Rêveberiya Xweser ji bo diyarkirina nûnerên ku wê beşdarî wezaretên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bibin, dest bi amadekariyan kir. Lîsteyên nûneran li gorî pîvanên pisporî û jêhatîbûnê bi armanca yekkirina saziyan tên amadekirin.
Çavkaniyên taybet ên Rêveberiya Xweser û Komîteya Danûstandinan ji ANHAyê re ragihandin ku ji bo destnîşankirina nûnerên ku wê di wezaretên Hikûmeta Demkî de cih bigirin, amadekariyên îdarî yên berfireh dest pê kirine.
‘Pîvanên sereke pisporî ye’
Li gorî agahiyan, Rêveberiya Xweser di hilbijartina nûneran de dê du pîvanên sereke esas bigire. Ji bo ku rola wezaretan were xurtkirin, navên nûneran li gorî pisporî, jêhatîbûn û ezmûna wan tên diyarkirin.
‘Armanc yekkirina saziyan e’
Armanca van xebatan ew e ku kar û barên saziyan li ser bingeha hevparbûna di rêvebirina welêt de were hemahengkirin. Her wiha tê armanckirin ku pisporî û tecrubeya gelê herêmê derbasî Hikûmeta Demkî bibe, da ku pirsgirêk bi awayekî hîn bandortir werin çareserkirin.













