Amedspora a bayê şampiyoniyê girtiye pişt xwe bi armanca girtina 3 pûanan çû Enqereyê. Amedspor a ku bi 54 pûanan di rêza 3yemîn de ye, naxwaze ji pêşbirka şampiyoniyê dûr bikeve. Ji bo ku cihê xwe di nav sê tîmên herî jor de biparêze û zextê li ser Erzurumspor û Eroksporê zêde bike, serkeftin şert e.
Tîma Amedspor, îro di çarçoveya hefteya Trendyol 1. Lîgê de dibe mêvanê Ankara Keçîorengucu. Maç îro êvarê saet di 20.00an de li Stada Aktepeyê dest pê dike. Alîgirên Amedsporê yên li Enqereyê û bajarên derdora wê, ji bo ku tîma xwe tenê nehêlin amedekariya xwe kirin.

Rêya ber bi Super Lîgê ve
Amedspor niha di nava sê tîmên herî pêş de cih digire û dixwaze bi serkeftineke nû, ihtimala şampiyonbûna xwe xurttir bike. Hat zanîn ku tîm bi kadroyeke tam û bi moralekî bilind amadehiya vê maçê kiriye.
Ji bo ku tîm zextê li ser Erzurumspor û Eroksporê zêde bike ev serkeftin ji bo Amedê şert e.

Rewşa dawî ya puanên her sê tîmên pêş wiha ye:
“Esênler Erokspor: 59 Pûan
Erzurumspor FK: 57 Pûan
Amedspor: 54 Pûan.”

















