdurehman Debax hedef hatiye girtin.













